Divê Enfal Wekî Jenosîda Kurd Were Nasin

34 sal sal berê niha, dî 14ê Avrîla sala 1988an da, rejîma BAASê dest bi êrîşa berfireh bo ser Kurdistana Başurê kir.

Karbidestên vê demê yên Iraqê bi eşkere armanca vê êrîşê nehiştîna gelê Kurd ragihandine.

Di encama van êrişan da bi hezaran gund û bajarok hatın kavil kirin, bêtirî 182 hezarKurd hatine kuştin, nefî kirin û bêserûşûn kirinê.

Iraq paş Enfala Kurd û Erebên Şîa bûye welatê gorên bi komel.

Parlamentoyê Kurdistanê Roja 14ê Avrîlê wekî Roja Yad Kirina şehîdên Enfalê ragihandiye.

Li seranserê cihanê Kurd di vê rojê da bi encamdana çalakiyên cuda cuda şehîdên Enfalê yad dikin.

Baştirin yad kirina şehîdên Enfalan, nasandina Enfalê wekî tawanê jenosîd e di warê navnetewî da.

Ji aliyekê dinê da birîna Enfalan hêşta sarij nebûye, xwîn jê tê.

Bona cebar kirina birîna Enfalan divê Devleta Iraqê zirar û ziyana malbatên Qurbanên Enfalan qerebo bike.

Paş nasina Enfal wekî tawana jenosîd û qarebo kirina zıyana malbatan, hinge şehîdên Enfal di gorên xwe da aram dibin.

Ji bona vê yekê em wekî PSK carekî dinê banga Parlamento, Hikumet û Serokatiya Herêma kurdistanê, hemu partî û saziyên welatparêzen Kurd li seranserê Kurdistanê û diyasporayê dikin, ku bona armancê hanê destê xwe bidinê hevudu.

Carekî dinê li ber hizura şehîdên Enfal û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

14 Nîsan 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz