Divê Herçi Zutir Xala 140 a Desturê Iraqê Were Ci Be Ci Kirinê

Êrîşa DAIŞ a terorist û xwinxwar û hov bo ser Pêşmerge û Kurdên sivil berdewam e.

Şeva borî li navçeyê Maxmurê ji ber êrîşa dawî a DAIŞê hov 9 Pêşmerge şehîd û çend kesên sivil şehîd bûne.

Em bi tundî êrîşa hanê mehkum dikin.

Êrişa dawî carekî dinê nişan da, ku bê hebûna hêzên Pêşmerge di “navçeyên nakok” da ewlehiya gel û aramî misoger nabe. Bona vê divê Pêşmerge vegere navçeyên hanê û divê herçi zutir Xala 140 a Desturê Iraqê were ci be ci kirinê.

Em banga Koma Miletan (UN), saziyên navnetewi dikin, ku fişar li Hikumeta Baxda bikin, daku Xala 140 a Desturê Iraqê ci be ci bike.

Em careki dinê banga karbidestên Baxda û hêzên Hevpeymanê Navnetewi dikin, ku jiyan û ewlehiya Kurdan, ku di “navçeyê nakok” da ne, biparêzin.

Em Serxweşiya xwe pêşkeşê Wezereta Pêşmerge û bi rêka Wezaretê ve pêşkeşê malbat û kes û kar û hevsengerên Pêşmergeyên şehîd dikin.

Rureşi û neman bo DAIŞê merivkuj!

Rûhe şehîdan şad be.

03.12.2021

PSK-Partiya Sosyalist a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz