Li Amadê ji bona bi bîranina Jenosîda Halebce merasîmek hat çêkirin.
Merasîma bi bîraninê ji aliyê PAK, PSK û TDK-Tevger ve hatibû amade kirin û di avahiya şaxa Amadê a PSK da bi rêva çû.
Merasîm bi axaftina vekirinê û xwedina sîruda Ey Reqîb û ragîhandina deqîgeyek bêdengî bo Şehîdên Kurdistanê ve destpêkir.
Paşê Serokê Giştî a PSK Mesud Tek, bi hevrayiya slaytên jenosîda axaft.
Tek axaftina xwe de behsa eş û azara qurbaniyên jenosîda Halepce kir û got, ku bahs kirin ji êş û elemê ne bes e divê bona çareser kirina pirs û pirsgîrêkan divê kar û xebat were kirinê.
Mesud Tek her usa amaje bi karesatên Nagazakî û Hîroşîma kir û got, ku Enfal, ku Jenosîda Halepce beşekê Enfal e ji Nagazakî kêmtir nîne. Karesatên Nagazakî û Hîroşîma di warê navnetewî da hatine pêjîrandin lê belê ne Enfal û ne jî Jenosîda Halepçe hatine pejîrandin.
Mesud Tek banga Hikumeta Herêmê, partiyen Kurdistanê, bi taybetî partiyên Kurdistana Başur û rêxistinên Kurd yên ku li diyasporaye xebat dikin, kir û daxwaz kir, ku bona nasandina 16 Adarê Wekî Jenosîda Halepce di warê navnetewî da, bi hevra kar bikin.
Gelek welatparêzên Amedê beşdariya merasîmê bûn.
Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista
Kurdistanê-PSKyê , nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro (08.11.2021)
serê sibê li Amedê , li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye
desteserkirin.
Em desteserkirina Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê-PSKyê birêz Bayram Bozyel şermezar dikin, em bi Birêz Bayram
Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.
08.11.2021
PSK, PÊLKURD, TEVGER , PDK-BAKUR, PAK