Em êrîşên dewleta Tirkîyeyê û yên dewleta Îranê şermezar dikin!

Siyaseta dagîrkerî û êrîşên Dewleta Tirk li Kurdistana Başur û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin.

Firokeyên şer yên Dewleta Tirk her roj êrîşî ser gund û bajarokên Kurdistanê dikin. Di encama van êrîşan de gund xirap û wêran dibin, zevî, zozan, bax û baxçe û daristan têne şewitandin û bi dehan kurdên sîvîl şehîd û birîndar dibin.

Artêşa bejayî ya Dewleta Tirk baregah û bingehên xwe yên leşkerî di herdu beşên Kurdistanê da, zêdetir û bihêztir dike.

Di wan rojên dawî de jî Dewleta Tirk û Hukûmeta AK Partîyê dixwaze ji aloziya li navçeyê û ji şerê Rûsya û Ûkraynayê îstîfade bike û bernameya xwe ya kîrêt bi cîh bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê bi awakî eşkere û li ber çavê cîhanê ragihand ku ji bona parastina “ewlehîyaTirkiyeyê” wê navçeyeke ewle li ser ”tixubên xwe” bi kûrahîya 30 kîlometran ava bikin.

Bêguman Dewleta Tirk dixwaze ku bi henceta “parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê” bala xelkê bikşine aliyekî din û herweha dijminahîya kurdan xurttir bike.

Eşkere ye ku li ser ”tixûbên Tirkîyeyê” avakirina ”navçeyek ewle” dê rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike. Ev, nişana dijminahîya Dewleta Tirkya ya li dijî deskevtên neteweyî yên miletê Kurd e.

Ev, Peyameke ji bo bîrûraya giştî û bi taybetî ji bo NATO ye ku dixwaze bibêje “bona ku ez li pêşiya endambûna Swêd û Fînlandîyayê nebim asteng, divê hun jî alîkariya min bikin û dengê xwe li hemberê min dernexin ku ez jî bikaribim Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikim û rê li ber statuyeke sîyasî ya miletê Kurd bigirim”.

Em weke PAK, PSK û TDK-TEVGER bangî hemû hêz û rêxistinên  welatparêz yên her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybeti bangî Parlamento, Hikumet û Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî vê plana dagirkerya Dewleta Tirk bi yekdengî û yekhelwestî tevbigerin.

Em ji PYNK, ENKS û hemû hêzên siyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku bona pêşîlêgirtina van êrîş û planên DewletaTirk, divê ew di zûtirîn demê de, li ser bingeha ”Peymana Hewlêr û Dihokê” yêkitiya xwe pêk binin û Pêşmergeyên Rojê bêqeyd û şert bikaribe vegere Rojavayê Kurdistanê.

Divê PKK demildest dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û rê li ber êrîş û sîyaseta dagirkerîya Dewleta Tirk xweştir dike berde.

Em daxwaz ji hêzên demokrat û aştîxwaz yên Tirkiyeyê dikin ku li dijî van planên kîrêt derkevin û piştgirîya xebata azadîxwazîya gelê Kurd bikin.

Em ji bîrûraya giştî ya cîhanê, ji dewletên mezin yên Rojava û NATOyê daxwaz dikin ku serên xwe li hemberî van daxwazên DewletaTirk neçemînin; nebin şirîkên van kiryarên qirêj yên li ser xwîna kurdan têne bazarkirin û piştgirîya doza miletê Kurd ya neteweyî û demokratîk bikin.

Em bangî Dewleta Tirk jî dikin ku dest ji vê sîyasta xwe ya êrîşker û dagirkerî ya li ser dijayetîya kurdan hatîye avakirin berde; li her perçeyekî Kurdistanê rêzê li îradeya miletê Kurd bigire. Hemû pirs û pirsgirêkên miletê Kurd û kurdistanîyan divê bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin.

25ê Gulana 2022yê

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Firokeyên şer ên dewleta Tirkîyeyê roja yekşemê, 20.11.2022yê, êrîşên nû birin ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta Îranê jî şeva derbasbûyî bi hêzek mezin û bi çekên giran ketin nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr qut kirin û bi berdewamî dengên teqeyan dihên bihîstin.

Êrîşen dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Li gorî agahdarîyên heyî, Tirkîyeyê, îro serê sibeha yekşemê, 20ê teşrîna 2022ê, bi firokeyên şer, Kobanî û Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê kirîye armanc.

Herweha li Başûrê Kurdistanê jî li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên dengê firokeyên şer ên Dewleta Tirkîyeyê hatine bihîstin û artêşa Tirkîyeyê çend cîh li Çiyayê Qendîl, Asos û Biradostê kirine armanc.

Li gorî agahdarîyên ku di ragîhandinê da belav bûne, di encama êrîşên ku artêşa Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê kirine, kuştî û birîndar hene.

Dewleta Tirkîyeyê, divê ji tecrubeyên xwe yên 99 salî bizanibe û bibîne ku bi operasyonên leşkerî, bi êrîş û kuştin û girtin û hefs kirinan tu mesele nehatine çareser kirin û dê neyên çareser kirin jî.

Ev ne cara yekem e ku Tirkîye êrîşên bi vî rengî dike. Me berê jî gelek caran êrîşên bi vî rengî şermezar kiriye û em nuha careke din jî van êrîşên Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em dibêjin demildest divê dawî li van êrîşan bêne anîn.

Divê dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin berde û divê berîya her tiştî ji bo çareserîyeke bi rêyên sîyasî, bi partîyên kurd û kurdistanî  yên li Bakurê Kurdistanê dest bi dîyalogê bike.

Divê PKK jî dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê dide doza miletê Kurd û destkeftîyên kurdan û rê li ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê xweş dike, berde.

Divê Netewên Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman ên Navdewletî jî bi biryar û helwestên xwe, rê li ber van êrîşan bigirin.

Êrîşen dewleta Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê

Dewleta Îranê ji ber ku li himberî serîhildana gêlê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Belûcî, Faris, Azerî, Ereban şikesteke mezin xwar; dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser baregehên partîyên  Rojhilatê Kurdistanê û yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, heyfa xwe bistîne û vê şikesta xwe binixumîne.

Piştî êrîşên leşkerî yên li ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, nuha jî Dewleta Îranê bi hêzên leşkerî êrîşan dibe ser gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê. Bi çekên giran çûyîna hêzên leşkerî yên  Îranê yên  nav bajarê Mihabadê nîşana wê yekê ye ku dewleta Îranê dikare qetlîamên mezin li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.

Ji bo ku dewleta Îranê van êrîşên xwe rawestîne û dawî li van zilm, zordarî û neheqîyên Îranê bê anîn, divê Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Emerîka û dewletên mezin helwesteke cidî bigirin.

Em van êrîşên Îranê şermezar dikin û piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê dikin.

20.11.2022

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

 

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz