Em êrîşên li himberê sivîlan li Îstenbolê bi tûndî şermezar dikin

Roja 13.11.2022an da li Îstenbolê, Cadeya Îstiklalê da teqînek çêbû û di encamê da 8 kesên sivil jîyana xwe winda kirin û dora 80 kes jî birîndar bûn. Em şirîgê êşa wan kesên ku jîyana xwe winda kirine û ji birîndaran ra şîfa xêrê dixwazin.

Em dizanin ku armanca êrîşên bi vê awayî terorîze kirina rewşa sîyasî ye û ev tişt jî xizmeta hêzên tarî û faşist dike ku dixwazin Tirkiyê ber bi qaosê ve bibin. Em carek din nerazîbûna xwe ya li dijê hemî awayên tundûtijeyê eşkere dikin. Û bangê hemî hêzên demokrat û guhartxwaz dikin daku li himber şiddete dest bidin deste hev û hevkarîyê bikin.

14.11.2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz