Em hişmendîya dagirker û nîjadperest a rêzefîlma ATVyê rûreş dikin!

16ê Adarê bo me Kurdan rojeka reş e.

34 sal berê niha, di sala 1988an da firokeyên cengî yên rejîma BAASê bi çekên kîmyevî ve êrîş kirin ser bajarê Halebce.

Di encama êrîşa hanê da bi hezara jin, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan, bûne qurbanên çeken kîmyevî û bi dehan hezar jî birîndar bûn, ku heya niha ji  birîna bedenî û deruniya hinek ji wan sarij nebûye.

Çekên kîmyevî, dar û bêrên, deşt û zozanên, av û hewayê Halebce herîmand, ku bandora wê îro jî berdewam e.

“Kareseta Halebce” bi temami jenosîd e.

Rejima BAAS jenosîda hanê bi alikariya hinek dewletan û li ber çavê bîrurayê cîhanê encam da.

Hingê çû dewlet, sazî û dezgeyên navnetewî guhê xwe nedane hewara Kurdan, bê deng man û bi vî awayî bûne şîrîkê rejîma xwinxwar û Kurdkujî BAASê.

Çend berpirsên BAASê yên ku jenosîda Halebceyê encam dane û şîrketên Ewrupî hatine dadîgeh kirinê.

Lê belê dilê me hêj aram nebûye, ji ber ku hemu berpirsên navxweyî û derweyê jenosîdê ne hatine destnişan û dadigeh kirinê.

Hêşta dewleta Iraq li tawanê xwe mukir nehatiye û bona qerebo kirina ziyanê qurbaniyan tiştek nekiriye.

Ji bona vê yekê divê Hikumeta Herêma Kurdistan û hemu partiyên siyasî û komelên diyasporayê, bi hevra bona dadigeh kirina hemu tawanbaran di Dadigeha Tawanên Navnetewî da, ji bo qerebo kirina zirarên qurbaniyan, bona naskirina 16ê Adarê wekî roja jenosîda Kurdan bi çekên kîmyewî ve ji aliyê UNê ve, kar û xebatê bikin.

Ev yêka baştirin şiveyê bi bîranina Kareseta Halebce ye.

Em carekî dinê li ber hizura şehîdên Halebceyê qirnoş dibin.

16 Adar 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Bo Kongra 14an a Partiya Demokrata Kurdistanê,

Hevalên hêja yên endamên Serokatiya PDK,

Nûnerên tekoşerên Kongra 14an,

Em pîrozbayiya xwe pêşkeşê Kongra we ya 14an dikin, ku di bin diruşma “Azadî, Demokrasî, Dadperwerî” da dicive.

Em piştrast in, ku Kongra we bi gor naveroka diruşma xwe biryarên girîng bigre, daku pirtir xizmet bona parastin û pêşvebirina detkevtiyên netewî yên Kurdistana Başur, baştir kirina jiyana gelê Kurd û yêkxistina hêzên welatparêzên Başurê bike.

PDK wekî her caran, di zirufa aloza navçeyê a îro da, rola xwe ya dirokî yarî bike û erkên xwe yên netewî ci be ci bike.

Em piştrast in, ku Kongra we di vê proseyê da wê bibe qonaxeka girîng.

Bi silavên dostî serketina Kongra we dixwazin.

Serkeve Xebata Kongra PDK a 14an!

Bijî Yêkitiya Hêzên Welatparêzên Kurdistana Başur!

Biji Kurd û kurdistan!

Meclisa Partiyê a

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’a  ATV ya ku li Tirkîyeyê weşanê dike da, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê da tê darizandin. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Birêz Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Di wê rêzefîlmê da  bi awayekî eşkere heqareteke mezin  li Dadgeha Kurdistanê û li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatîye kirin. Herweha di wê rêzefîlmê da Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û hemû erdnîgariya Herêma Kurdistanê  jî wek beşeke ji Tirkîyeyê tê nîşandan û tê gotin ku heger Amerîka destê xwe ji wan deran bikişînin,  ew dê wan herêman ji wan bistînin û bi ser Tirkiyeyê ve bikin.

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman got ‘’Em ê li ser mijarê lêkolînê bikin û bersivê bidin.”.

Dewleta Tirkîyeyê ya bi desthilatdarîya AK Partîyê, bi taybetî di van 6 salên dawî da, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê,  sîyaseteke li ser dijayetî û dijminatîya kurdan dimeşîne. Ev heqaret û êrîşa ku di rêzefîlma  ATVyê da hatîye kirin jî nîşana wê yekê ye ku , hinek nîjadperest û şowenên Tirk  dikarin vê  sîyaseta li ser dijminatîya kurdan  bigihêjînin  astên gelek metirsîdar.

Em wek PAK, PSK, TDK-TEVGER vê helwesta dagirker, nîjadperest û dijmintîya miletê Kurd a ATVyê û berpirsên vê rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’ ye  rûreş dikin.

Em bangî Baroyên Bakurê Kurdistanê dikin da ku ji bo  ev rêzefîlm bê qedexe kirin û di derbarê wan de doz were vekirin demildest gavên pêwîst bavêjin.

Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê vê rêzefîlmê protesto bikin û ji Dewleta Tirkîyeyê jî daxwaz bikin da ku berpirsên vê rêzefîlmê bêne ceza kirin.

08.06.2022   

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz