Em piştgirîya serîhildana gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin!

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê careke din li himberî zilm, zordarî û dagirkerîya Dewleta Îranê serîhildaye. Serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê nuha li gelek bajarên Îranê jî deng vedaye û bûye serîhildaneke gelên  Kurdistanê û Îranê

 

Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve, bi hinceta ku porê wê di binê hîcabê da  xuya dibû, hate desteser kirin. Polîsên Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna Emînî kirin û bi wî halê şikencekirî, teslîmî malbata wê kirin. Keça kurd roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

 

Piştî kuştina Jîna Emînî, Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê, ji bo kuştina keça kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîbû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar de greva giştî bê îlan kirin.

Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn; dikanên xwe girtin, neçûn kar. Greva giştî ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, nîşana hest, hişmendî û yekgirtineke neteweyî ye. Em piştgirîya greva giştî ya gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Herweha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîya dehhezaran kesan gelê me yê Rojhilatê Kuridistanê xwepêşandanên protestoyê li dar xistin. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berxwedan û serîhildaneke nû ye; nîşana vejîneke nû ye, nîşana rûpelekî nû ye. Nuha xwepêşandanên li Rojhilatê li gelek bajarên Îranê jî belav bûne.

Di xwepêşandanên li dijî kuştina keça kurd Jîna Emînî destpêbûne de, li gor zanyariyên heyî, di encama êrîşên hêzên emnîyetê yên Dewleta Îranê ji 30î zêdetir  kesên sivîl ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne û herweha bi sedan kes jî hatine desteser kirin.

Em  ji alîyê Dewleta Îranê ve kuştina Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşandarên sivîl, birîndarkirina û desteserkirina bi hezaran xwepêşandaran  rûreş û şermezar dikin.

Em bengî hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê dikin da ku li her perçeyêkî Kurdistanê, li cîhanê li her devereke ku lê dijîn, hêza xwe bikin yek û bi çalakîyên cûr bi cûr piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Em bangî hemû rêxistinên parastvanên mafê jinan, rêxistinên mafê mirovan, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê  û hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê dikin da ku  kuştina keça Kurd Jîna Emînî, kuştina 20 kesên sivîl, birîndakirin û desteserkirina bi hezaran xwepêşanderan şermezar bikin û li himberî  Dewleta Îranê helwestê bigirin.

Bimre zordestî û dagirkerîya Dewleta Îranê!

Bijî Azadî û Rizgarîya Kurdistanê!

 

24.09.2022

 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz