Em Silav li Berxwedana Mafdar û Meşrû ya Gelê Îranê û Rojhelatê Kurdistanê Dikin!

647 ronakbir, nivîskar, siyasetmedar û berpirsên dezgeyên sivil bi çêkirina civina Di civîna çapemeniyê da, ku di 18ê meha Cotmehê da, li Amedê, di Cemiyeta Rojnamevan da hatiyê çêkirin, 647 ronakbir, nivîskar, siyasetmedar û berpirsên dezgeyên sivil piştgiriya xwe li berxwedana gelên Îran û Kurdistanê ragihandın.

Daxuyanî bi vî awayî ye:

Keça Kurd Jîna Emînî ya ku ji alîyê polîsên dewleta dagirker a Îranê ve bi êşkence û lêdanê hate qetilkirin, di dema merasîma axsipartina wê de li bajarê Saqiza Rojhelata Kurdistanê, xwepêşandana dest pê kirin û ew xwepêşandan li hemû bajarên Îranê belav bûn. Bi tevî hemû zixt û zordarîya Dewleta Îranê, tevgera sivîl a xelkê li her derê bajarên Îranê belav dibe û geş dibe. Ev xwepêşandan/raperîn, bi piştgirî û berxwedana grubên bindest ên netewî, etnîkî, mezhebî û jinan li tevayê Îranê hêrsekê mezin û tevgerekê berxwedanê derxistîye meydanê.

Rejîma Îranê rejîmeke otokratîk/despotîk a weha ye ku bi tu awayî rêz li mafên mirovan, wekhevî û mafê jinan, mafê netewî û demokratîk ên nasname û kulturên cîyawaz nagre û qebûl nake. Îranê, karîye heta îro gelek netewe û gurubên etnîkî yên wekî Azerî, Kurd, Belûc û Ereban bi zixt û zordarîyê di bin serwerîya neteweya Faris û nasnameya Îranî de ligel hev bigre. Digel van hemû zixt û zordarîyan, grubên etnîkî û neteweyî yên li Îranê, daxwaza sîstemekê federalî dikin.

Ev tevgera berxwedana ku bi çirûska bûyera Jîna Emînî vêketîye, bûye sedemê têkoşîna hevpar a neteweyên bindest ên wekî Kurd, Belûc, Azerî, Ereb û yên din li hemberê serdestîya neteweya Faris. Rejîmê heta nûha nekarîye raperîn û berxwedana jinan, ciwanan, xwendekaran, Kurdan û Belûcan biçewisîne, berûvajê wî hemû tebaqeyên xelkê Îranê tevlî vê serhildanê bûne. Li rojhelatê Kurdistanê, bi bangewazîya Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanî gireveke giştî dest pê kir, tevlîbûn û piştevanîyeke baş ji alîyê xelkê ve hate kirin. Di destpêkê da bi teybetî Kurd û Belûcan û herweha gurubên netewî yên din jî, ji bo azadî û serwerîya xwe berdewamî li hemberê rejîma dîktator a Îranê têkoşîyane û têdikoşin. Rejîma teokratîk a Îranê li hemberê vê mixalefet û berxwedanê neçar maye, ji ber vê neçarîyê êrîşê kampên sivîl û baregayên sê partîyên sîyasî yê rojhelat kirin li ser xaka başûrê Kurdistanê, da ku bala raya giştî ya dinyayê ji berxwedana navxweyî ya xelkê Îranê dûr bixin û tevgerê ji rêya meşrû derbixin. Rejîma Îranê bi vê awayê, dixwaze berxwedana meşrû ya xelkê Îranê manîpile bike û li hemberê xelkê Kurd jî zemîna pîlana qetîlameke mezin çêbike. Heta îro di encama êrîşên dewleta Îranê de, nêzîkê 150 kesan canê xwe ji dest daye, bi hezaran kes birîndar bûye û hatine destgîrkirin.

Digel van kiryarên rejîmê, xelkê Îranê û rojhelatê Kurdistanê; ji bo mafê xwe yên millî, mafê demokratîk, mafê mirovî, mafê jinan û azadîya xwe têkoşînek rewa û bi îstiqrar dimeşînin. Piştevanîkirina berxwedaneke rewa, mafdar û bi îstiqrar mafekî mirovî ye û serbilindî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û humanîtera dinyayê, rêkxistina Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Awrûpa, Konseya Awrûpa, Teşkîlata Yekîtîya Ereban û rêkxistinên din ên navneteweyî dikin ku piştevanîya berxwedana meşrû û sivîl ya xelkên Îran û rojhelatê Kurdistanê bikin. Li hemberê zordarî û qetlîamên rejîma despotîk helwesta xwe nîşan bidin û midaxaleyê wê bikin.

Ji bo vê yekê, em yên ku navê wan li jêrê hatîne nivisîn; êrîşên berdewamî û qetlîamên Dewleta Îranê şermezar dikin, piştevanîya têkoşîna berdewamî ya xelkê Îranê, rojhelatê Kurdistanê, hemû kom û gurubên netewî û etnîkî yên Îranî dikin ku ji bo mafê mirovan, mafê jinan, mafê neteweyî, demokratîk û azadîyê têdikoşin.


En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz