Peyamên Bersivî Yên Bayram Bozyel

Firokeyên şer ên dewleta Tirkîyeyê roja yekşemê, 20.11.2022yê, êrîşên nû birin ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta Îranê jî şeva derbasbûyî bi hêzek mezin û bi çekên giran ketin nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr qut kirin û bi berdewamî dengên teqeyan dihên bihîstin.

Êrîşen dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Li gorî agahdarîyên heyî, Tirkîyeyê, îro serê sibeha yekşemê, 20ê teşrîna 2022ê, bi firokeyên şer, Kobanî û Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê kirîye armanc.

Herweha li Başûrê Kurdistanê jî li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên dengê firokeyên şer ên Dewleta Tirkîyeyê hatine bihîstin û artêşa Tirkîyeyê çend cîh li Çiyayê Qendîl, Asos û Biradostê kirine armanc.

Li gorî agahdarîyên ku di ragîhandinê da belav bûne, di encama êrîşên ku artêşa Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê kirine, kuştî û birîndar hene.

Dewleta Tirkîyeyê, divê ji tecrubeyên xwe yên 99 salî bizanibe û bibîne ku bi operasyonên leşkerî, bi êrîş û kuştin û girtin û hefs kirinan tu mesele nehatine çareser kirin û dê neyên çareser kirin jî.

Ev ne cara yekem e ku Tirkîye êrîşên bi vî rengî dike. Me berê jî gelek caran êrîşên bi vî rengî şermezar kiriye û em nuha careke din jî van êrîşên Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em dibêjin demildest divê dawî li van êrîşan bêne anîn.

Divê dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin berde û divê berîya her tiştî ji bo çareserîyeke bi rêyên sîyasî, bi partîyên kurd û kurdistanî  yên li Bakurê Kurdistanê dest bi dîyalogê bike.

Divê PKK jî dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê dide doza miletê Kurd û destkeftîyên kurdan û rê li ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê xweş dike, berde.

Divê Netewên Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman ên Navdewletî jî bi biryar û helwestên xwe, rê li ber van êrîşan bigirin.

Êrîşen dewleta Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê

Dewleta Îranê ji ber ku li himberî serîhildana gêlê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Belûcî, Faris, Azerî, Ereban şikesteke mezin xwar; dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser baregehên partîyên  Rojhilatê Kurdistanê û yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, heyfa xwe bistîne û vê şikesta xwe binixumîne.

Piştî êrîşên leşkerî yên li ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, nuha jî Dewleta Îranê bi hêzên leşkerî êrîşan dibe ser gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê. Bi çekên giran çûyîna hêzên leşkerî yên  Îranê yên  nav bajarê Mihabadê nîşana wê yekê ye ku dewleta Îranê dikare qetlîamên mezin li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.

Ji bo ku dewleta Îranê van êrîşên xwe rawestîne û dawî li van zilm, zordarî û neheqîyên Îranê bê anîn, divê Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Emerîka û dewletên mezin helwesteke cidî bigirin.

Em van êrîşên Îranê şermezar dikin û piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê dikin.

20.11.2022

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

 

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Rêzdar Abdulrahman Hebeş                                                                                     

Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

Me peyama we ya pîrozbahîyê a bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî yê PSKê, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û hemî rêvebir û endamên me, spasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî heval û rêvebirên we dikim.

Miletê Kurd û welatê me Kurdistan di pêvajoyekê hestîyar da derbas dibin. Li pêşîya me derfetên mezin jî hene, xeterên giran jî.

Di qonaqekê wisa dîrokî da pêkanîna tefaqekê neteweyî ji hemî wextan zêdetir li me ferz bûye.

Bi hêvîya serkeftinê jibo bidestxistina mafê neteweyî û demokratik di her çar alîyê welatê me da.

Li gel slavên birayane

***

Rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî    

Navenda Pêwendîyên Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana İranê

Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên birapartî PDKİyê dikim.

Em girîngeyekê mezin didin pêwendîyên PSKê û PDKİyên li ser nirxên stratejik û herwisa hêvî dikin ku em dê di doza xwe ya mafdar û rewa ya jibo azadîya Kurdistanê da biserkevin.

Li gel slavên birayane

***

Rêzdar Dara Bilek

Min peyama we ya pîrozbahîyê ya bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî  yê PSKê, kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa nû ya PSKê sipasîya xwe pêşkêşê cenabê we dikim û ji we ra saxî û bextewarî dxwazim.

Bi nêrîna me jî, erkê sereke yê li pêşîya me pêkanîna navend an jî platformekê neteweyî ye.  Tevgera Azadîya Kurdistanê tenê dikarê bi helwest û xebatekê yekgirtî ya neteweyî serbikeve.

Ez bawer dikim ku di pêşedemê da em dê zêdetir li ser vê mijarê bixebitin û bibin bersîva gelê xwe.

Dubare spasîyên xwe pêşkêşê cenabê we dikim.

Li gel slavên birayane

 ***

Ji Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ra

Hevalên Rêzdar

Me peyama we ya pîrozbahîyê bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtirîn li hemî rêvebir û endamên bira Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê dikim.

Em serbilindin bê pêwendîyên dostane yên di navbera herdu partiyên me da û bawer dikin ku ev pêwendîyên me dê her ku biçe xurtir bibin.

Her wisa şert û mercên herêmê yekrêzî û tefaqa neteweyî ji her demî zêdetir li me ferz dike. Ev jî dikare feraset û eqlekê medenî û neteweyî pêk were.

Ji dil serkeftina we dixwazin.

Li gel slavên birayane

***

Ji Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ra

Hevalên Rêzdar

Me peyama we ya pîrozbahîyê bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtirîn li hemî rêvebir û endamên bira Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ra  dikim.

Em girîgîyek mezin didin pêwendîyên dostane yên di navbera herdu partiyên me û bawer dikin ku ev pêwendî dê her berdewam bin.

Em hêvîdar in daku hûn di xebata azadîya Kurdistanê da serkevin.

Li gel slavên birayane

***

Ji Nivîsgeha Cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê  ra,

Rêzdaran

Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên Tevgera Çaksazîya Kurdî-Suriyê dikim.

Em girîngeyekê mezin didin pêwendîyên PSKê û Tevgera Çaksaziya Kurdî-Suriyê yên li ser nirxên Kurdayetiyê û herwisa hêvîya serkeftinê jibo we û hemî azadîxazên Kurdistanê dikin.

Li gel slavên birayane

***

Ji Şepêla Pêşeroj ya Kurdistana Sûriyê  Desteya bicihkar ra

Rêzdaran,

Me peyama we ya pîrozbahîyê a bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî yê PSKê, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û hemî rêvebir û endamên me, spasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî heval û rêvebirên Şepêla Pêşeroj ya Kurdistana Sûriyê dikim.

Em wek Miletê Kurd di pêvajoyekê hestîyar da derbas dibin. Li pêşîya me derfetên mezin jî hene, xeterên giran jî.

Di rewşekê wisa dîrokî da pêkanîna tefaqekê neteweyî ji hemî wextan girîngtir e  û li me ferz bûye.

Bi vê armancê em kêfxweş dibin û herwisa amade ne ku pêwendiyên me baştir û xurttir bibin.

Serkeftinê ji we ra dixwazin jibo  bidestxistina mafê neteweyî û demokratik yên netewa Kurd.

Li gel slavên birayane

***

Rêzdar Yilmaz Yildiz                                                                                                  

Serokê KOMKAR-Kopenhagen

Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û hilbijartina Meclisa nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.

Ez li ser navê xwe û Meclisa nû ya PSKê sipasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî endam û rêvebirên KOMKAR-Kopenhagên dikim.

Em bi bawarîyekê xurt hêvî dikin ku em dê tev de têkoşîna azadîyê geştir bikin û azadîya welatê xwe nêzîgtir bikin.

Li gel slavên birayane

06.11.2022

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Lê belê valahiyê, ku Mam  Celal li pêy xwe hiştiye roj bi roj diyartir dibe. Rewşa Iraq û Kurdistana Başur a îro, nişana vê yêkê ye û nişan dide gelê Kurd îro ji her deme pirtir hevcedarê hostatî û ezmûna wî ye.
Em Mam Celalê bi rêzdarî yad dikin û piştrast in gelê me kar û tekoşana wî ji bir nake, hevsenger û heval û şagirtên Mam Celal nahelin alayê, ku li ser destê wî bilind bibû, bikeve erdê.
Ruhê Mam Celal şad rêbaza wî berdewam be.
03 Cotmeh 2021
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz