Hêjmara 126an a Kovara Deng Derket

Merheba,

Em bi hejmarekê nû û mijarên germ û giring carek din bi hev ra ne.

Li Kurdistanê, Tirkiyê, herêmê û dinê da bûyer û geşedanên giring diqewimin.

Pirsa Kurd û Kurdistanê di Rojhelata Navîn da bi hemî germî û giranîya xwe di rojevê da ye. Tirkiye jî tevî qeyranên xwe yên piralî ber bi pêvajoya hilbijartinê ve lez û bez diçe.

Li aliyê din şerê Rusya û Ukraynayê êdî ji sînorê şerê du welatan derbas kiriye, gihiştîye wê astê ku li dinyayê ji nu ve şerekê sar dest pê kiriye.

Di vê hejmarê da nivîskarê me Mesud Tek û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di gotarên xwe da li ser faktorên herêmî ku bandorê li pirsa Kurd dikin û di Kurdistana Bakur da li ser pirsgirek û hedefên li pêşîya tevgera Kurd hûr dibin.

Rêzdar Çetin Çeko û Haydar Cihaner jî di nivîsên xwe da ji şerê Rusya û Ukraynayê dest pê dikin û tesîra vê şerî yên li ser pirsa Kurd û li herêmê analiz dikin.

Di vê hejmara  Dengê da her wisa hûn ê nivîsarên birêz Seîd Veroj, Mehmet Bayrak, Umit Tektaş û Nasır Kemaloğlu yên derbarê mijarên cuda da bibinin.

Em hêvî dikin ku dema bixwînin hûn ê biecibînin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz