Hevditina PSK û YNK

Heyeta PSK, ku ji serokê Giştî Mesud Tek, Cigirê Serokê Gişti Tayyip Kizilyildiz, Endamê Desteyê kargerî ya Navendi Zeynel Yeşiltepe, Endamê Meclisa Partiyê Mehmet Baydar, Nunerê PSK li Herêma kurdistan Weli Colemergî û kadrê PSK Celal Yildiz roja 28ê Îlonê, li Silêmanî serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan(YNK) kir.

Heyeta YNK, ku ji Endamê Polit Buro û Berpirsê Peyvendiyan a YNK Emîn Baba Şêx, Endamê Polît Buro Pola Şehîd Sirvan, kadrên Mekteba Pêyvendî Salar Serhad û Mamosta Xalid pêşwaziya heyeta PSK kir.

Herdu heyet bir û boçûnên xwe yên derheqa bûyer û pêşhateyên navçe û Kurdistanê pêşkeşê hevdu kirin.

Herdu heyet biryar dan, ku bona bi hêztir kirina pêyvendiyên xwe mekanizmayek daynin û ji bo yêkxistina xebata rewenda Kurd li diyasporayê bi hevra hewl bidin.

Heyeta PSK her usa dawetnameya Kongreya Sisêyan a PSK pêşkeşê YNK kir.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz