Heya, ku Kurdistan Azad Nebe, Li Navçeyê Aramî Cigir Nabe

Li gelek navçeyên dinyayê şer û pevçûn berdewam e û hinek girjî jî roj bi roj kurtir dibe û berbi şer diçe. 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê di zirufekê usa da tê pîroz kirinê.

Rojhilata Navîn jî navçeyekî bi vî awayî ye.

Li rojhilata Navîn sedemek yek ji sedeman a aloziya berdewam, girjî û şer, derheqa pirsa Kurd de siyaseta tahrîp û tundutijiya dewletên dagirkerên Kurdistanê ne.

Dewleta Tirk aktorê serekî ye di warê alozî û girjiya navçeya Rojhilata Navîn de. Ji ber ku dewleta Tirkiyê li navçeyê, li Deryayê Spî û Efrîqayê siyaseta dagirkeriyê bi rêva dibe.

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê herroj di bin navekê da operasyona leşkerî çêdike, bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başur û Rojavayê.

Em wekî Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK bi boneya 1ê Îlon Roja Aşîtiya Cihanê ve, carekî dinê tekez li ser rastiyek dikin, dibêjin heya ku Kurdistan azad nebe, gelê kurd çarenusî xwe bi xwe destnişan neke, li Rojhilata Navîn aramî û aşîtî cîgir nabe.

PSK, bang li UN, Yekîtiya Ewropa û saziyên navnetewî dike, ku dengê xwe li hemberê amadekariya dewleta Tirk a bona dagirkirina Kurdistana Başur û Rojava bilind bikin, zext li dewleta Tirk bikin daku dev jê siyaseta hanê berde.

Sedemek ji sedemên qeyrana aboriya Tirkiyê, derbareyê Pirsa Kurd da siyaseta dewleta Tirk e, mîlîtarîze kirina Kurdistan e, êrîş bo ser Kurdistana Başur û Rojava ye. Ji bona vê yêkê jî heya ku pirsa Kurd neyê çareser kirinê aramî û asayiş li Tirkiyê cîgir nabe, paruyê zahmatkeşan wê piçuktir be.

PSK cext li rastiya hanê dike û bi boneya 1ê Îlonê ve;

Carekî dinê banga hêzên pêşveru û demokrat dike, ku dijî siyaseta erîşkar û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin;

Carekî dinê bang li hikumetê dike, ku bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê rê xweş bike;

Carekî dinê banga PKK dike, ku bê qeyd û şert agirbes rabigihine.

01 Îlon 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz