Beriya her tiştî spas ji bo vexwendina we ji bo konferansa we.
Birêzên hêja
Em di 3. Kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê de serkeftinê ji we re dixwazin û em hêvîdar in ku hûn her tim bi pêş ve biçin.
Helbet kongreya we di demekî de ye ku Kurdistan, cîhan û navçe di rewşeke hestiyar re derbas dibe, erkê hemû aliyên niştimanperwer heye ku rê li pêşveçûnên xirab bigirin û bi yekrêzî şerê wan geşedanên xirab bikin.
Bi vê minasebetê em careke din tekezî li ser pêkvejiyan û dostaniya navbera her du aliyan dikin û hêviya serkeftinê di kongreya partiya we de dixwazin.
Rojbûna We pîroz be.
Buroya Siyasî
Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê
Heyeta Hevbeş a PAK, PSK, TDK-Tevger, ku ji Mesud Tek, Vahît Aba, Yusuf Aydin û Bayram Bozyel pêkhatibû, di 15 Adarê sala 2022an da serdana KKP-Partiya Komunîsta Kurdistan kir. Heyeta KKP, bi serokatiya Serokê Gîştî Sînan Cîftyurek pêşwaziya heyeta hevbeş kir.
Heyeta Hevbeş reşnivîsek bi navê “Ji Bo Rê Li Ber Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê Vebe, Em Li Ser Daxwazên Xwe Yên Acîl Hêza Bikin Yek”, ku ji aliye PAK, PSK û TDK-Tevger ve, bona pêkanina navendeka Kurdî hatibû amade kirinê pêşkeşê KKP kir.
Serokê Giştî a KKP Sînan Cîftyurek derbareyê serdana hanê xweşhaliya xwe nişan da û cext li ser hevkariya hêzên Kurdistanê kir.
Seredana heyeta hevbeş bo rêxistinên siyasî yên Kurd wê berdewam be.