Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê seredana sazîyên sivîl kirin

Birayê hêja Kak Beyrem Bozyal (Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK)

Birayê hêja Kak Mesûd Tek (Serokê Partiyê yê berê).

Hevalên hêja endamên kongirê Sêyem û endamên serkirdayetiya nû ya Partiyê.

Silav li we: Bi boneya lidarxistina kongireya Sêyem a Partiya we ya xebatkar û têkoşer (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) em di (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya)’de germtirîn pîrozbahiyan li we dikin û hêviya serkeftinê ji xebata we re dixwazin ji bo bidestxistina mafê gelê kurd yên rewa .

Hevalên hêja: Ne veşartiye ku miletê Kurd û doza wî ya netewî li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşek awarte tirsnak û qûnaxek hestiyar re derbas dibe, lewma ji hemû aliyên tevgera kurdî û kurdistanî tê xwestin ku bi yekrêzî û yek dengî xebatê bikin ji bo bidets xistina mafên xwe yên netewî.

Di vê derbarê de em tekez dikin li ser berdewamî û bi hêzkirina pêywendiyên di navbera herdû partiyên me yên bira de (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) û (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya), di xizmeta doza miletê kurd de, û bi destxistina mafê wî yên netewî.

Di dawiyê de careke din em kongireya Sêyem a partiya we pîroz dikin û serkeftinê ji xebata we ya rewa re dixwazin.

31 / 10 / 2022

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê roja 28.03.2022yê li Mêrdîn û Qoserê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..

Roja 28.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê serdana Federasyona Mixtaran ya Tirkîyeyê Şaxa Qoserê, Odeya Sinaîya Qoserê, Federasyona Civakî ya Mêrdînê, Odeya Zîreetê ya Qoserê, Komela Cotkaran ya Qoserê, Berhêmkar û Kargêrî ya Garisê ya Başûrê Rojhilat, Komela Dêrik û Mazîdaxê kirin.

Heyeta Hevbeş ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û Endamê Meclîsa PAKê Şêxmûs Unal, Endamê reveberîya TDK-TEVGERê Kemal Adar û endamê Desteyê karger a Navendî (DKN) û Serokê  Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê  Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên  sazîyên sivîl û rûsipîyan,   pêşî serdana 7 sazî û dezgehên sivîl kirin.

Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî  Bernameya Daxwazên Acîl   pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine.

Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl  wek pêşnîyarî bibînîn û gotine  "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".

Hemî berpirsên sazî û dezgehên sivîl  jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotin ewê  pêşniyarên xwe  pêşkêşê wana bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê  seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.

Rupela Nu

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz