Heyeta Me Serdana Taşkesen Kir

Platforma navçeyîya KESKê îro li Amedê mitîng û xwepênîşanekî girseyî li darxıst.

Mitîng li qada îstasyonê hat li darxistin.

Mitinga ku ji hêla Platforma Navçê a KESKê bi rêve çû, bi armanc û di bin şîara “Ked, aşîtî û azadî” de pêk hat.

PSK şaxê Amedê jî bi alên Partîya xwe û bi girseyî bi û şîarên “ Bijî Kurdistan, Demokrasî Bo Tirkîyê, Azadî Bo Kurdistan”  tev li mitîng û xwepênîşandanê bûn.

PSKyî bi germayî hatin pêşwazî kirin. Şîarên PS yîyan ji hêla bêşdarvanan ve jî bi girseyî hat dubare kirin.

Çapemenîya Kurd û Tirk ji bi balkêşî ve miting û xwepênîşandanê şopandin.

Her weha bi PSK yîyên bêşdarê xwepênîşandanê re hevpeyvînan pêk anîn.

Mitîng û xwepênîşandana Amedê bi aramî û serkeftî dawî lê hat.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Heyeta PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, ji Endamê Desteyê Karîger a Navendî û Serokê Şaxa Mêrdinê Salihê Omerî, Serokê Şaxa Artuklu Orhan Ozen û Endamê Şaxa Mêrdinê rojnemevan Emin Karakullukçu pêkhatiye, 30 Cotmehê li Qurdelanê serdana Cemil Taşkesen kir.

Bişar Akgul a kurê tekoşerê Rêbaza Barzaniyê Xwedêjêrazî Derwêşê Sado pêşwaziya heyeta PSK kir û paşê bi hevra serdanê Cemil Taşkesen kirin.

Heyeta PSKdestbi ser kirina Cemil Taşkesen dubare mehkum û piştgiriya xwe jêra diyar kir. Di nava heyeta PSK û Cemil Taşkesen da li ser diyaloga wî ligel Meral Akşener û girîngiya diyaloga hanê sohbeteka germ çêbû.

Herwekî tê zanin Serokê İYİ Parti li Qurdelanê gava serdana dikandaran dikir, Cemil Taşkesen jêra “zimanê me, nasnameyê me  welatê me tên haşa kirinê. Em dijî vê yêkê ne. Ew ciyê ku tu niha lê yî Kurdistan e, mixabin li Meclisa Tirkiyê Kurdistan tê haşa kirinê” gotibû û ji ber gotina xwe ya hanê hatibû destbi ser kirinê.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz