Heyeta PDK Bakur serlêdan PSKê kir

Heyetekê PDK Bakur ku ji Sertaç Bucak, Bora Balin û Selam Baykal pêkhatibû roja 10.11.2022an da serdana PSKê kir.

Li ser navê PSKê Serokê Giştî Bayram Bozyel, endamên Meclisa Partiyê Selva Baksi, Ahmet Kılıl, Zülküf Baran û rêvebirê şaxa Diyarbekirê Cahit Alver pêşwazîya mêvanan kirin.

Serdanê da li ser navê PDK Bakur Sertaç Bucak pîrozbahîyê li Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel û Endamên Meclisa Nû kir û serkeftinê ji bo PSKê xwest.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatina mêvanan kir, jibo beşdarîya Sêyemîn Kongreya PSKê û zîyareta PSKê sipasîya rêvebir û endamên PDK Bakur kir.

Di ziyarete da herwisa rewşa sîyasî û hewlên jibo tefaqa neteweyî hatin rojevê û hatin nîqaş kirin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz