Heyeta PİAyê PSKê ziyaret kir

Heyetekê PİAyê (Partîya Însan û Azadî ku ji Ahmet Kaya, Sedat Doğan û hevalên xwe pêkhatibû roja 10.11.2022an da PSKê ziyaret kir.

Li ser navê PSKê Serokê Giştî Bayram Bozyel, endamên Meclisa Partiyê Selva Baksi, Ahmet Kılıl, Zülküf Baran û rêvebirê şaxa Diyarbekirê Cahit Alver pêşwazîya mêvanan kirin.

Serdanê da li ser navê PİAyê Ahmet Kaya pîrozbahîyê li Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel û Endamên Meclisa Nû kir û serkeftinê ji bo PSKê xwest.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatina mêvanan kir, jibo beşdarîya Sêyemîn Kongreya PSKê û zîyareta PSKê sipasîya rêvebir û endamên PİAyê kir.

Di ziyarete da herwisa rewşa sîyasî û hewlên jibo hevkarî û tefaqa neteweyî hatin rojevê hatin nîqaş kirin û beşdaran bîr û rayên xwe parvekirin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz