4ê Gulanê, roja destpêkirina Terteleyê (Jenosîd) Dersîmê ye, ku di sala 1937an da, ji aliyê dewleta Tirk û di bin bi rêvaberiya Mîstefa Kemal da hatiye çêkirin û di sala 1938’an da jî berdewam bû.
Terteleyê Dersîmê, yek ji komkujiyên dewleta Tirk e, ku ji bona Tirk û Mîslumanê Sunnî kirina pêkhateyên ne Tirk û ne Misilman, encam daye.
Terteleyê Dersîmê, ci be ci kirina Plana Îslahata Şarq e, ku dewleta Tirk ji bona çareser kirina pirsa kurd bi rişeyî û bi rêka tundutijiyê amade kiriye.
Tertele îro, di warê ziman, çand û oliyê da bi şîveyê asimilasyonê berdewam e.
Em di salvegara 85an a Terteleyê da carekî dinê dewleta Tirk mehkum û protesto dikin.
Divê dewlet li tawanên xwe yên mirovî, ku li Dersîm û ciyên dinê encam daye, mikur bê û daxwaza lêborînê ji dersîmiyan bike,
Hikumeta divê dev jê siyaseta asîmîlasyonê berde, ciyê gora Seyîd Riza û qurbanên dinê yên Terteleyê eşkere bike,
Divê carenusa keçên Dersîmî, ku paş Terteleye wekî xenîmet bo efserên Tirk hatine pêşkeş kirinê, eşkere bibe,
Navên çiya, dest û zozan û gundan, ku hatine guhartin, divê vegerin navên berê.
04 Gulan 2022
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Heyeta PSK,
ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Endamê Desteyê Kargerî ya Navendî (DKN) A. Mecît
Durmuş, Endamê Meclîsa Partiyê Bahattîn Turan û Nunerê PSK li Hewlêrê Velî
Koparan û Nurî Mavlay pêk hati bû, roja yekşem (10.01.2022) serdana
BaregehaNavendî a HDK-Î li bajarê Koye kir.
Heyeta HDK-Î,
ku ji Berpirsê Giştî Mistefa Hicrî û endamên serokatiyê Hesen Şerefî, H. Nazîf
Qadîrî, Fuat Xakibeg û Selim Zincirî pêkhatî bû, pêşwaziya heyeta PSK kir.
Di hevditinê samimi
da herdu heyet bîr û boçûnên xwe derheqa bûyer û pêşhatinên navçe û Kurdistanê
û hevkariya hêzên Kurdan pêşkeşê hevdu kirin.