Heyeta TEVGERê PSKê Ziyaret Kir

Heyetekê TEVGERê ku ji Yusuf Aydın, M. Can Azbay, İsmail Ay, Rıfat Sefali û Baran Bozkan pêkhatibû roja 08.11.2022an da serdana PSKê kir.

Li ser navê PSKê Serokê giştî Bayram Bozyel, Serokê Berê Mesut Tek, endamê Meclisê Ahmet Kilil pêşwazîya heyeta TEVGERê kirin.

Di zîyaretê da li ser navê TEVGERê M. Can Azbay jiber hilbijartina wî di Sêyemîn Kongra PSKê da Serokê Giştî  Bayram Bozyel û Meclisa nû pîrozkir û daxwaza serkeftinê kir.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatian mêvanan kir û jibo beşdarîya Kongreya PSKê û serlêdana wan siyasîya heyeta TEVGERê kir.

Di ziyaretê da herwisa herdu alîyan li ser rewşa sîyasî û xebatên hevkarîyê xeber dan û girîngîya hevxebatê bîr û rayên xwe eşkere kirin.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz