Komkujîya Dersimê û Dardakirina Seyid Riza Nayê Jibîrkirin!

Di salvegera heştan a Jenosida Şengalê da, ku bi destê rêxistina terorist a Dewleta Îslamî a Irak-Şamê  (DAÎŞ) ve hatibû kirinê, birina Şengalê hêşta sarij nebûye, xwin jê tê.

Ji ber ku;

Bi sedan qiz û xortên Êzdî, ku mezintirin qurbana Jenosida Şengalê ne, niha jî di destê DAÎŞê da dîl in û çarenusî bi sedan Êzdî jî ne dîyar in,

Bi dehan hezar Êzdî hê jî di kampan, di hel û mercekê gelek dîjwar da dijin, hêşta venegeriyane ci û warên xwe,

Heya niha hikumeta Baxda ne tenê bona sarij kirina birîna Şengalê qasê pêwîst alikarî nekiriye,  her usa bûye asteng li pêşiya alikariyên navnetewi û alkariyên xwe yên kêm jî qut kiriye,

Heya niha 3ê Tebaxê weki Roja Jenosida Êzdi ji aliyê Koma Milletan ve nehatiye pejirandinê.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê Jenosida Şengalê mehkum dike, hemderdî û hemxemiya xwe ligel birayên xwe Êzdî radigihine. 

PSK, bang ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dike, ku bona çareser kirina pirsgirêkên Êzdiyên kampan û azad kirina dîlên Êzdî pirtir hewl bide.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Kurdistanê Başur dike, bona ku Şengalî vegerin ci û warên xwe ji bona ci be ci kirina Peymana Şengalê bi hevra kar û xebatê bikin.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistanê dike, ku bibe destpêşxer û bi alikariya hemu partiyên Kurdistan û rêxistinên Kurd yên derwayê welat bona nasandina 3ê Tebaxê weki Roja Jenosida Êzdî ji aliyê Koma Milletan ve kar û xebat bike.

Li ber hizura şehidên Jenosida Şengalê qirnoş dibin!

2 Tebax 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Di tarîx û diroka gelê Kurd de komkujîya Dersimê û îdamkirina serokê berxwedana Dersimê  Seyîd Riza rojek xemgîn û rûpelekî reş digre.
Devleta Tirk bi dadgehek xapînok Seyid Riza, kurê wî Husen û hevalên wî dadgeh dikin û di  15.11.1937an de serokê berxwedanê Seyid Riza, kurê wî Hisen û 5 kadroyên serhildanê li Xarpêtê di meydana genim da nîvê şevê darda dikin. Li ser wê bûyerê û komkujîyê 85 sal derbas bûye û hîna jî cîyê gora wan şehîdan ne diyar e.
Wexta ku Seyid Riza û hevalên wî tên dardakirin, serokkomarê Tirkîyê Mustafa Kemal jî li Xarpêtê bû.
Dîsa weke ku di dokumen û arşîva resmî ya devleta Tirk de jî dîyar e, wezîrên komara Tirkîyê di 4ê Gulana sala 1937an de di meclîsa Tirk de li ser Dersimê civînekê pêk tînin û di wê civînê da biryar tê girtin ku erîşek leşgerî bişînin ser Dersimê.Piştî biryara wezîran, artêşa Tirk jî alikî da êrîşên bejayî ji alîyê din jî bi balafirên şer êrîşî gelê me yê li Dersimê dikin. Di van êrîşan da bi deh hezaran Kurdên sîvîl ten qetilkirin. Kesên ku tên girtin dikin şikeftan û di şikeftan da tên şevitandin. Pir kes jî ji ber ku fîşengên dewletê heba nebin bi kevir û daran tên kuştin. Barbarîya dewleta Tirk bi wan jî namîne, bombeyên jahrê li hember gel bi kar tînin. Di wan êrîşên hovane da gund û malê Kurdan jî tên şewitandin. Hin kes ji ber ku nekevin destê leşkerên Tirk, xwe davên çeman.

Dewleta dagîrker a Tirk îro jî li hember Kurdan sîyasetek qirêj û dijminane dimeşîne. Hemû  daxwazên netewa Kurd tên red kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tu  gavên erênî navêjin. Bi kurtî, li dijî gelê Kurd li bakurê welêt neheqîyek mezin heye.
Em wek Partîya Sosyalis ta Kurdistan-PSK komkujîa ku dewleta Tirk li hember gelê me li  Dersimê pêk anîye û dardakirina serokê berxwedanê Seyid Riza û hevalên wî bi tundî  şermezar dikin.

Em bangî hikûmet û dewleta Tirk dikin û dibên gora Seyid Riza û hevalên wî li ku derê ye aşkere bikin. Em wek nevîyên wan dixwazin cîyê kalikê xwe bizanin.

Di 85 salîya dardakirina serokê berxwedana Dersimê Seyid Riza û hevalên ku pê ra hatine  dardakirin û di şexsê wan da hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Rihê wan şad, cîyê wan bihuşt be.
14.11.2022

PSK-Partiya Sosyalista Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz