Êrîşa leşkerî û siyaseta dagîrkirina Kurdistana Başur a dewleta Tirk berdemaw e.
Di wan rojên dawiyê da Erteşa Tirkiyê êrîşa xwe li ser xaka Kurdistana Başur tundtir kir.
Ertêşa Tirk jî erd û esmanê, bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başurê.
Em wekî Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK carekî dinê radigîhinin, ku êrîşên hanê binpê kirina serweriya Hikumeta Herêma Kurdistan e û PKK û hebûna bingehên PKK li Herêma Kurdistanê tenê hencet e, armanca bîngehîn a dewleta Tirkiyê têkbirina aramî û seqamgîriya Herêm û deskevtîyên netewî û dagîr kirina Kurdistana Başurê ye.
Bi gor me siyaseta êrîşkarî û dagîrkeriye di hel û mercên îro a Rojhilatê da ne tenê xizmeta aramî û asayiş û aşitî nake, her usa rewşa heyî aloztir dike.
Em bi tundî êrîşa dewleta Tirk bo ser Kurdistana Başurê mehkum dikin û carekî dinê banga Koma Milletan (UN) Yekitîya Ewropa, bîrurayê cîhanê, dezgeyên mafê mirov dikin, ku dengê xwe dijî êrîşên hanê bilind bikin, zext li ser dewleta Tirk bikin daku dev jê siyaseta êrîşkarê berde.
Em banga hikumeta merkezî a Iraqê dikin, ku bona parastina serweriya xwe dijî êrîşên hanê bi berdawamî halwesta micîd bigre û giliya xwe bibe UN.
Em banga Parlamento, Serokatî û Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemu hêz û alîyên welatparêzên Kurdistana Başurê dikin, ku bona parastina deskevtiyên netewî destê xwe bidine hevudu û dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin.
Divê PKK rêz li Hıkumeta Herêma Kurdıstane bigre û hencet nede destê dewleta Tirk.
Em banga hemu hêz û alîyên siyasiyên welatparêzên Kurdistana bakurê dikin, ku bi yekdengî dijî êrîşa hanê dengê xwe bilind bikin û hevkariya xwe pêkbinin. Ji ber ku em bı hevkariya me me bi hêztir dıke û em dikarin pêşiya siyaseta êrîşkariya dewleta Tirk bigrın.
20 Avrîl 2022
PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesud Tek, di 19ê Xezîranê li İzmîrê beşdarê konferansa “Bûyerên Siyasiyên Dawî Li Tirkiyê û Halwesta Kurdan” bû û bîr û baweriya xwe li ser bûyer û pêşhateyên Kurdistan û Tirkiyê pêşkeşê beşdaran kir.
Gelek nunerên partiyên siyasî û saziyên sîvîl beşdarê konferansê, ku ji aliyê Şexa İzmîr a PSK ve hatibû amade kirin di Salona Kovara Deng da bi rêva çû, bûn.
Mesud Tek di axaftina xwe da behsa rewşa siyasî a dawî kir û got, ku li pêşiya tevgera azadiya Kurdistanê pêvajoyeka dijwar, derfet û metirsî hene.
Mesud Tek di berdewamiya axaftina xwe da usa got: “Kurd li Kurdistana Bakur hertim li ber du bijarde, xirap û xiraptir da bû, îro ew rewş hatiye guhartin û cî û qiymeta kurd di siyasetê da firehtir û qehîmtîr û carenussaz bûye. Kurd bona, ku ji vê derfetê îstîfade bike û daxwazên xwe yên netewî û demokratîk bi destxe, divê destê xwe bide hevdu û navendeka Kurdî ava bike.”
Tek, bahsa xebata ava kirina navendeka Kurdî a PAK, PSK, TDK-Tevger kir û got, ku “xalên hevbeş yên partiyên Kurd ji xalên ciyawaz pirtir e û li pêşiya navendeka hanê çu asteng nîne û divê hewlê mîcîd bê dayinê.
Mesud Tek, di dawiya axaftina xwe da behsa şerê Rusya-Ukrayna û karigeriya şerê hanê li ser pirsa Kurdistanê kir û usa got: “Nirxa çavkaniya xaz û nefta Kurdistanê bilind bûye û bala dewletên Ewropa bo ser xwe dikşine. Hikumeta Herêma Kurdistanê divê ji vê rewşe îstîfade bike, bona vê armancê jî divê ligel aliyên siyasiyên din yên Başûr ve gavan bavêje. Herêma Kurdistan çiqas hewcedarê Tirkiyê ye, Tirkiyê jî evqas hewcedarê Herêma Kurdistan e.”
Mesud Tek di dawiya civînê da bersîva pirsên beşdaran da.