Kongra Sisêyan a PSK, Di Bin Diruşma “Çareseriyeke Lezgîn Ji Bona Azadî, Demokrasî û Aşitiyê” da civiya
Di 30 Cotmeha sala 2022an da, li Amedê, Kongra Sisêyan a PSK civiya. Nunerên partiyên siyasi û saziyên demokratiik ji herçar perçeyên Kurdistanê û bi sedan ronakbîr û nivîskar beşdarê kongra bûn. Kongra sisêyan a bi çoş û kelecanekê germ birêva çû û bi serkevtî tevav bû.
Bi sedan sazî û şahsiyet peyama piştgiriyê şandin Kongra û televizyonên Kurdî ji kongrayê bi zindî weşandin.
Kongra bi axaftiha serhad Amedî dest bi karê xwe kir. Paşê bona bi rêvabirina kar û barên Kongra heyetek, ku ji Ramezan Moray, Gonul Dabakoglu, Celal Yildiz û Bahaddin Turan pêkhati bû, hat destnişan kirinê.
Paşê xwendina Siruda Ey Reqib û ragihandina deqiqeyek bê dengî bona rêzgirtina şehidan, Serokê Giştî a PSK Mesud Tek axaft. Tek di axaftina xwe da behsa buyer û pêşhatiyên siyasii yên navçe û Tirkiye kir. Mesud Tek cext li ser vê yêke kir û got, ku “li Tirkiyê qeyraneka pirali heye û Tirkiyê rû bi rûyê guhartinê ye. Kurd divê xwe ji bona vê guhartinê amade bike û bona vê yêkê ji divê hemu hêzên siyasiyên Kurdistanee di bin banekî natewi de bêne ba hev.”
Tek amaje bi vê yêkê kir û got, ku hemu hêzên Kurd dikarin li ser 4 xalan bêne ba hev, ku ev in: Divê nasnameya Kurdî bi resmii were nasandinê, divê zimanê Kurdi bibe zimanê fermî û perwerdeyî, divê hemû partî û rêxistinên Kurdistani bi azadi kar û xebat bikin û divê dewleta Tirk bê qeyd û şert pabendê peymanê navnetewi bin, ku bi xwe imze kiriye.
Tek got, ku ger Kurd hevkariyê xwe pêk binin dikarin bandora xwe li ser pêvajoya siyasî daynin û emcama pozitif bi dest bixin.
Paş axaftina Tek berandamee serokê giştii Bayram Bozyel axaft. Bozyel di axaftina xwe da bir û baweriya xwe li ser serdema nu pêşkeş kir û got, ku divê Kurd li hember tund û tijiyê halwesteka micid û vekirî bigre û banga dewlet û PKK kir, ku dev jê tund û tijiyê berdin.
Bozyel derbazbuuyiya 48 sal û halwesta pêgirî û dirokî a PSK bi bir xist û spasê xwe pêşkeşê wan kesan kir, ku keda wan di vê pêvajoyê da hebû û heye.
Bozyel her usa pêşbiniyên xwe derbareyê bûyer û pêşhatiyên Tirkiyê anii ziman û behsa siyaseta tifaqa PSK kir û got, ku “em giringiya pêyvendiyên di navbera çareseriya pirsa Kurd û demokratize kirina Tirkiyê dizanin.” Bozyel cext li lezginiya hevkariya fireh a hezên wqelatparêzên Kurdistanê û pekhatina tifaqa demokrasi li Tirkiyê kir.
Paş axaftina Bozyel bi navê Komiteya Çepên Kurdistana Başur (Partiya Suî a Kuirdistanê, Hizba Zahmetkeşên Kurdistanê, Bizotneweyê Demokratik a Gelê Kurd) Şiwan Mehmud, bi navê Partiya Azadîya Kurdistanê Serokê Giştî Mustafa Ozçelik, bi navê TEVGERê M. Can Azbay, siyasetmedar û nivîskar îbrahim Guçlu, bi navê Hereketa Azadî Metin Pîranii, siyasetmedar Silêman Keleşî axaftin û bir û baweriya xwe pêşkeşê beşdarên Kongreyê kir.
Paş axaftina mêvanan hinek peyamên, ku hatine şandinê, hatin xwendin. Paş axaftinan hinek peyaman rapora kar û xebat û abori hatin xwendin û paş nirxandinê herdu raporan jî ji aliyê nuneran hat pêjirandinê.
Her usa paş pêjirandina reşnivisa biryarên kongre ji aliyê nuneran ve, bi dengê hemu nuneran Bayram Bozyel weki Serokê Giştî hat hilbijartin û her usa endamên nu yên meclisa partiyê hatin destnişan kirinê û kongra bi pêşniyarên nuneran bi dawî hat.
Yên ku bêşdarê Kongra bûne an jî peyam rêkirine ev in:
Yekîtîya Niştîmana Kurdistan YNK,
Bi navê Hîzba Demokrata Kurdistana îran Mihemed Nezîf Qadirî
Bi navê Hîzba Zahmetkêşên Kurdistan, Siwar Mahmud, Bextiyar Mistefa
Bi navê Hizba Şui a Kurdistan, Ebu Saman, Hevta Resul
Bi navê Bizotnemaya Demokratî Gelê Kurdistan, Xelil Mahmud
Bi navê Partîya Azadîya Kurdistan Serokê Giştî Mustafa Özçelik, Cigirê Serokê Giştî Vahit Aba
Bi navê Partiya Komunista Kurdistan Serokê Giştî Sinan Çiftyürek
Bi navê HAK-PAR Cigirên Serokê Giştî M. Şah Eren ile Mahsun Çelebî
Bi Tevgera Demokratik a Kurdistan- TEVGER Cano Amedi, Baran Bozkan, Siraç Kaya, Cabbar Şirnaqi
Bi navê Parti Demokrati Kurdistan Bakur Bora Balin
Bi navê Hareketa Azadî Metin Piranî
Bi navê PDK Bakur Mustafa Konuk
Bi navê Partîya Azadî Cemal Sati
Bi navê PÊLKURD Haluk Gokalp
Bi navê DBP Hayrettin Aldun
Bi navê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, Ramazan Ari, Zahit Çiftkuran, Samet Bilgin
Bi navê Komela Pir Sultan Abdal-Amed Aydin Atli
Bi navê Grusa Diyaloga Dicle Firat Grubu Muhittin Batmanli
Bi Komela Xanenişinên Tirkiyê- Amed Mecit Kaçar
Gisekerê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Ciziri
Serokê Şaredariya Çinar Bedri Kaya
Bi navê Partîya Demokratî Pêşverû Şêxmus Hemo
Bi navê Partîya Yekîtî Kurdistanî Surî Elî Hermesi, Silêmanî Baravî
Nivîskar Seîd Memûzin
Yekîtîya Komelên Kurdistan KOMKAR Almanya
Kovan Amedî Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
İsmail Kamil Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî
Halime Oğuz Nuner, Danimarka Sosyalist Halk Partisi
Eskerê Boyîk Nivîskar
Şakir Epözdemir Lêkoliner/Nivîskar
Hikmet Can (Ronakbîr)
Mahmut Fevzi Firat (Ronakbîr)
Zana Sezen HAK-PAR Nunerê Herêma Kürdistanê
Mustafa Muslumoğlu ( Rêveberê Komeleya Karkerên Parisê)
Baran Hemze, nivîskar
Adem Ozcaner Milletvekiliyê berê
Av. M. Celal Baykara,
Dara Bilek Siyasetvan
Rojîn Cegerxwîn
Munzur Çem Nivîskar
Cemil İbrahim, nivîskar
Dogan Ceren , helbestvan
Ahmet Kardam, nivîs
Riza katurman, pîr
Murat Dağdelen, nivîskar
Dr. Husên Hebeş Helbestvan û Zimanzan
Haci Kardoxî Radyo Ashtî
Dr. Ekrem Bilek
Metin İncesu Serokê NAVEND
Nawenda Rewenda Kurdistanî –Danmark
Yilmaz Yildiz Serokê KOMKAR Kopenhagen
Mahmud Kalo Berdevkê Fermî yê Festivala Serxwebûna Kurdistanê
KOMJIN
Haluk Yildizhan (Siyasetvan)
Seîd Veroj (Nivîskar)
Şeyhmus Diken (Nivîskar)
Hasan Beksek (Esnaf)
Mele Arif (Siyasetvan)
Mahmut Kilinç (Siyasetvan)
Eyüp Karakeçi (Siyasetvan)
İbrahim Güçlü (Nivîskar)
Ehmed Kanî (Nivîskar)
Nedret Bilici
Sedat Yurtdaş (Parêzer)
Abdullah Çelebi (Siyasetvan)
Paşa akdoğan (Siyasetvan)
Tahsin Sever (Nivîskar)
Osman Karavil (Siyasetvan)
Mahmud Çeşme (Ronakbîr)
Ali Oncu (Sendîkavan)
Omer Ozmen (Nvîskar)
Vera Koyî (Nivîskar)
Zahit Bozarslan (Siyasetvan)
Muzaffer Toy (Cotkar, parêzer)
Şeymus Ulek (Parêzer)
Mehmet Guzeller (Parêzer)
Sidki Zilan (Parêzer)
Şeyhmus Asig (Siyasetvan)
Bi navê Partiya Demokratik a Kurd Nesih Demirtaş, Mustafa Akici
İsmail Beşikçi, Sosyolog, nivîskar
Ziya Avci, nivîskar,
Lokman Polat Nivîskar
Salih Qiti, siyasetmedar
DİAKURD
Bi navê HEZKURD Suphi Ozgen
Bi navê PDK-T Sedat Karademir, Cihan Kılıççı
B navê PİA Ahmet Kaya, Sedat Dogan