Li Amedê Dengê Maf û Azadî Bilind Bû

Platforma navçeyîya KESKê îro li Amedê mitîng û xwepênîşanekî girseyî li darxıst.

Mitîng li qada îstasyonê hat li darxistin.

Mitinga ku ji hêla Platforma Navçê a KESKê bi rêve çû, bi armanc û di bin şîara “Ked, aşîtî û azadî” de pêk hat.

PSK şaxê Amedê jî bi alên Partîya xwe û bi girseyî bi û şîarên “ Bijî Kurdistan, Demokrasî Bo Tirkîyê, Azadî Bo Kurdistan”  tev li mitîng û xwepênîşandanê bûn.

PSKyî bi germayî hatin pêşwazî kirin. Şîarên PS yîyan ji hêla bêşdarvanan ve jî bi girseyî hat dubare kirin.

Çapemenîya Kurd û Tirk ji bi balkêşî ve miting û xwepênîşandanê şopandin.

Her weha bi PSK yîyên bêşdarê xwepênîşandanê re hevpeyvînan pêk anîn.

Mitîng û xwepênîşandana Amedê bi aramî û serkeftî dawî lê hat.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz