76 sal li ser “2ê Rebandanê” roja ragihandina Komara Kurdistanê derbas bû.
Rast e Komara Kurdistanê sava, temen kurt bû, di navçeyeka sinorkirî da serwer bû.
Lê belê bandora wê, kar û kiryarên wê yên di warê çandî, perwerdeyî, siyasî û civakî da îro jî berdewam e.
Komar, ku berhema xebat û berxwedana gelê Kurd e, nişana vîn û iradeya gel e, nişan daye Kurd dikare carenusê xwe bigre destê xwe.
Ala Rengîn, ku di Komarê da hatiye bilind kirin, îro li seranserê Kurdistanê bûye sembola berxwedan û tekoşinê.
Hêzên Peşmergeyê Komara Kurdistanê îro parezvanê deskevtên Kurdistana Başur in.
Pêşmergeyên navsenger îro jî li çiya, deşt û zozanên Kurdistanê dixemlinin û sembola cangoriya gel û welat in.
Zimanê perwerdeyê Komar kurdi bû. Daxwaza perwerde bi zimaê zikmaki, îro li Bakur û Rojhilat û Rojavayê welatê me da bûye daxwaza serekî û neteweyî.
Dewleta dagirkera Şahinşahiya Îranê kariye, bi alikariye dewletên mezin yên vê demê, Komarê biruxine û sorokê Komar Pêşava Qazi û hevsengerên wi idam bike.
Lê belê nikariye û ne tenê ew, dagirkerên dinê ji nikarin agirê Komarê bitemirinin, xweragirî û pêgiriya Pêşavayê ji bira gelê me bibin.
Ala Rengîn, ku li Mehabadê bilind bibû, îro li ser Parlamentoyê Kurdistanê û hemu dem û dezgeyên fermi yên Herêmê bilind dibe.
Em pistrast in Ala Rengin wê sibê dîsa li Mehabadê, li Amedê û li Qamişloyê jî bilind dibe.
Bi vê hestê va “2ê Rêbendanê” li daykên şehidên Kurdistanê, zindaniyên siyasi û Peşmergeyên navsenger piroz dikin.
Careki dinê li ber hizura Pêşava Qazi û hemu şehidên Kurdistanê qirnoş dibin.
Tişkên rojê, ku 76 sal berê niha li Mehabadê hilatiye, îro jî rêka me ronî dike.
20.01.2022
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Li ser Qetlîema Maraşê, ku bona kudutaya 12ê İlonê sala 1980ê
rê xweş kir, 43 sal derbas bûn.
Di 19 Berçîleya sala 1978’an da, li Maraşê hêzên nijadperest
û tundrewên olî êrîş kirin ser saziyên demokratîk yên vê demê, kesên demokrat û
şoreşger û ronakbîr.
Di heyama hefteyek da mal û ciyê karê yên Aleviyên Kurd
û demokrat û çep, li ber çavên hêzên asayişê ketin ber êrîşên nijadperestan,
hatin talan kirinê, şewitandin û ruxandınê.
Di encama êrîşê da, ku hefteyek berdewam bû, bêtirî 500
kes, ku piraniya wan Kurdên Alevî bûn hatin kuştin û bi sedan kesên dinê jî birindar
bûn, ku piraniya kuştî û birîndaran jin û zarok û pîrejin û pîremêr bûn. Lê
heya niha jî hêjmara kuştî û brindaran bı zelalî ne hatiye zanin û ragihandınê.
Berpirsê serekî ya qetlîema hanê, ku ji aliyê “dewleta
kur” da hatiye organîze kirin û li ber çavên “hêzên evlehiyê” hatiye ci be ci
kirinê, cîhanbinî û sistema dewleta Tirk e, ku armanc ji vê cîhanbiniyê Tirk û
Misluman kirina hemu kesan e, ku li Tirkiyê dijin.
Ji bona vê yêkê jî amadekar û encamderê Qetlîma Mareşê
heya niha nehatiye eşkere kirin û dadigeh kirinê. Dosyayên Qetliêma Maraşê di
labirentên Enqere winda bûye!
Ji ber van sedeman Marêş hêj birîndar e, xwîn jê tê.
Ji bona ku Qetliema Maraşê, amadekar û ci be ci karen vê
qetliema ne hatine destnişan û dadigeh kirinê, paş Maraşê, qetlîamên Madimak,
Taxa Qazî, Lîcê û Roboskî û hwd çêbûn, bi sedan kes hatine kuştin û birîndar
bûn, ku kiryarên wan jî hêşta ne diyar in!
Em di salvegera 43an da Qetlîema Marêşê, carekî dinê
mehkûm dikin û li ber hizura qurbanan qirnoş dibin.
20 Berçîle 2021
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan