
Merhaba,
Her zamanki gibi dünyada ve bölgemizde önemli gelişmeler
yaşanıyor. Son dönemin en sıcak tartışma konusu hiç kuşkusuz Afganistan.
ABD’nin Afganistan’dan çekilmesi benzer bir durumun Irak ve Suriye’de de
yaşanabileceği ve bunun Kürtler bakımından ne tür sonuçlar doğurabileceği
tartışmasını tetikledi.
Türkiye’de ise Kürt karşıtlığı tehlikeli bir tırmanış
içinde. İktidar çevrelerinin Kürtleri ve siyasi aktörlerini hedef alan
söylemleri sokakta Kürtlere toplu katliam ve linç girişimleri şeklinde hayat
buluyor. Özel olarak Kürtler, genelde demokrasi ve değişimden yana muhalefetin
nefes alması bile giderek zorlaşıyor.
Öte yandan Kürdistanı parçalayan Lozan Anlaşması’nın yüzüncü
yılına az kaldı. Kürt siyasal aktörleri ve aydınları şimdiden bu konuyu
gündemlerine alarak tartışıyorlar.
Söz konusu başlıklar çerçevesinde yazarımız Bayram Bozyel,
ABD’nin Afganistan’dan çekilme sürecini ve bunun Güney ve Güneybatı Kürdistan
üzerindeki etkilerini irdeleyen bir makale yazdı.
Ayrıca, Deng Dergisi olarak Türkiye’nin dışında ve içinde
yaşanan birçok gelişmeyi, bütün bu süreçleri yakından izleyen Prof. Mesut Yeğen
ile konuştuk ve yaptığımız röportaja bu sayıda yer verdik.
Yazarlarımızdan Mesud Tek, Kürt hareketinin karşı karşıya
bulunduğu tabloya ve yapması gerekenlere ilişkin bir makale ele aldı.
Lozan Antlaşması’nın 100. Yılına yaklaşırken, bu konuyla
ilgili biri Hasan Yıldız ile yapılan röportaja, diğeri ise Şeyhmus Özdemir’in
yazdığı yazıya yer verdik.
Bu sayıda ayrıca Mazhar Kara, Ümit
Tektaş, Mehmet Bayrak, Kavûs Ezîzî, Nasır Kemaloğu ile Munzur Çem’in farklı
konulara ilişkin değerli değerlendirmeleri yer alıyor.
Son olarak Ebdulrehman Qasimlu’nun ünlü Kürt şairi Hêmîn
üzerine yazıp Ziya Avcı’nın Kurmanciye çevirdiği bir çalışmaya yer veriyoruz.
Okuyunca beğeneceğinizi umuyoruz.
Merheba,
Wek her carî li dinyayê û herêmê gelek bûyerên girîng
diqewimin. Ji mijarên dawîn ya herî germ şik tuneye ku Efganîstan e. Piştî
vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê, bibe nebe pirsa Kurdistanê kete rojevê.
Gelo dê Emerika ji Irak û Suriyê jî vekêşe, ger vekêşe dê tesîreke çawa li ser
tevgera Kurd bike?
Li Tirkiyê jî dijayetîya Kurdan her diçe zêde dibe. Her cara
ku rêvebirên dewletê zimandirêjîya Kurdan dikin, nîjadperestên Tirk Kurdên sivil
qetl dikin yan jî linç dikin. Rewş hatîye qonaxeke wisa ku ne tenê Kurd,
demokrat û aştîxwazên Tirkan jî êdî nikarin bêhn bigirin.
Li aliyê din sedsalîya Peymana Lozanê ku bûbû sedemê
perçekirina Kurdistanê nêzîk dibe. Aktorên siyasi û ronakbîrên Kurdan ji anha
ve li ser vê mijarê nîqaş dikin û gur dibin.
Di vê çarçoveyê da nivîskarê me birêz Bayram Bozyel li ser
mijara vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê û tesîra wî li ser tevgera Kurd
maqaleyek nivîsî. Her wisa me wek Kovara Dengê li ser bûyerên dawî yên li
hundir û derve bi birêz Prof Mesut Yegen ra hevpeyvînek çêkir.
Birêz Mesud Tek jî ji bo vê hejmara Dengê rewşa sîyasî ya li
Tirkîyê û Kurdistanê analiz kirîye û di nivîsara xwe da erkên Tevgera Kurd
raxistîye li ber çavan.
Birêz Hasan Yıldız û Şeymus Ozdemir jî bi minasebeta 98
saliya wê, li ser Peymana Lozanê bîr û raya xwe ji xwendevanên me ra
parvekirine.
Herwisa di vê hejmarê da gotarên Mazhar Kara, Umit Tektaş,
Mehmet Bayrak, Kavûs Ezîzî, Nasır Kemalogu, Munzur Çem û Ebdulrehman Qasimlu
yên girabuha cîh digrin.
Em hêvî dikin ku dema bixwînin hûn ê biecibînin.
Werin em bi hev re agirê Newrozê ji bo yekitî, hevkarî û yekrêziyê geşbikin!
Meha adarê bi rojên şahî û kêfxweşî û herweha bi rojên diltevizînî û komkujîyan ve, di dîroka Kurdistanê de xwedîyê cihekî gelekî girîng û taybetî ye. Kurd û kurdistanî Newrozê ji alîyekî weke cejna serêsalê û hatina buharê, ji alîyekî din jî weke roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz dikin.
Bêguman pîrozkirina Newrozê ya bi vî awayî, dagîrkerên Kurdistanê ditirsîne. Ew ji alîyekî pîrozkirina Newrozê qedexe dikin; ji alîyekî din jî hewl didin ku Newrozê ji armanc û naveroka wê ya sereke bi dûr bixînin. Loma jî ew roja Newrozê bi naverokên çêkirî yên bêwate pîroz dikin. Ew bawer dikin ku dê bi vî awayî bikaribin Newrozê ji naveroka wê ya dîrokî bi dûr bixînin; tîn û tesîra wê ya li ser hestên neteweyî jar û hejar bikin. Loma jî em gelek girîng dibînin ku miletê Kurd û kurdistanî cejna Newrozê bi ruhekî neteweyî û naveroka xwe ya dîrokî pîroz bikin. Divê em Newrozê, bi armanca li dijî dagîrkerî û zordariyê û weke sembola berxwedana neteweyî û azadîyê pîroz bikin. Divê em agirê Newrozê weke qadek girîng ya xebat û têkoşîna li dijî dagirkerî, înkar û asîmîlasyona li ser miletê Kurd û kurdistanîyan bêtir geş û gur bikin.
Îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê cejna Newrozê bi awakî azad pîroz dikin. Lê li Bakurê Kurdistanê, miletê Kurd hê jî nikare bi awakî azad vê cejna xwe ya neteweyî li gorî naveroka wê ya dîrokî pîroz bike. Karbidestên dewletê bi qedexekirin û astengên cihêreng hewl didin ku rê li ber pîrozkirina Newrozê bigrin, ya jî vê roja pîroz şolî bikin. Lê ew çi dikin bila bikin, dagîrkerên Kurdistanê dê nikaribin di vê siyaseta xwe de bi ser nekevin; agirê Newrozê dê li her çar alîyên Kurdistanê her geş û bilind bibe.
Di vê pêvajoya ku zimanê kurdî bi jenosîda asîmîlasyonê rû bi rû ye, dive em bi taybetî hewl bidin ku Newrozê bi kurdî pîroz bikin. Dive em hewl bidin ku vê cejna neteweyî ji bo geşkirina xebat û têkoşîna zimanê kurdî jî bikin qad û derfetek girîng. Herweha divê em vê rojê bikin platformek hevbeş û girseyî ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî, civakî û çandî.
Kurdistaniyên hêja!
Dagîrkerên Kurdistanê êdî weke berê nikarin serwerîya xwe li Kurdistanê bimeşînin. Helwesta hêzên navneteweyî, guherînên li Dinyayê û Rojhelatanavîn, derfetên dîrokî radestî miletê Kurd dikin û zemîna tekoşîna ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê berfirehtir û bi hêztirdikin. Ev kêys û derfet di Rojeva Kurdistanê de bûye diyardeya sereke; lê di heman demê de, girîngiya yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî ya miletê Kurd û kurdistanîyên vî beşê Kurdistanê jî bêtir derdixîne pêş. Divê em baş bizanibin ku miletê Kurd tenê bi yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêngavên biryardêr bavêje.
Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî taybetî û metirsîdar de derbas dibe. Ev rewşa wezîfeyên taybetî derdixînê pêşiya me. Divê partî, rêxistin û tevgerên neteweyî û kurdistanî rojek berî rojekê li ser armanc û daxwazên acîl yên hevbeş bêne ba hevdû û di vî warî de gavên pêwîst bavêjin. Ev wezîfeyek neteweyî û dîrokî ye. Divê em hewildanên yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî geş bikin; parastin û vejandina hişmendî û destkeftiyên neteweyî bêtir derxînin pêş.
Bijî sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê
Newroz!
Bijî yekrêziya neteweya kurd û kurdistanîyan!
21ê adarê 2022
– Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)
– Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
– Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)