PAK, PSK û TEVGER Şêx Evdirehîm û hevalên wî bi bîr anin

Êrîşa leşkerî û siyaseta dagîrkirina Kurdistana Başur a dewleta Tirk berdemaw e.

Di wan rojên dawiyê da Erteşa Tirkiyê êrîşa xwe li ser xaka Kurdistana Başur tundtir kir.

Ertêşa Tirk jî erd û esmanê, bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başurê.

Em wekî Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK carekî dinê radigîhinin, ku êrîşên hanê binpê kirina serweriya Hikumeta Herêma Kurdistan e û PKK û hebûna bingehên PKK li Herêma Kurdistanê tenê hencet e, armanca bîngehîn a dewleta Tirkiyê têkbirina aramî û seqamgîriya Herêm û deskevtîyên netewî û dagîr kirina Kurdistana Başurê ye.

Bi gor me siyaseta êrîşkarî û dagîrkeriye di hel û mercên îro a Rojhilatê da ne tenê xizmeta aramî û asayiş û aşitî nake, her usa rewşa heyî aloztir dike.

Em bi tundî êrîşa dewleta Tirk bo ser Kurdistana Başurê mehkum dikin û carekî dinê banga Koma Milletan (UN) Yekitîya Ewropa, bîrurayê cîhanê, dezgeyên mafê mirov dikin, ku dengê xwe dijî êrîşên hanê bilind bikin, zext li ser dewleta Tirk bikin daku dev jê siyaseta êrîşkarê berde.

 Em banga hikumeta merkezî a Iraqê dikin, ku bona parastina serweriya xwe dijî êrîşên hanê bi berdawamî halwesta micîd bigre û giliya xwe bibe UN.

Em banga Parlamento, Serokatî û Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemu hêz û alîyên welatparêzên Kurdistana Başurê dikin, ku bona parastina deskevtiyên netewî destê xwe bidine hevudu û dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin.

Divê PKK rêz li Hıkumeta Herêma Kurdıstane bigre û hencet nede destê dewleta Tirk.

Em banga hemu hêz û alîyên siyasiyên welatparêzên Kurdistana bakurê dikin, ku bi yekdengî dijî êrîşa hanê dengê xwe bilind bikin û hevkariya xwe pêkbinin. Ji ber ku em bı hevkariya me me bi hêztir dıke û em dikarin pêşiya siyaseta êrîşkariya dewleta Tirk bigrın.

20 Avrîl 2022

PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Sê partî û rêxistinên Kurdistanî Şêx Evdirehîm, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ku bi 16 hevalên xwe re hatibû şehîdkirin bi bîr anîn. Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratên Kurd (TDK) li ciyê ku Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd û hevalên wî hatibûn şehîdkirin,  merasîmekî li dar xistin û şehîdên Kurdistanê bibîr anîn.

Di merasimê da Daxuyanîya Hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya bi minasebeta 84emîn salvegera şehadeta Şêx Evdirehîm û hevalên wî hat xwendin. Belavoka hevbeş bi vî awayî ye:

Daxuyanîya Hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya bi minasebeta 84emîn salvegera şehadeta Şêx Evdirehîm û hevalên wî:

Hevalên Héja, Kurdistanîyên Ezîz,

Em di salvegera şehadeta têkoşer û pakrewanên doza Kurd û Kurdistanê Şêx Evdirehîm û hevalên wî de, hemû şehîd û canfedayên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin!

Şêx Ebdurehîm, birayê Şêx Seîd e. Şêx Seîd di 8ê sibata 1925an de li Pîranê dibe mêvanê  birayê xwe. Piştî provakasyon û bêrêzîya tîmek leşekêrê dewletê, fîşeka pêşî ya bûyera  serhildana 1925an ji alîyê Şêx Ebdurehîm tê teqandin.

Di serhildana 1925an ya Şêx Seîd de, Şêx Evdurehîm serdarê enîya şer ya Maden, Çêrmûg û Erxenî ye. Piştî serhildana 1925 an dişkê, Şêx Evdirehîm û hinek hevalên xwe teslîm nabin û  çend salan berxwedana xwe didomînin. Lê gava îmkanê berxwedanê namîne, ew derbasî  Binxetê, ango Başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin.

Gava qetlîama Dersimê destpé dike , Şex Evdirehim û hevalên xwe yên têkoşer û canfedayên Kurdistanê di 9ê tîrmeha 1937an de derbasî Serxetê, ango Bakurê Kurdistanê dibin. Di nava wan kesan de, Cemîlê Seyda, Selehedînê kurê Seyidxan, Elî Begê Stewrê, Şêx Mizbeh û  egîtên dilpola hebûn.

Şêx Evdirehîm û hevalên xwe dixwazin di hewara xwişk û birayên xwe yên Dersimê de herin.

Piştî derbasî Serxetê dibin, ew xwe dighêjînin deşta Perîşanê ya gundê Seletê ya Bismilê. Li cîhekî li wê derê xwe vedişêrin ku êvarî rêwîtiya xwe bidomînin. Yekî ji nav wan ku navê wî Ziya ye û bi alîkarîya hin xwefiroşên deverê îxbara wan têkirin. Di destpêkê de, hinek leşkerên dewletê û çend bekçîyên Sînanê dora wan digrin. Li mintiqa gundê Mîrkulyayê şer dest pê dike û li wê derê Şêx Evdirehîm şehîd dikeve.

Lê hevalên Şêx Evdirehîm jî li wê derê Muxtarê gund dikujin û hedî hedî riya xwe didomînin. Lê piştî demekê, leşkerên alaya Diyarbekir û Mêrdînê jî xwe dighînin cihê bûyerê.

Hevalên Şex Evdirehîm xwe li nav zevîyên genim vedişêrin. Leşker agir berdidin genim û bi çekên giran li wan direşînin. Hinek ji wan di nav geniman de têne şewitandin, hinek ji wan ji alîyê leşkeran ve têne şehîd kirin; hinek ji wan jî, ji wê dorpêçê xelas dibin. Lê mixabin dîsa ji  ber îxanet û îxbaran, ew jî têne şehîd kirin. Eskerên hov yên dewletê, serê gelek kesan jê dikin û laşîn wan jî bi sungûyan kunkunî dikin!

Em bi berxwedan û têkoşîna şehidên xwe serfirazin. Bila herkes baş bizanibe li wir pakrewan û fedaîyên doza Kurdistanê li dijî dagirker û îxanetkaran bi canê xwe, bi xwîna xwe dîrok nivîsîn, Bi helwest û sekna xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn têkoşerên Berxwedana Dêrsimê. Bûn heval û hogirên Elîşêr, zerîfe xanim û Seyid Riza.

Şehîdên Kurdistanê rûmet û hêjajîya herî mezin ya doza Kurdistanê ne. Em Şex Evdirehîm û hevalên wî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tinin û wê her dem di xebat û têkoşîna me de bijîn!

18.07.2022

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)  
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz