Parêzgerê Hewlêrê Serdana PSK Kir

Di 25ê Adarê da Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnav ligel heyeta xwe serdana PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê kir.

Serokê Giştî a PSK Mesud Tek, cigirên serokê giştî Bayram Bozyel, Hasan Dağtekin, Remezan Moray, endamên Meclisa Partiyê zulkuf Baran, Hidayet Fidan, Vedat Dede, Umut Ciwan û çend endamên şaxa Amadê a PSK pêşwaziya Umîd Xoşnav û heyeta wî kirin.

Paêzgerê Hewlêr Umîd Xoşnav û Mesud Tek, bîr û boçunên xwe yên derbareyê buyer û pêşhateyên Kurdistan û navçe pêşkeşê hevudu kirin.

Herwekî tê zanin Umîd Xoşnav bona beşdariya Pêşangeha Mezopotamya bo Geştuguzar hatiye Amedê.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz