Rêzdar Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
Rêzdar Kek Mustafa Özçelik,
Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên birapartî PAKê dikim.
Em bi bawerîyekê xurt hêvî dikin ku em dê pêşedemê da hewlên me yên ji bo pêkanîna hevkarî û tefaqeke neteweyî bi hêztir bikin û bigîhînin encamê.
Li gel slavên birayane
04.11.2022
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê PSKê