Peyama Hizba Şuî a Kurdistanê Bo Kongra PSK

Berrêzên Endamên Kongreya sisê ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê

Silavek germ,

Bi hilkefta girêdana kongreya sisê ya Partiya we Partiya Sosyalist a Kurdistanê, bi navê Mekteba Siyasî û Serokatiya Partiya Komunîsta Kurdistanê li Başûr pîrozbahiyên germ li we dikin, hêvîdarin biryar û raspardeyên kongreya we di astê qonaxa hestyar da be, ku dever têda derbas dibe ku komek pêşhate û guherînên giring bi xwe ve dibîne. Her wesa ew kêşe û arîşeyên dibin asteng li ber doza rewa ya gelê me li bakûr ku vê yekê pêwîstî bi siyasetek jînwarî heye bo çaresekirina hemî kêşe û pirsgirêkan bi riya pirensîbên demokratik, aştî û diyalogê.

Berrêzên,

Partiya Sosyalist a Kurdistanê her ji despêka damezrandina wê da rolek erênî hebu di xebat û têkoşanê ji bo aramî, pêkvejiyan, aştî û mafên rewa yê gelê me li bakûr. Çu wextek kêmasî nekiriye û peywendiyek dostane ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hebuye. Û bi taybet ligel Partiya Komunîsta Kurdistanê ku wek aliyek çep, gelek karên hevbeş encam dane û hêvîdarin hemahengî li navbera Partiya Sosyalist û Partiya Komunîsta Kurdistanê ji bo berjewendiya bilind ya niştimanî û bidestve anîna azadî û wekheviyê bi hêztir be.

Li dawiyê hêviya serkeftinê bo kongreya we dixwazin û carek dî giringiya peywendiyên du alî û karê hevbeş diyar dikin

Ligel rêzgirtinê

Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê

29.10.2022

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz