Peyama Mala Êzîdiyan ya bajarê Oldenburgê Bo bayram Bozyel

Brayê Bayram Bozyel

Sekretêr û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK ê)

Em ji medîya kurdî pê hisyan, ku kongira partîya we ya sêyemin li Diyarbekir hatibû lidar xistin

û hûn wek Sêkrêtarê giştî ya Partîya Sosîalîst a Kurdistan hatne hilbijartine. Em li ser navê

komîtêya xwe ya rêvabir û rewşenbîrî bi dil û can we pîroz dikin ji bo ko hûn hatne hibijartin û

bona xebata we serkeftinê dixwazin.

Va bi sala ye kû brayê Mesût Tek hersal li Mala me dibe mêvan û guhdariya kûl, derd û hêviyên

Êzîdîyan dike û em wî wek dost û xêrxwazekî Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê û êzdiyatîyê.

nas dikin. Em bo xebata wî bejna xwe ditewinin û bona brayê Mesût Tek sêet-qewetê dixwazin.

Em hêvi dikin ev tekliya me bi riya brayê Mesût Tek berdewam be û hege rojekê wextê we ji

çêbibe, emê kêfxweşbin bona hatina we li Mala Êzîdîyan Oldênbûrgê.

Em dizanin kû gelek bargirani li pêşiya we û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK ê) hene û bona

xebat û xizmeta we ya siyasi bona destxistina mafên miletê Kurd hûn hertim serkefti bin û riya

we vekiri be.

Bi silavên qedrgran,

Ilyas Yanc,  Serokê Malê

Gulistan Ibrahim, Cigira serokê Male

Komîteya rêvebirina Mala Êzîdiyan ya bajarê Oldenburgê / Elmanya

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz