Serokê PSKê Bayram Bozyel Pêşawazîya Heyeta PWKê kir

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel tevî Cihgirê Serokê Giştî Selva Baksi, Celal Yıldız, Mehmet Bozhan û Veli Koparan îro (14.11.2023) li Ofisa Hewlêrê a PSKê pêşwazîya heyetekê Partîya Welatparêzên Kurdistanê kir.

Heyeta PWKê ku ji Serokê Giştî Mustafa Özçelik û rêvebirên partiyê M. Can Azbay, Vahit Aba, Baran Boskan, Seval Mert û Orhan Kaya pêkahatibû di serdanê da vekirina Ofisa PSKê a li Hewlêrê piroz kirin û daxwaza serkeftinê kirin.

Di serlêdanê da herwisa behsa geşedanên li Kurdistanê hat kirin û derbarê pirsgirekên sîyasî da berpirsên herdu partîyan bîrûrayên xwe eşkere kirin.

Serlêdana PWKê ya Ofisa PSKê a li Hewlêrê di atmosfereke erênî da derbas bû. 

Birêz Bayram Bozyel,

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Silav li we.

Bi helkefta serkeftina Kongreya 3ya partiya we ya têkoşer, em bi germî pîrozbahiyê li we, endamên serkirdayetiyê û hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin.

Di dema ku we kongreya sêyem li dar xist, Kurdistan û herêm di rewşek siyasî ya hestiyar re derbas dibe, em wek Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li hêviya encamên kongreya partiya we ya têkoşer in ji bo pêşdebirina doza Kurd û yekrêziya hêzên Kurdistanî û yekrêziya hêzên Kurd û Kurdistanî.

Em ji vê derfetê sûd werdigirin û tekezî li ser pêwendiyên xwe yên dostane û bihêzkirina peywendiyan dikin.

Careke din serkeftina kongreya we pîroz be

 Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê

 3/11/2022

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz