Peyama Tevger Bo Kongra PSK

Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Birêzan, hevrê û hogirên hêja!

Spas ji bo dawetnameya beşdarîya Kongreya we ya sêyem!

Berî her tiştî, em weke TDK-Tevger endamên Dîwana Kongreya we, hemû berpirsiyar û endam Partîya we ji dil û can pîroz dikin û di kar û barên Kongreya we de serketinê dixwazin.

Kongreya we di demek gelek girîng û hesas ku tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk tê de derbas de, pêk tê. Bê gûman, di vê pêvajoyê de, pirsa yekitî û hevkariyan dîsa weke pirsek esasî di rojeva tevgera rizgarîwazîya neteweyî de ye. Loma jî em kongreya we ya sêyem ya bi diruşma ”Çareserîyeke Lezgîn Ji Bona Azadî, Demokrasî û Aşrtîyê” bi girîngî dinirxînin.

Em di vê bawerîyê de ne ku wê kongreya we di warê yekitî û hevkarîyên neteweyî, demokratî û kurdistanî de biryarên hêja bistîne û di vî warî de bibe pêngavek girîng.

Serketin dê her para miletê Kurd û kurdistanîyan be!

Bi rêz û silavên me

Amed, 30-10- 2022

TDK – TEVGER

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz