Firokeyên şer
ên dewleta Tirkîyeyê roja yekşemê, 20.11.2022yê, êrîşên nû birin ser Başûr û
Rojavayê Kurdistanê.
Dewleta Îranê
jî şeva derbasbûyî bi hêzek mezin û bi çekên giran ketin nav bajarê Mihabadê yê
Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr qut kirin û bi berdewamî dengên
teqeyan dihên bihîstin.
Êrîşen dewleta Tirkîyeyê
yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê
Li gorî
agahdarîyên heyî, Tirkîyeyê, îro serê sibeha yekşemê, 20ê teşrîna 2022ê, bi firokeyên
şer, Kobanî û Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê kirîye armanc.
Herweha li
Başûrê Kurdistanê jî li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwên dengê
firokeyên şer ên Dewleta Tirkîyeyê hatine bihîstin û artêşa Tirkîyeyê çend cîh
li Çiyayê Qendîl, Asos û Biradostê kirine armanc.
Li gorî
agahdarîyên ku di ragîhandinê da belav bûne, di encama êrîşên ku artêşa
Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê kirine, kuştî û birîndar hene.
Dewleta
Tirkîyeyê, divê ji tecrubeyên xwe yên 99 salî bizanibe û bibîne ku bi
operasyonên leşkerî, bi êrîş û kuştin û girtin û hefs kirinan tu mesele nehatine
çareser kirin û dê neyên çareser kirin jî.
Ev ne cara
yekem e ku Tirkîye êrîşên bi vî rengî dike. Me berê jî gelek caran êrîşên bi vî
rengî şermezar kiriye û em nuha careke din jî van êrîşên Tirkîyeyê yên li ser
Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em dibêjin demildest divê dawî li
van êrîşan bêne anîn.
Divê dewleta
Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin
berde û divê berîya her tiştî ji bo çareserîyeke bi rêyên sîyasî, bi partîyên
kurd û kurdistanî yên li Bakurê
Kurdistanê dest bi dîyalogê bike.
Divê PKK jî dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku
zerarê dide doza miletê Kurd û destkeftîyên kurdan û rê li ber êrîşên dewleta
Tirkiyeyê xweş dike, berde.
Divê Netewên
Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman ên Navdewletî jî bi biryar û helwestên xwe, rê li ber
van êrîşan bigirin.
Êrîşen dewleta Îranê yên
li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê
Dewleta Îranê
ji ber ku li himberî serîhildana gêlê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Belûcî,
Faris, Azerî, Ereban şikesteke mezin xwar; dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser
baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê
û yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, heyfa xwe bistîne û vê şikesta xwe
binixumîne.
Piştî êrîşên
leşkerî yên li ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên partîyên Rojhilatê
Kurdistanê, nuha jî Dewleta Îranê bi hêzên leşkerî êrîşan dibe ser gelê me yê
li Rojhilatê Kurdistanê. Bi çekên giran çûyîna hêzên leşkerî yên Îranê yên
nav bajarê Mihabadê nîşana wê yekê ye ku dewleta Îranê dikare qetlîamên
mezin li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.
Ji bo ku dewleta
Îranê van êrîşên xwe rawestîne û dawî li van zilm, zordarî û neheqîyên Îranê bê
anîn, divê Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Emerîka û dewletên mezin
helwesteke cidî bigirin.
Em van êrîşên
Îranê şermezar dikin û piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê û
gelên Îranê dikin.
20.11.2022
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)
Rêzdar Abdulrahman Hebeş
Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
Me peyama we ya pîrozbahîyê a bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî yê PSKê, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û hemî rêvebir û endamên me, spasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî heval û rêvebirên we dikim.
Miletê Kurd û welatê me Kurdistan di pêvajoyekê hestîyar da derbas dibin. Li pêşîya me derfetên mezin jî hene, xeterên giran jî.
Di qonaqekê wisa dîrokî da pêkanîna tefaqekê neteweyî ji hemî wextan zêdetir li me ferz bûye.
Bi hêvîya serkeftinê jibo bidestxistina mafê neteweyî û demokratik di her çar alîyê welatê me da.
Li gel slavên birayane
***
Rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî
Navenda Pêwendîyên Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana İranê
Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên birapartî PDKİyê dikim.
Em girîngeyekê mezin didin pêwendîyên PSKê û PDKİyên li ser nirxên stratejik û herwisa hêvî dikin ku em dê di doza xwe ya mafdar û rewa ya jibo azadîya Kurdistanê da biserkevin.
Li gel slavên birayane
***
Rêzdar Dara Bilek
Min peyama we ya pîrozbahîyê ya bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî yê PSKê, kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa nû ya PSKê sipasîya xwe pêşkêşê cenabê we dikim û ji we ra saxî û bextewarî dxwazim.
Bi nêrîna me jî, erkê sereke yê li pêşîya me pêkanîna navend an jî platformekê neteweyî ye. Tevgera Azadîya Kurdistanê tenê dikarê bi helwest û xebatekê yekgirtî ya neteweyî serbikeve.
Ez bawer dikim ku di pêşedemê da em dê zêdetir li ser vê mijarê bixebitin û bibin bersîva gelê xwe.
Dubare spasîyên xwe pêşkêşê cenabê we dikim.
Li gel slavên birayane
***
Ji Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ra
Hevalên Rêzdar
Me peyama we ya pîrozbahîyê bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtirîn li hemî rêvebir û endamên bira Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê dikim.
Em serbilindin bê pêwendîyên dostane yên di navbera herdu partiyên me da û bawer dikin ku ev pêwendîyên me dê her ku biçe xurtir bibin.
Her wisa şert û mercên herêmê yekrêzî û tefaqa neteweyî ji her demî zêdetir li me ferz dike. Ev jî dikare feraset û eqlekê medenî û neteweyî pêk were.
Ji dil serkeftina we dixwazin.
Li gel slavên birayane
***
Ji Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ra
Hevalên Rêzdar
Me peyama we ya pîrozbahîyê bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtirîn li hemî rêvebir û endamên bira Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ra dikim.
Em girîgîyek mezin didin pêwendîyên dostane yên di navbera herdu partiyên me û bawer dikin ku ev pêwendî dê her berdewam bin.
Em hêvîdar in daku hûn di xebata azadîya Kurdistanê da serkevin.
Li gel slavên birayane
***
Ji Nivîsgeha Cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê ra,
Rêzdaran
Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û destnîşankirina Meclisa Partîyê ya nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa Partîyê ya nû, spasîyên xwe yên germtrîn li cenabê we û hemî rêvebir û endamên Tevgera Çaksazîya Kurdî-Suriyê dikim.
Em girîngeyekê mezin didin pêwendîyên PSKê û Tevgera Çaksaziya Kurdî-Suriyê yên li ser nirxên Kurdayetiyê û herwisa hêvîya serkeftinê jibo we û hemî azadîxazên Kurdistanê dikin.
Li gel slavên birayane
***
Ji Şepêla Pêşeroj ya Kurdistana Sûriyê Desteya bicihkar ra
Rêzdaran,
Me peyama we ya pîrozbahîyê a bi minasebeta hilbijartina min wek Serokê Giştî yê PSKê, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û hemî rêvebir û endamên me, spasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî heval û rêvebirên Şepêla Pêşeroj ya Kurdistana Sûriyê dikim.
Em wek Miletê Kurd di pêvajoyekê hestîyar da derbas dibin. Li pêşîya me derfetên mezin jî hene, xeterên giran jî.
Di rewşekê wisa dîrokî da pêkanîna tefaqekê neteweyî ji hemî wextan girîngtir e û li me ferz bûye.
Bi vê armancê em kêfxweş dibin û herwisa amade ne ku pêwendiyên me baştir û xurttir bibin.
Serkeftinê ji we ra dixwazin jibo bidestxistina mafê neteweyî û demokratik yên netewa Kurd.
Li gel slavên birayane
***
Rêzdar Yilmaz Yildiz
Serokê KOMKAR-Kopenhagen
Me peyama we ya pîrozbahîyê ya ji ber hilbijartina min wek Serokê Giştî û hilbijartina Meclisa nû di Sêyemîn Kongreya PSKê da, bi kêfxweşî wergirt.
Ez li ser navê xwe û Meclisa nû ya PSKê sipasîya xwe pêşkêşê cenabê we û hemî endam û rêvebirên KOMKAR-Kopenhagên dikim.
Em bi bawarîyekê xurt hêvî dikin ku em dê tev de têkoşîna azadîyê geştir bikin û azadîya welatê xwe nêzîgtir bikin.
Li gel slavên birayane
06.11.2022
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan