Peyamên Rêxistinên Demokratik Yên Kurdistan Bo Kongra Sisêyan a PSK

Peyamên ku bo Bo Kongra Sisêyan a PSK hatine şandin ev in:

Ji bo 3 e mîn kongreya PSK´ê

Birêz Mesud Tek, serokê PSK´ê

Rêzdar nûnerên kongreya PSK´ê

Nûrnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî

Rêxistinên sivîl û demokratîk

 

Mêvanên hêja,

Li ser navê Federayona Komeleyên Kurdistan li Swêd, 3 e mîn kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistan´ê pîroz dikim û silavên germ û gur yên hemû endamên Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, pêşkeşî we hêjayan dikin.

Îro yek ji wan partiyên esasî ya Kurdistan a Bakur, Partiya Sosyalîst a Kurdistan li Amedê li paytexta Kurdistanê kongereya xwe pêk tîne.

Xebata PSK´ê bi çend gotinan nayê ziman, dîroka partîyan di eynî wextî de, beşek ji dîroka gelê xwe ye. Ango 48 sal xebat û tekoşîna berdewam ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan´ê, her weha beşek ji dîroka nêzîk a gelê me ye. Ev dîrok, dîrokek bi êş û azar, bi ketin û rabûn, bi hezaran şehîdan, bi zîndan û koçberbûn, bi talan û wêranbûna welatê me, bi berxwedan û serkeftinan ve tijîye…

Partiya we ku di siyaseta netewî û niştîmanî de xwe wekî berdewama şopa xebata Şêx Seîd, Seîd Riza, Pêşewa Qazî Muhemed, nemir Serok Mustefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî dibîne, şik tuneye ku wê ser bikeve.

Hêjayan,

Em hêvîdarin ev hengavên hevkariyên partiyên Kurdistanî li bakurê Welatê me, ber bi avakirina bereyek netewî û niştimanî ve biçe. Di vî warî de erkek mezin dikeve ser milê PSK´ê û hemû partiyên Kurdistanî. Azadiya gelê Kurdistanê bi yekitiya hêzên Kurdistanî ve girêdayî ye.

Em carek din 3 e mîn kongreya we pîroz dikin û serketina we dixwazin.

30.11.2022

Kovan Amedî

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdista li Swêd

***

Bo sêyemîn Komcivîna PSK li Amedê

Berî her tiştî em ji bo dawetnama we pir spas dikin, nûner û beşdarên komcivîna we ji dil silav dikin.

Heval û dostên hêja,

Wek hûn jî dizanin, ji bo partî û rêxistinan pêkanîna komcivînan pir girîng e. Di wê dema ku hûn komcivînê pêk tînin, şerê Rûsya û Ûkranya berdevam e. Metirsîyek heye ku ev şera bi xwe ra şerê dinyayê yê 3 emîn bîne. Ev jî ji bo mirovatîyê metirsîyek mezin e. Divê jê ra reyek peyda bibe ku ev şera bê rawestandin.

Ji alîyê din, ev nêzî du mehan e ku li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahîya Îranê û dervayî welêt li dijî rejîma Îslamîya Îranê serhildan berdewam in. Ev serhildan bi kuştina qîza Kurd Jîna Emînî dest pê kir. Bi van serhildan û çalakîyan ew tirsa ku rejîma kevneperest a Îranê li hember gelan dimeşand hat şikandin.

Me jî wek KOMKAR/ Almanya di çalakî û meşên ku li dervayî welêt pêk hatin de cîh girt û pişgirî da serhildanana Ji vir û pêva jî emê birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin û di wî alî da çi bikeve ser milê me emê amade bin.

Rewşa Bakurî Kurdistanê û Tirkîyê hûn ji me baştir dizanin, ne hewce ye ku em di vê peyame xwe da bînin zimên. Tiştên em dibînin ev e ku gelê Kurdistanê ji partî û rêxistinan dixwaze tifaq û bereyekî Kurdistanî pêk bînin.

Em hêvî dikin ku kongra we ya 3.emîn li ser wê babetê bisekine û biryarekê bistîne.

Em carek din kongra PSK ya 3.emîn ji dil pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.

Bi silavên germ.

Yekitîya Komelên Kurdistan

KOMKAR / ALMANYA

30.10.2022

***

Zimanê Kurdî nîşana rûmet û xîreta me hemû Kurdan e.

Em Komeleya Hezkurdê ku ji bo mafên zimanê Kurdî hatîye damezrandin û statûya fermîbûnê ji zimanê Kurdî re dixwazin, qongre ya we pîroz dikin.

Ji rêveberîya partî yê û beşdarên qongre yê ra silav dişînin, serkeftin dixwazin.

Prz. Suphi ÖZGEN

Li ser navê rêveberîya HezKurdê

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî

***

Ji bo endamên rêzdar yên Kongreya Sisêyan a Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK

Rêz û silav dost û hevalên hêja

Di serî de ez gelekî spasiya we li ser vexwendin û agehdarkirina we ji bo lidarketina Kongreya Sisêyan a partiya we ya rêzdar Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK dikim, û hêvî dikim kongreya we serkeftî derbas bibe, û encamên kongrê di xizmeta pirsa neteweyî ya miletê me yê kurd û mafên wî yên rewa li Kurdistana Bakur da be, û herweha hêvî dikin ev kongre destpêka qonaxeke nû û serkeftîtir be ji bo xebata neteweyî û demokrasî ya partiya we ya rêzdar û nirxbilind.

Careke din hêviya serkeftinê ji bo Kongreya Sisêyan a Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK re dixwazim, û li gel silavên min yên ji dil û germ.

Berdevkê Fermî yê Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Ewropayê

Parêzer Mehmûd Kalo

Almanya

21-10-2022

***

Berêz rêvebir, endam û beşdarên kongra Partiya Sosyalîsta Kurdistan - PSK

Gelek sipas ji bo vexwendina Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd ji bo kongra we 10+3.

Em xemgînîn ku me mecalê beşdarbûna Kongrê nîne.

Partiya Sossyalista Kurdistan - PSK di demekê de kongra xwe li dardixe ku dijminên gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê êrişên durundana di bene ser gelê me. Her çar welatên dagîrker bi plan û bernamên hevbeş ji bo jinavbirina destkevtiyên gelê kurd her dem, hev raman û hevkar bûne. Xebatên wan ji bo vê armanca nemirovane îro jî berdewame.

Yekgirtina hêzên niştimanperwer, yekrêziya Kurdistaniyan li hemû beşên welat dê bikare pîlanên dijminên me yên qirêj pûç biket. Li ser nirxên pîroz yên niştimanî yek deng û yek helwestî divê şîara me be.

Konfederasyona Kurdên Dîaspora - Diakurd rêz û silavên xwe ji rêvebir, endam û beşdarên Kongra 10+3 ya Partiya Sosyalîsta Kurdistan ra areste dike. Bi hêvî û daxwazên serkevtina we û kongra we li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.

Bi navê Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd

Adnan Axacan

30.10.2022

***

Rêzdaran Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK

Rêzdaran beşdarên Kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK

Bi navê konfederasyona Revenda Kurdistanî em pîrozbayek germ li partiya we dikin û hêvîdarin

wûn wek partiyek Kurdistanî biserbikevin di xebata xwede jibo azadî, demokrasî û aştiyê.

Wûn yek ji wan partiyên Kurdistanîne ku bi dil û can xebatê dikin jibo mafê rewayî milletê kurd.

Em piştgirya partiya we ji revenda kurdistanî re gelek giring dibînin û hêvya me ewe ku di rojên

pêşî de havkarîye konfederasyona me ligel partiya we hîn xurtir bibe.

Em serketinê ji kongreya we re dixwazin

Bijî kurd û Kurdistan

Silav û rêz

Stockholm 2022-10-26

Ismail Kamil

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan

***

Ji Serokatîya Diwana Sêyemîn a Kongreya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Re

Rêzdaran,

Em ji bo vexwendina we ya nazik û giranbuha ya şopandiya sêyemîn kongreya partiyê spasiyên xwe pêşkêşî we dikin. Weke ku canabên we jî ji nêzîk ve dizanin, ji ber şertûmercên ku em te de ne, mixabin beşdarîya me ya şexsî dê ne gengaz be.

Em hêvî û bendewarîya wê yekê dikin, ku hûn dê bi biryarên kongreya xwe ya ku dê li ser navê “Çareseriyeke Lezgîn Ji Bona Azadî, Demokrasî û Aşitî” pêk bê de, bi awayeke xurt û sûdmend, bibin alikarê mafên rewa yên gelê kurd û têkoşina wê. Em ji bo hemû kar û xebatên we daxwazîya serkeftinê dikin.

Ligel silav û xoşewîstîyên me

Metin İncesu

Serokê NAVEND-Navend Ji Bo Lêkolînên Kurd

***

Ji bo kongireya 3. Mîn a Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Gelek spas ji bo vexwendina me bo 3. Min kongra Partîya we.

Me pir hezdikir em beşdarî kongirê bibin, lê mixabin ji ber kar û xebatên me derfeta beşdariyê nebû.

Em wekî Rewenda Kurd, ji bo kongra wê hêviya serkewtinê dikin. Û em herweha piştrastin ku tekoşîn û çalakiyên we ji bizava rizgarîxwaz a Kurd, taybet li bakurê Kurdistanê, dê xebata we xurttir û bihêztir bike. Ji kongra we re û ji bo kar û xebatên we yên pêşerojêde serketina we dixwezin.

Bijî Kurd û Kurdistan

Nawenda Rewenda Kurdistanî-Danmark

***

Ji bo Kongreya 3. min a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK’ê

Rêzdarên hêja

Di serî de ji bo vexwendinanameyê zor spasîya we dikin û rêz û silavên xwe digihînin hemû mêvan û beşdarvanên Kongreyê.

Ji ber şert û zirufên ne di dest de, mixabin em nikarin beşdarî Kongreya we a 3’an bibin, lê herçiqas ku em fîzîkîyen ne li gel we jî bin, em bi hest û dilê xwe li gel we ne.

Em ji bo we û ji bo kongreya we serkeftinên mezin dixwazin. Hêvî û bawerîya me ew e, ku hunê kongreyeke baş û biryarên girîng ji bo doza Kurd û kurdistanê wergirin.

Em li ser navê hemû endamên xwe pîrozbahîyê li kongreya we dikin û di berdewamiya tekoşîna ji bo maf û azadîya Kurd û Kurdistanê de jî serkeftinên mezin ji we ra dixwazin.

Di kar û xebata xwe de her serkeftî bin.

Yilmaz Yildiz

Serokê KOMKAR-Kopenhagen

27.10.2022

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz