PSK Serdana HŞK û Bizava Demokratik Kir

Di heyama serdana xwe a Kurdistana Başurê da, Heyeta PSK îro (01.10.2022) serdana Partiya Şuî a Kurdistanê-HŞK (Partiya Komunist a Kurdistan) kir.

Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, Cigirê Serokê Gişti Tayyip Kizilyildiz, Endamê Desteyê Kargerî ya Navendi Zeynel Yeşiltepe, Endamê Meclisa Partiyê Mehmet Baydar, Nunerê PSK li Herêma kurdistan Weli Colemergî û kadrê PSK Celal Yildiz pêkhatî bû, ji aliyê Heyeta HŞK, ku ji Cigirê Sekreterê Giştî Hecî Sadiq, Endamên Polît Buro hendrin Ahmed û Hêja Şêx Silêman, Endamên Mekteba Peyvendî a HŞK  Umît Mehemed, Hevta Resul û Hecî Ekrem pêkhatî bû hat pêşwazi kirinê.

Herdu heyet bir û boçûnên xwe yên derheqa bûyer û pêşhateyên navçe û Kurdistanê pêşkeşê hevdu kirin.

Heyeta PSK her usa dawetnameya Kongreya Sisêyan a PSK pêşkeşê HŞK kir.

Di heman rojê da heyeta PSK serdana Bızotnaweyê Demokratik a Gelê Kurdistan kir û ligel berpirsê Bizotnawe Mam Xidir lı ser bûyer û pêşhatayên navçe û kurdistanê giftugo kirin.

Heyeta PSK Mam Xidirê dawatê Kongra xwe ya Sisê kir.      

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz