"Roja
8'ê meha 12'an li parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaş kirin. Di vê
navê re parlamenterê HDP'ê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bikaranî. Ji
ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.
Dîsa
di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina
xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê
mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hat birîn.
Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran şermezar dike û mafê azadiya fikrî
diparêz e!
KURDÎ
Û KURDISTAN HÊJ QEDEXE YE
Ev
herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî di
parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûlkirin. Nehatiye
famkirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wana weke ku di rastiya civaka Kurdan de
heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyê
were çareserkirin weke ku hinek alî dibêjin, ma wê çareser kirin di înkar
kirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan
çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê
Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkîyê nikaribin
bi zimanê xwe bi axivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên
xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe
bilind bikin?
Ew
ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê
ji aliyê Kurdan ve tucara nayên qebûl kirin!
Platforma
Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana
ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e. Zimanê me Kurdan Kurdî
yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz
Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana
dikin!"