Roja Ala Kurdistanê Piroz be!

Li seranserê cîhanê remz û sembola hemû neteweyan heye. Ala rengîn jî remz û sembola miletê Kurd e.

Di roja 17yê Çileya Pêşîn a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ku endam û pêşmergê PDK- Îran bûn,  Ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê Çileya Pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûl kirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûl kirin.

Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Hikûmeta Komara Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbît kirin qebûl kir. Lê, li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Kurdistanê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî Muhemmed Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Ev Ala ya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 101 sal e ku wek Ala ya Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lê xwedî derketin û hildana Ala Kurdistanê ye. Divê ev ala ji bo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Ala ya Kurdistanê bê qebûl kirin.

Em wek Partî û Rêxistinên Şaxên li dervayî Welat kû li xwarê hatine bi navkirin, Roja Ala Kurdistanê, bi ruheki neteweyî û bi dilekî germ roja Ala Kurdistanê li gelê Kurd pîroz dikin.

HER TIM BİLİNDBE ALA RENGÎN

PDK, PSK, PAK, PDK- Îran, PDPK-S, PDK- Rojhilat, PDK-S, PAK-Rojhilat,PDKS (PARTÎ), PYK-Sûriye,Tevgera Çaksazîya Kurd- Sûriyê, Şepêla Pêşeroja Kürdistana Sûriyê.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz