Konferansa Dudoyan a
PSK di 13-14 Mijdara sla 2021an da li Amadê di bin diruşmê “Berxwedan, Hevra
Xebat û Serketin” civiya û li ser xalên Rojeva Konferansê giftugo kir û biryar
da ku, belavoka jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.
Di Rojhilata Navîn da hinek bûyerên girîng rûdidin, ku pêyvendiya
wan bi dehatuya Kurdan ve heye. Vekêşana hêzên Amerîka û serketina Tevgera Sadr
li Iraqê û hilbijartina Reîsî bona serokatiya Îranê, zexta Amerîka û Rusya bo Kurdên
Rojava daku ligel Şamê rêkbikevin, pêgirtina Tirkiye li ser siyaseta xwe ya êrîşkar
û dagirkerî li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji wan bûyeran in.
Li pêşiya Kurdan di warê bi dest xistina deskevtên netewî û
demokratîk, qasê derfet metirsî jî heye. Pêvajoyeka hestyar û dijwar li benda
me ne.
Îro çarenusa Kurdistana Bakur, Rojava û Başur, ji her demê pirtir
girêdayiya hevudu ne. Li Rojhilata Navîn, her bernameya siyasî, bê li ber çav girtina
Kurdan nikare bi serkeve. Heya, ku pirsa
Kurd nayê çareser kirinê, aramî û aşitî li Rojhilata Navîn cigîr nabe.
Bi gor bîr û baweriya Konferansê me, ji bona ku Kurdan ji
derfeta hanê îstîfade bikin û bigihijine armancên xwe, pêdiviya piştgiriya
navnetewî ne, divê her parçe yêkitiya xwe ya navxweyî ava bike û divê tevgera
welatparêz a her parçeyê Kurdistanê ligel hêzên demokratîk û şoreşgerên wê
welatê hevkariyê bike.
Sîstema Tirkiyê, ku îro nişana yêkitiya nijadperestên Tirk,
Îslama siyasî û dewlet e, roj bi roj ber bi diktatoriya taqekesê ve diçe. Di “sîstema
serokatî ya bi şîklê Tirk” da dezgeyên dadwerî bi gor daxwazên Sultan Erdoxan biryar
dide. Êdî dadigehên Tirk tû ceza nade poles û leşkerên Tirk yên tawanbar.
Rewşa Awerte, ku paş hewla kudutaya 15ê Tirmehê hatiye îlan
kirin, bûye daîmî. Mafên mirov û azadiya bîr û bawerî têne binpê kirinê. Fişar
li ser medyayê opozîsyonê roj bi roj zêde dibe, rojnamevan û nivîskar têne girtin.
Li pêşiya xebata xwe rêxistin kirina zahmetkêşan têne girtinê û bi henceta
nexweşiya Corona çalakiya xebatkaran tênê qadexe kirinê. Bi biryarnameyên Reisêcumhuri
ve Valiyan bûne padişah.
Wekhevî di warê perwerde û civat û aboriyê da gihiştiye asta
here bilind û nerizayetiya civakî pirtir û bi hêztir kiriye. Jin û hevzayend
her roj dikevine ber êrîşê û têne kuştinê. Êrîş bo ser pêkhatêyên ne Tirk û Musluman
roj bi roj zêde dibe. Kurdên, ku li Rojavayê Tirkiyê ne, dikevine ber êrîşa nijadperestan.
Militarîze kirina Kurdistanê berdewam e. Her roj bi navên
cuda operasyonên leşkerî têne çêkirinê. Zext û teda li ser siyaseta legal roj bi
roj zêde dibe û berpirsên partiyan û rêxistinên sîvîl têne girtin. Çalakiyên siyasî,
çandî û civakî têne qedexe kirinê.
Tirkiyê, ku di batlaxa Libya û Rojhilata Navîn da asê bûye,
biryarên Dadigeha Mafê Mirov a Ewropa ci bi ci nake û roj bi roj ji Yêkitiya
Ewropa dûr dikeve.
Deshilata Tirkiyê her ku diçe dirize û bona parastina xwe di
nava civakê da tirs û xof belav dike. Daxwazên asayîbûn, dadwerî, guhartîn,
demokrasî. Aşitî û azadî, bûye daxwazên piraniya cemaverê.
Kurdan, ka berê di siyasetê da amrazek bûn, herwekî netîceyê
hilbijartina dawî a şaredariyê nişan daye êdî bûne fakterekê sazker.
Di rewşa hanê da erkên girîng li pêşiya tevgera siyasî ya Kurd
hene. Ango bona ku Kurdên welatparêz ji derfetan îstîfade bikin û bîgijin
armancên xwe, divê bi hevra kar û xebat bikin.
Bona vê yêkê Konferansê me carekî dinê bona bi dest xistina
mafên netewî, cext li ser girîngiya hevkariya hêzên demokratîk, saziyên sîvîl,
ronakbîr û kesayetiyên serbixwe kiriye.
Daxwazên asayî bûn, dadwerî, guhartin, demokrasî, aşitî û
azadî, ku bûye daxwazên piraniya cemaverê, her usa daxwazên me Kurda ne jî.
Bona vê yêkê divê em jî bo wan daxwazan xebat bikin. Ji ber ku asayî bûn, bi
kar anina maf û azadî, bi kurtî sudê Tirkiyeyê demokrat bo me jî heye û rê li
ber careseriya aşitiyane xweş dike.
Konferansê me carekî dinê cext li ser giringiya hevkariya
tevgera welatparêz û hêzên demokrat û guhartinxwaz dike, bê evê ye ku, em tû
caran erkê xwe yê serekî jî bîr nekin, ku bi dest xistina mafên netewî û
demokratîk e.
21 Mijdar 2021
Konferansa Duduyan a
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Îro salvegera pêncan ya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Di 25ê îlona 2017an de bi awakî demokratîk û şefaf referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat. Di dîroka Kurdistanê de, cara yekem bû ku miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, bi awakî demokratîk û azad bawerî û helwesta xwe ji bo pêşeroj û qedera xwe ya desthilatdarîyê diyar kirin. Ev bûyerek gelekî girîng û dîrokî ye.
Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de, krîza siyasî û nêvxweyî ya li herêma Kurdistanê berdewam dikir. Lê teva hemû astengîyên nav dewletî, zext û guvaşa dewletên dagirker û kolonyalîst, pirs û pirsgirên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê kelecanek gelekî mezîn di nav kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û diyasporê afirand, hestên miletê Kurd yên neteweyî û daxwaza serxwebûnê gîhaşt qada herî bilînd.
Lê her ku roja referandûmê nêzîk bû, gelek dewletên ku tu helwestek li dijî referandûma serxwebûnê nîşan nedabûn û hinek dewletên ku weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin didîtin jî dest bi zixt û guvaşên dijwar kirin ku miletê Kurd û kurdistanî dev ji daxwaza referandûma serxwebûnê berdin ya jî paşde bixînin. Teva van zext û guvaşan jî miletê Kurd û kurdistanîyan referandûm di roja xwe de, ango di 25ê îlonê de pêk anîn. Referandûma serxwebûnê, bi coş û serketinek gelek mezin pêk hat. Ji sedî 93ê miletê Kurd û kurdistanîyên Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ”erê”!
Piştî vê serketina referandûma Kurdistanê, dewletên kolonyalîst ketin nav tevger û hazirîyek mezin ku desthilatîya Herêma Başûra Kurdistanê dorpêç bikin û wê ji holê rakin. Helwesta Emerîkayê û hinek dewletên din kês û firsendek taybetî xiste destên karbidestên şovenîst yên dewleta Iraqê. Dewleta Iraqê li dijî qanûna esasî ya dewleta Federal ya Iraqê gelek biryarên yekalî girt û Herêma Kurdistanê xist nav dorpêçek gelekî dijwar.
Mixabin ji ber bêtifaqî û bêahengîya nava partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê, herweha cihgirtina hinek hêzên kurdan li cem hukûmeta Iraqê; bi alîkariya dewletên dagirker Tirkîye û Îranê û bi çavlêgirtina Emerîka, Îngîlîstan û hinek dewletên emperyal, hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şebî bi çekên giran û herî modern yên Emerîkayê êrîşî ser hêzên pêşmergeyan kirin. Di encama vî şerî de, di serî de Şingal û Kerkûk, beşekî mezîn yên erdê Kurdistanê ku bi xwîna pêşmergeyan hatibû rizgarkirin, ji nû ve hate dagîrkirin. Di serî de Emerîka û Îngilîz, gelek dewletên emperyal jî çavên xwe ji vê dagerkerîyê re girtin û ne bi awakî rastersat be jî piştgirî û alîkarîya vê dagirkerîyê û neheqîyê kirin.
Divê tevgera rizgarîxawazîya Kurdistanê hem referandûma serxwebûna Kurdistanê û hem jî vê bûyer û karesata malkabax bi taybetî binirxîne; li ser jar û hejarîya yekahengî, yekitî û bêtifaqiya hundurî, hejarîya hişmendîya neteweyî, yeknekirina hêza pêşmergeyan, îxaneta hundirî, kêmanî û xemsarîyên desthiladarîya Herêma Kurdistanê bi hûrgilî raweste; encam û dersên pêwîst jê derxîne.
Teva
hemû tiştî û van bedelên mezin, referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bo miletê
Kurd û kurdistanîyan bûyerek dîrokî û rojek pîroz e. Divê miletê Kurd û
kurdistanî li referandûma serxwebûna Kurdistanê xwedî derkevin û vê rojê di
dîroka Kurdistanê de weke rojeke dîrokî
bibînin.
Em roja referandûma Kurdistanê li miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin!
PAK
(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîs a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)