Şaxsiyetên Welatparêzên Kurd Yên, Ku Peyama Piştgiriyê Şandine Bo Kongreya Sisêyan a PSK

Endamên Meclisa Partiyê:

1.       Mansur Kara 

2.       Ulaş Aslan  

3.       Mehmet Ölçer 

4.       Bahattin Turan

5.       Aladdin Aras  

6.       Celal Yıldız

7.       Haydar Cihaner  

8.       Mustafa Aygün

9.       Nevzat Teker  

10.   Bedir Çınar 

11.   Zeynel Yeşiltepe 

12.   Muaz Bozyel 

13.   Reşat Düngül 

14.   Abdulkadir Demir

15.   M. Emin Karakulak

16.   A. Mecit Durmuş 

17.   Fahrettin Başyeşil

18.   Bedri Aslaner  

19.   Tayyip Kızılyıldız

20.   Mehmet Baydar

21.   Ali Örkmez

22.   Oktay Dumlu 

23.   Mehmet Yüce 

24.   Cemal Yıldırım 

25.   Yekta Demirkapu

26.   Hıdır Tek

27.   Hasan Dağtekin 

28.   Hidayet Fidan 

29.   Ahmet Kılıl 

30.   Ali Haydar

31.   Eyüp Akdeniz 

32.   Bekir Topgider 

33.   Doğan Kılıç

34.   Mehmet Bozhan

35.   Gönül Dabakoğlu 

36.   Mazlum Deli

37.   Sevgi Yıldız 

38.   Selva Baksi

39.   Rıza Gümüş

40.   Kurbani Demir 

Endamên zahirê yên meclisa Partiyê

1.       Mehmet Karabulut

2.       Zehra Subar

3.       Veli Koparan

4.       Medeni Çelik

DDesteyê Çavdêr

1.       Vedat Dede

2.       Zülküf Baran

3.       Sıddık Sami Feroğlu

4.       Abdulkerim Er

5.       İsmet Kara

6.       Musa Parspancı

7.       Resul Alınak

Endamên zahireyên Desteyê Çavdêr

1.       Ahmet Erdoğan

2.       Esat Kenan Alabay


BBiryarên kongre

1.       Zimanê Kurdî bêşa girîng a nasnameya dirokî ya civata Kurd e. Ziman, di heman demê da mercek e bona pêkhatina nasnameyê û pişkeke sereke a nasnameya netewî ye. Ji bona vê yêkê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK biryar daye, ku xebata xwe a ku zimanê Kurdî bibe zimnê fermî û di warê perwerdeyê da were bi kar anîn, bi hêztir bike. Di heman demê da qayil bûna xwe nişan da, ku zimanee Kurdî pirtir di kar û barên organên partiyê da were bi kar anin. 

  1. Peymana Sevr, li Rojhilata Firatê mafê damezrandina îdereya navçeyî û paş salekê jî serî lêdan Cemiyeta Milletan bona serxwebuunê dida Kurdan. Paş ji kar ketina Pymana Sevrê Peymana Lozanê şuna wê girt. Peymana Lozanê wateya bi dawî hatina İmparatoriya Osmanî ye. Peymana Lozanê, ligel siyasetên zilm û zordari û tepisandin û asimilasyonê ve dewleta Tirk derxist holê. Ligel pêkhatina dewleta Tirk, gelê Kurd, ku qedimtirin gelê navçe ye, hemu mafên netewi û siyasî ji dest da. PSK û partiyên dinê yên Kurd  di sêd saliya Peymana Lozanê da, bona ji holê rakirina encamên nêhiniyên Peymana hanê xebat dikin. PSK biryara berdewam û bi hêztir kirina xebata hanê daye.
  2. Partiya me ji despêkê va, pêkanina hevkarî û tifaqa netewi bi beşdariya hemu hêzên demokrat û welatperwer, kiriye armanca serekî. PSK, ku demekê dirêj e bona vê armancê kar dike, dixwaze ligel aliyên Kurdan ve xebata hanê têkuztir û rêkûpêktir bike. Divê ji bir nekin, ku zaminê tekaneyê azadiya civakiya Kurdan, tifaqa netewî û demokratik e. Ji ber rewşa îro, ku em têde ne, pêkanina hevkariya hemû hêzên siyasî û saziyên demokratik li dor  bernameyek, ku têda daxwazên netewi yên gelê me hene, ji her demê lêztir û girîngtir e. PSK bona van armancan xebat dike û biryar dayê xabata xwe ya hanê bide berdewam kirinê û hêztir bike.

 

  1. Îran demeke aloz e. Bertekên, ku ji ber şehid kirina keça Kurd Jîna Eminî ji aliyên hêzên rejima Îranê ve, destpêkiri bû, di demekê kurt da bûye berxwedana giştî ya hemu pêkhateyên netewi û dînî. Rejima zordara Tehranê, diviyabû ji dîrok û bûyeran dersan bistine û şuna ku gavên demokratik û azadixwazî bavêje, heya niha bi sedan kesên sîvîl kuşt. Em radigihinin, ku em ligel xebata aşitiyane rewa a gelê Kurd û gelên dinê ne ku, ji bona demokrasî û jiyana mirovane tê kirinê. PSK aligirê vê yêkê ye, ku Kurdên hemu parçeyê ji bona berjewendiya netewi û daxwazên azadiyê piştgiriya hevdu bikin. PSK biryar daye, ku piştgiriya berxwedana azadiya gelê Kurdistana Rojhilat û Îranê bike.

 

  1. Li Rojhilatê Navîn, herku diçê statu ber bi têkçûne ve diçe. Dewleta Suriyê û Iraqê, ku beşekê welatê me dagir kirine, ji hesleta dewlet bûne durdikevin. Îran jî bi lez û bezî ber bi aqubeta xwe dimeşe. Ji ber van sedeman ciyê Kurdan di proseya damezrandina statuya nu li Rojhilatê Navîn girîng e. Dikarin bêjin, ku rojên, ku em têde ne ji bona me çarenussaz in. PSK cext li ser girîngiya parastin û pêşvebirina deskevtiyên netewi yên Kurdistana Başur dike. PSK bawer e, ku Kurdên Rojhilata Başur bi yêkitiya xwe ve dikarin deskevtên xwe biparêzin û PSK pişgiriya li hewlên di wi warê da dike.
  2.   Kongra me siseyan giringî dide hemu tevxebat û hevkariyê, ku ji bona maf û azadiyê were ava kirinê. Kongra me cext li hewcedariya me yên karin û zanina hevalên me yên berê dike, ku îro ne ligel me ne û pê bawer e, ku bi beşdariya wan xebata me bi hêztir û giranbihatir dibe. PSK pê bawer e yekiti bingeha hêzbûnê ye û banga hemû hevalên xwe yên berê dike, ku bi sedemên cuda cuda iro ne ligel me ne: werin em bihevra di riya azadiyê da bimeşin. Kongra biryar dide, ku banga hanê were ci be ci kirinê.

Kongra Siseyan a

PSK

Amed




İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Kongreya Partîya Sosyalîst a Kurdîstanî ya 3ine rê

Mi silaynameya şima ya Kongreya 3ine girewte, zaf sipas ken, berxudar bêne.

La maalesef problemê min ê weşîye û chend astengên bînî dest nêdanê mi ke bêşdarê kongre bîne.

Ez hêvî kena Kongreya PSK serkewte derbaz bena, xoverdayîşê hemberê nîjadperestî û faşîzmî yo ke bi camerdîye rameno de bena gamêda raver û tarîxîye. Ancî ez hêvî kena û bawer a ke Kongreya şima seba ronayîşê yewbîyayîşê neteweyî bena gamêda ravêre.

Bi nê bawerî û hêvîyan Kongreya şima rê silam û rêzên xo ruşnena û reyna şima rê serkewtiş wazena.

Biciwîyo birayîye û yewîya neteweperweran

Biciwîyo xoverdayîşê seyebînî û azadîye!

Munzur Çem

Berlin, 21.10. 2022

***

Ji Kongreya Partîya Sosyalîst a Kurdîstanê ya 3. re

Min dawetnameya we ya Kongreya 3. girt, sipas dikim, berxudar bin.

Lê mixabin problemên min ên tendurîstyê û hinik astengên din îmkan nadin min ku ez bêşdarê Kongreyê bim.

Ez hêvî dikim Kongreya PSK serketî derbaz dibe, berxwedana gelê me ya ku hemberê nîjadperestî û faşîzmê bi mêranî dimeşe de dibe gavek pêşketi û dîrokî. Dîsa ez hêvî dikim û bawer im ku Kongreya we ji bo damezrandina yekitiyek neteweyî jî wê bibe gavek pêş.

Bi van bawerî û hêvîyan Kongreya we re silav û rêzên xwe dişînim û serketina we  dixwazim.

Bijî biratî û yekitiya welatperveran!

Bijî têkoşîna wekhevî û azadîyê!

Munzur Çem

Berlin, 21.10.2022

***

Kekê hêja birêz Mesûd Tek, serokê giştî yê Partiya Solsyalîstî Kurdistan(PSK) …

Birêzan endamên serkirdayetiya (PSK) …

Hêjayan hemû endamên kongirê sisê yê (PSK) …

Germtirîn rêz û silav ji bo we hemiyan …

Pêşî ez vî kongirê we ji dil û can pîroz dikim, û serkeftinê ji karê we re, ji kongirê we re dixwazim, û ez hêvîdar im ko kongirê we bi encamên gelekî baş derkeve, hûn jî biryarên giring û hêja têde bistînin, ko di berjewendiya gelê me de bin, çi li Bakurê Kurdistanê, û çi li sernserî kurdistanê bi giştî ….

Hevalên hêja

Bi rastî ez xwe di wê astê de nabînim ko ez şîret û rawêjan li we bikim, hûn hemû cihê rêzê ne, hemû zana û bîrwer in, lê wek hevalekî we, ez dixwazim hinek bîr û boçûnên xwe ji we re bêjim, xwezî min karîba ez li vî kongirê we amade bibûma, wê gelekî bi min xweş ba, lê mixabin derfeta min niha tine, li min bibûrin ….

Ez weke kesekî, û partiya ko ez berê têde bûm, Pêşverû jî, em û PSK, gelek salên dirêj, em bi hev re xebitîne, peywendiyên gelek baş û xurt di navbera me de hebûn, hîna jî hene, dost û hevalên min ên nêzîk gelek di nav PSKê de, herweha di nav HAK-PARê de jî hene, loma ez xwe weke endamekî PSKê, weke endamekî HAK-PARê jî dibînim, di heman demê de ez gelekî xemgîn im ko ew hemû dost û hevalên min, niha, ne di yek partiyê de ne, gelekî mixabin, ev çend sal in ji hev cuda bûne, lê do, kekê Bekir Topgîder, nûçeyek dilxweşker ji mim re got, ko hûn herdû alî niha mijûlî li hev vegerînê ne, vê nûçeyê bi rastî dilê min xweş kir, loma ez bi hîvî me ko biryara yekbûna we herdû aliyan di serê karên vî kongirê we de be, û hûn zû û bê dudilî vê biryarê bistînin ….

Hevalên hêja

Bi qasî ko ev yekîtiya we girng e, yekîtî, hevgirtin, û yekrêziya hemû partî û rêxistinên welatparêz û netewparêz yên gelê me li Bakurî Kurdistanê, hîn gringtir e, erkekî pîroz e li ser milên hemû kesên ko di nav kar û xebata kurdewariyê de ne, bi dîtina min gelekî giring e îro ko yekrêziyek, hevgirtinek, bereyek Kurdistanî li bakurî Kurdistanê hebe, da ko tevgera gelê me bihêz bibe, baştir û serkeftîtir bi rola xwe rabe, da karibe qezencên baş û mezin ji hemû van derfetên ko îro di meydana Navdewletî de, di meydana herêma Rojhilatanavîn de, ji bo gelê me û pirsa wî xuyadibin, li ber çava ne, em werbigirin, û ji destên xwe winda nekin; bereyek Kurdistanî li cem we hebe, wê karibe gelek karên baş û hêja bike, di pêşî de ko karibe wan hemû milyonên dengên dengderan, di helbijartinan de, bi destê xwe ve bîne, û wan ji rêya bi mij û moran, rêya bi tirs û bê sûde, wan vegerîne ….

Di dawî de, hevalên hêja, ez serkeftinê ji kongirê we re, ji kar û xebata wer er dixwazim, hûn her hebin û herdem li pêş bin …

Bijî gelê Kurd

Bijî azadiya Kurd û Kurdistan

Hevalê we ê dilsoz

Cemîl Ibrahîm

Elmanya, Dortmund, 24.10. 2022

***

 Birêz Bayram Bozyel

Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistan

Kek Bayram,

Ji berî her tiştekî bi minasebeta hilbijartina we wek serokê PSKê we pîroz dikim.

Hêvî dikim hun di vê qonaxa hesas de gavên hêja ji bo yekitiyekî di nava Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê de bavêjin.

Kek Bayram, hun dizanin ku li bakurê welatê me platformek hevbeş ku nûnertiya Tevgera Azadixwaz a Kurd bike tuneye.

Bû guman hinek hewldanên hêja hene ku partiya we jî di nav de ye. Hêvî ewe ku hun wek serokê PSKê rolek berbiçav ji bo pêkanina plartformek neteweyî Kurdistanî bileyzin.

Kek Bayram ez cardin we pîroz dikim û hêviya serkeftina we dikim..

Rêz û silav

01.11.2022

Dara Bilek

***

Silav ä serkevtin ji bo kongreya sêyemîn a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

Mixabin, ji bo ku ez li ser rê bûm min nekarî ez beşdare kongreya we bim. Ez serkevtinê ji we re dixwazim û di tekoşîna neteweyê kurd ya neteweyî û demokratîk de bi hemî şîyan û karîna xwe ez bi we re me.

Silaven gerim ji bo beşdarên kongreyê.

Ziya avci

***

Berêzan endamen Kongra sisyan ya partiya sosyalîst a KURDISTAN .

Hîvîdarim kongir Beryarên dulist bistîne di heqî diruşimên ko wîn ji bo wan civyane.

Serkeftin ji kongira wera di xizmetî gelê me ra.

Pîroz be kongir.

Salih Qitî

***

Pîrozbahî

Sêkrêtarê giștî yê PSK ê Kekê Mesûd Tek, rêvabirên birêz yên Kongirêya 3 a ya partîya PSK ê

Ez wek dostekî we, yê kevn, rêvabir, tevbûyî û mêvanê Kongirêya we, temamiya endemê partiyê silav dikim û karê we ra serkeftinê dixwezim.

PSK, rêya șoreșgeriyê ya bi rûmet û dirêj ra derbaz bûye, di bin banê wê da nivșekî mezin sîyaysemendar û welatparêzên têkoșer yên hêjaû perwerde bûne, wê rêya siyanet û kurdewaryê da partî timê li ser piya bûye û tu demê pașva gav ne avîtiye.

Vê dema esas, gelê Kurd pêvajoke dîrokî ya gelekî dijwer ra derbas dibe. Temamya Kurdistanê da pirsgirêk û astengiyên mezin li ser rêya çareserkirina pirsa Kurdî sekinîne.

Ji bo wê jî yekîtî û tifaqa hêzên azadîxwez, welatparêz, dêmokirat, așîtîxwez di rêya têkoșînê da pir pêwîst e.

Di vî karê pîroz da ez wera serkeftinê dixwezim.

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî tifaq û yekîtiya gelê Kurd!

Eskerê Boyîk

Nivîskar

***

Bona pişkdarên Kongireya sisêyê ya

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK

Ez serbilind im bi vexwandina we ji min re bona beşdariyê di Kongira Partiyê de, bi wê bûneyê we spasdikim.

Mixabin derfet ne arîkar e jibona hatinê, lema jî vê kurtepişgiriyê ji we re birêdikim.

Ez serktinê ji kongireya we re dixwazim bona berpakirina diruşma we ya pîroz „Ji bona Azadî, Dêmokratî û Aştiyê“. Ez li wê baweriyê me, ku me re bi rêya xebata  aştiyanî  û bi yekîtiya hemî hêz û rêxistinên kurdî yên dêmokrat kane serketinên mezin bidestbixîne.

Serketinê ji we re dixwazim bona bicihanîna daxwazên gelê me yî kurd ê qehreman.

Dr. Husên Hebeş

Helbestvan û zimanzan.

***

JI KONGREYA SISÊYAN A

PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ  (PSK ) RE

Silav ji dîwana kongreyê, nûner û mêvanan re.

Spas ji bo we ez vexwendim kongreyê. Ji bo ez dûr im, li derveyê welat im, lewre jî ez nikaribûm werim beşdar bibim.

Ez ji kongreyê re serketin daxwaz dikim. Hêvîdarim kongre ji bo tîfaq û hevkariya hêzên kurd û Kurdîstanî biryar bigre û ji bo têkoşîna demokratîk û neteweyî gavên berbipêş biavêje.

Bi hêviya kongreyeke serketî, silav û rêz.

Lokman Polat

***

Xûşk û Birayên hêja û granbuha,

Pîrozbayhiyeke germ ji bo PARTIYA SOSYALIST A KURDISTAN (PSK) Di Kongireya Sisêyan ( 3 ) ya Partîya we,ku Çareseriyeke bilez ji bona Azadî, Dimokratî, Aşîtiyê, bi cî bikin, Hivîdarim ku Kongra we bi xweşî derbas bibe.

Berêzan

Her Serkeftî û Serfiraz bin di kar û xebata xwe de ji bo Kurdayetiyê.

Rêz û Silav ji bo Xûşk û Birayên ku Beşdarî Kongirê bûne.

Her bijii Kurd û Kurdistan,

Bimrin dijminê me Kurdan,

Biji yekîtiya me Kurdan,

Kurdistan Azad dibe

Xûşka we Rojîn Cegerxwîn

***

Bo Serokê Diwana Kongreya partiya Sosyalista Kurdistan

Diyarbekir

Civîna we ya sêyemin pîroz dikim, rêz û selamên xwe bo hemî bejdarên vê kongreye peşkeş dikim, serkeftinê bona kesayetîyên ku bene bijartin daxaz dikim û ji ber dawetiya we sipasîyên xwe beyan dikim. Kurdistana Bakûr hemî bi carek li benda çareserîya azadî, demokrasi, aştî û aramîyê nin. Ev bar, barê we siyasetmedaran e. Daxaza min ewe ku hun siyasetmedar avê li miletê me zelal bikin û me ji bindestîyê rizgar bikin. Riya we vekirî bî û hun her serkeftî bin. Rêz û selam.

Şakir Epözdemir

Lêkolînêr – Nivîskar

Ankara

***

Silav û rêz ji bo we rêzdaran.

Pir bidilgermî silavên xebat û tekoşînê pêşkêşê we dikim. Hêvîdarim ku Kongra PSK ê bibe melhemek ji pirsgirêkên gelê me û ji bo avakirina yekitiyek di nav gelê me de.

Bi hêviya kongreke serkevtî ji bo PSK ê û milletê Kurd.

Hacı Kardoxi

Radio Ashti

Stockholm Swêd

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz