Şehîd Dr. Şerefkendî Nemir E

Heyeta PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, ji Endamê Desteyê Karîger a Navendî û Serokê Şaxa Mêrdinê Salihê Omerî, Serokê Şaxa Artuklu Orhan Ozen û Endamê Şaxa Mêrdinê rojnemevan Emin Karakullukçu pêkhatiye, 30 Cotmehê li Qurdelanê serdana Cemil Taşkesen kir.

Bişar Akgul a kurê tekoşerê Rêbaza Barzaniyê Xwedêjêrazî Derwêşê Sado pêşwaziya heyeta PSK kir û paşê bi hevra serdanê Cemil Taşkesen kirin.

Heyeta PSKdestbi ser kirina Cemil Taşkesen dubare mehkum û piştgiriya xwe jêra diyar kir. Di nava heyeta PSK û Cemil Taşkesen da li ser diyaloga wî ligel Meral Akşener û girîngiya diyaloga hanê sohbeteka germ çêbû.

Herwekî tê zanin Serokê İYİ Parti li Qurdelanê gava serdana dikandaran dikir, Cemil Taşkesen jêra “zimanê me, nasnameyê me  welatê me tên haşa kirinê. Em dijî vê yêkê ne. Ew ciyê ku tu niha lê yî Kurdistan e, mixabin li Meclisa Tirkiyê Kurdistan tê haşa kirinê” gotibû û ji ber gotina xwe ya hanê hatibû destbi ser kirinê.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

30 sal berê niha, Sekreterê Gişti a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî (Dr. Saîd) ligel du hevrêyen xwe Fettah Abdulî û Humayun Erdelan ve, li Berlînê, ji aliyê terorîstên ser bi Rejima Cumhuriyeta İslamiya Îranê ve hate şehîd kirinê.

Herwekî biryara Dadigeha Berlinê jî destnişan kiriye, berpirsê şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî rejima Cumhuriyeta Îranê ye û terora hersê tekoşerên Kurd ji aliyê dezgeyên fermiya vê rejimê ve hatiye amade kirinê.

Xeyala rejima Îranê ev bû ku bi şehîd kirina serok û rêberên tevgera Kurd li Kurdistana Îranê wekî Simkoyê Şîkak, Qasimlo û Şerefkendî, dikare pêşiya xebata azadixwaziya gelê Kurdistana Rojhilatê bigre.

Lê belê, weki roj eyan e, xebata kadr û pêşmergeyên HDKÎ û hevsengerên şehidan hemu xevn û xeyalên dewleta dagirker a Îranê pûç kirin û nehiştin, ku rejima Cumhuriyeta İranê bigihije armancê xwe yê kirêt û alayê xebatê şehîdan bilind ragirtin û radigrin.

Em carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalên wi mehkum, rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ku plangerî vê terorê bû, rûreş dikin.

Em piştrast in, ku hevsenger û şagirdên Dr. Saîd, rêvingên rêbaza Pêşava ku, çend roj berê bi hevgirtinê xwe ve mizginiya serketinê dane, çol nakin.

Carekî dinê li ber hizura Dr. Şerefkendî û hizura hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

17ê Îlon 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan  

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz