Terteleyê Dersîmê Berdewam E

Hêja Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK,

Bi Bonê civandına Kongra a Sisêyan a Partiya we germtirin pirozbayiya xwe li temamê beşdarên kongrê û endamên Partiya we dikin.

Biborinin, ji bona ci be ci kirina hindek kar û barên navxweyiya YNK û mijul bûn bi pêkanina kabineya nu a Iraqê, me nikari di vê rojê dirokî û mezin de ligel we amade bin.

Em hêvidar in, ku  pêşniyar û encamên Kongra di bangawaziya çareserkirina pirsa Kurd bi rêya aşitiyane li Tirkiyê da, bibe gavek demokratik û Serokatiya PSKê jî di vî warê da bi asta bilind rola xwe bilêyze.

27.10.2022

Ofisa Pêyvendiyên Merkezî a

Yekitiya Niştimanî Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

4ê Gulanê, roja destpêkirina Terteleyê (Jenosîd) Dersîmê ye, ku di sala 1937an da, ji aliyê dewleta Tirk û di bin bi rêvaberiya Mîstefa Kemal da hatiye çêkirin û di sala 1938’an da jî berdewam bû.

Terteleyê Dersîmê, yek ji komkujiyên dewleta Tirk e, ku ji bona Tirk û Mîslumanê Sunnî kirina pêkhateyên ne Tirk û ne Misilman, encam daye.

Terteleyê Dersîmê, ci be ci kirina Plana Îslahata Şarq e, ku dewleta Tirk ji bona çareser kirina pirsa kurd bi rişeyî û bi rêka tundutijiyê amade kiriye.

Tertele îro, di warê ziman, çand û oliyê da bi şîveyê asimilasyonê berdewam e.

Em di salvegara 85an a Terteleyê da carekî dinê dewleta Tirk mehkum û protesto dikin.

Divê dewlet li tawanên xwe yên mirovî, ku li Dersîm û ciyên dinê encam daye, mikur bê û daxwaza lêborînê ji dersîmiyan bike,

Hikumeta divê dev jê siyaseta asîmîlasyonê berde, ciyê gora Seyîd Riza û qurbanên dinê yên Terteleyê eşkere bike,

Divê carenusa keçên Dersîmî, ku paş Terteleye wekî xenîmet bo efserên Tirk hatine pêşkeş kirinê, eşkere bibe,

Navên çiya, dest û zozan û gundan, ku hatine guhartin, divê vegerin navên berê.

04 Gulan 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz