Siyaseta dagîrkerî û êrîşên Dewleta Tirk li Kurdistana Başur û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin.
Firokeyên şer yên Dewleta Tirk her roj êrîşî ser gund û bajarokên Kurdistanê dikin. Di encama van êrîşan de gund xirap û wêran dibin, zevî, zozan, bax û baxçe û daristan têne şewitandin û bi dehan kurdên sîvîl şehîd û birîndar dibin.
Artêşa bejayî ya Dewleta Tirk baregah û bingehên xwe yên leşkerî di herdu beşên Kurdistanê da, zêdetir û bihêztir dike.
Di wan rojên dawî de jî Dewleta Tirk û Hukûmeta AK Partîyê dixwaze ji aloziya li navçeyê û ji şerê Rûsya û Ûkraynayê îstîfade bike û bernameya xwe ya kîrêt bi cîh bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê bi awakî eşkere û li ber çavê cîhanê ragihand ku ji bona parastina “ewlehîyaTirkiyeyê” wê navçeyeke ewle li ser ”tixubên xwe” bi kûrahîya 30 kîlometran ava bikin.
Bêguman Dewleta Tirk dixwaze ku bi henceta “parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê” bala xelkê bikşine aliyekî din û herweha dijminahîya kurdan xurttir bike.
Eşkere ye ku li ser ”tixûbên Tirkîyeyê” avakirina ”navçeyek ewle” dê rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike. Ev, nişana dijminahîya Dewleta Tirkya ya li dijî deskevtên neteweyî yên miletê Kurd e.
Ev, Peyameke ji bo bîrûraya giştî û bi taybetî ji bo NATO ye ku dixwaze bibêje “bona ku ez li pêşiya endambûna Swêd û Fînlandîyayê nebim asteng, divê hun jî alîkariya min bikin û dengê xwe li hemberê min dernexin ku ez jî bikaribim Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikim û rê li ber statuyeke sîyasî ya miletê Kurd bigirim”.
Em weke PAK, PSK û TDK-TEVGER bangî hemû hêz û rêxistinên welatparêz yên her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybeti bangî Parlamento, Hikumet û Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî vê plana dagirkerya Dewleta Tirk bi yekdengî û yekhelwestî tevbigerin.
Em ji PYNK, ENKS û hemû hêzên siyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku bona pêşîlêgirtina van êrîş û planên DewletaTirk, divê ew di zûtirîn demê de, li ser bingeha ”Peymana Hewlêr û Dihokê” yêkitiya xwe pêk binin û Pêşmergeyên Rojê bêqeyd û şert bikaribe vegere Rojavayê Kurdistanê.
Divê PKK demildest dest ji vê sîyaset, çalakî û kiryarên xwe yên ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û rê li ber êrîş û sîyaseta dagirkerîya Dewleta Tirk xweştir dike berde.
Em daxwaz ji hêzên demokrat û aştîxwaz yên Tirkiyeyê dikin ku li dijî van planên kîrêt derkevin û piştgirîya xebata azadîxwazîya gelê Kurd bikin.
Em ji bîrûraya giştî ya cîhanê, ji dewletên mezin yên Rojava û NATOyê daxwaz dikin ku serên xwe li hemberî van daxwazên DewletaTirk neçemînin; nebin şirîkên van kiryarên qirêj yên li ser xwîna kurdan têne bazarkirin û piştgirîya doza miletê Kurd ya neteweyî û demokratîk bikin.
Em bangî Dewleta Tirk jî dikin ku dest ji vê sîyasta xwe ya êrîşker û dagirkerî ya li ser dijayetîya kurdan hatîye avakirin berde; li her perçeyekî Kurdistanê rêzê li îradeya miletê Kurd bigire. Hemû pirs û pirsgirêkên miletê Kurd û kurdistanîyan divê bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin.
25ê Gulana 2022yê
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)
Kurdistana Îranê li Koyê, Komela Zahmetkeşanê Kurdistan li Silêymanî û aPrtiya Azadîya Kurdistan li Pirde kir û encama êrîşên hanê bi gor amarê fermî 9 kes şehîd 32 kes jî birîndar bûn.
Armanca Rejima dagirkera Îranê ji wan êrişan pêşi lê girtina xebata gelê Kurdistana Îranê ye, ku di wan rojên dawiyê da bi berxwedanê xwe ve rejimê lerzend. Lê xeyela hanê a Rejima Axundên kevneperest û kurdkujê Îranê pûç e, nikarê pêşiya tekoşana gelê me li Kurdistanê Rojhilat bigre.
Em êrîşên hanê bi tundi mehkum dikin û piştgiriya xwe carekî dinê xebata rizgarixwaziya gelê xwe li Kurdistanê Rojhilatê û rêxistinên wê yên welatperwer dikin.
Em daxwaz ji humu rêxistinên mirovdostên, Yekîtiya Ewropa, Koma Miletan (UN) û Welatên Rojava dikin, ku dengê xwe li siyaseta êrîşkarê Îranê bilind bikin û nehelin, ku dubare bike.
Êrişa hanê her usa binpê kirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Em daxwaz ji Hukumeta Herêm û Baxda dikin, ku êrişa hanê bikine mijara UN, derheqa Îranê gilî tomar bikin.
Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbat û hevsengerên Şehidan dikin û şifayê lezgini bo birindaran dixwazin.
28ê Îlon 2022
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan