Encamnameya Konferansa Meseleya Kurd; Çareseriyek Çawa

Di navenda hemî qeyranên bingehîn yên li Rojhelata Navîn têne jiyan Meseleya Kurd heye. Dizayna li despêka sedsala borî ku di  Rojhelata Navîn  hatiye kirin, gelê Kurd û welatê wan Kurdistan hate parçekirin. Di serî da li Tirkiyê, hemî welatên ku Kurdistan bi ser da hatiye dabeşkirin da haşatiya hebun, nasname û mafên neteweyî hat kirin, zimanê wan hate qedexekirin, yekpariya neteweyî hat parçekirin, rê li ber pêşveçuna aborî, civakî û çandî girtin.

Tirkiyê avabuna xwe  li ser înkara hebûna gelê Kurd damezrandiye.Destûra 1924an hatiye çêkirin da li kêleka gelê Kurd û mafên kêmnetewan û baweriyên olî yên cuda nehatin nasîn, rejimek otoriter ya Tirkitî hat avakirin. Jibo ku hebuna gelê Kurd ji holê rakin bi sedan salin serî li rêbazên kutedayên leşkeri, rewşa awarte û darizandinên bê hiquqî didin.

Kiryarên neheq yên dîrokî, li hember gelê Kurd tên kirin, li dijî rûmeta mirov, maf û azadiyên gerdûnî û prensipên aştî û azadiyê ne. Li hember van neheqîyan, hemî nerazîbun û bertekên kurdan her car bi tund û tûjî hatin serkut kirin. Ev rewş rê li ber şer, malwêranî û ziyanên aborî yên bi sedan salan vekir. Politikayên şer û haşatiya li hebûna gelê Kurd, Tirkiye bi ber qeyranek kûr ya aborî, xizanî ve biriye û di heman wext da sistema siyasî ya otoriter bilez xistiye.

Neçareser kirina meseleya Kurd di bingehê wekheviyê da, bûye gef li ser aştî û seqamgiriya herêmê.

Di zirûfek ku hevrikiya hêzên navdewletî û dewletên herêmî, egerê berfirehbûna şerê Xezeyê zede bûyî da, deshilatiya li Bexdayê jibo ku deskeftên aborî û destûrî yên Herêma Kurdistana Federe ji nav bibe êrişên xwe zêde dike. Hewlên jibo bê aramkirina Herêma Kurdistana Federe ku ji aliyê Hikûmeta Federal ya İraqê û dewletên herêmê  têne kirin gefên mezin li ser Herêma Kurdistana Federe dirust dike.

Ji aliye dî ve hilbijartinên 31 ê Adarê li Tirkiyê hatine kirin rewşek nû ya siyasî derxist holê. Deshilatdariya 22 salan ya AKP ê di encama siyaseta tund û tûjiyê li beramber meseleya Kurd bi paşda çû, bû partiya duwem. Partiya CHPê di hilbijartinan da bu partiya yekem. Nîqaşên li dor rewşa siyasî ya ku encamên hilbijartinên 31ê Adarê derxistine meydanê û bandorên wê li ser çareseriya meseleya kurd berdewam in.

Me wek Kovara Dengê, rûdan û pêşhateyên li Tirkiyê û Rojhelata navîn diqewimin, bandora wan li ser çareseriyên meseleya Kurd û peydakirina strateji û aqlekî hevpar yê siyaseta kurd di 01ê Hezîran 2024 ê li Diyarbekirê “ Konferansa Meseleya Kurd; Çareseriyek Çawa” saz kir. Wek axaftvan û beşdar ji Başûrê Kurdistanê, herêmên cuda kesayetî û aliyên xudan fikrên cuda  yên pispor, lêkolînvan, siyasetvan, akademîkvan, nivîskar, nûnerên komele, Saziyên Civaka Sivîl pêk hatî di vê konferansa yek roj hatiye kirin da bi giranî li ser 3 babetên bingehîn munaqeşe hatine kirin.

Di rûniştina ewil da beşdarên me yên hêja li ser babetê Li Rojhelata Navîn Astên Ku Meseleya Kurd Gehiştinê, rûniştina diduyê Seqayê Siyasî Yê Piştî Hilbijartinên 31 ê Adarê û Bandorên Wê Li Ser Çareseriya Meseleya Kurd, rûniştina sisê Aqilê Siyasî Yê Kurd, Peydakirina Rêyek Nû bi berfirehî axivîn û nirxand. Di binê her babetekê de çend babetên cuda bi hurgilî hatin vekolan. Encamê da pêşniyar, hizr û asoyek berfireh yê têgehiştinê derket meydanê.

Di babetê rûniştina ewil yê Konfesransê Li Rojhelata Navîn Astên Nû Ku Meseleya Kurd Gehiştinê da, Nezelaliya rewşa jeopolitik ya piştî Şerê Sar, ji vê rewşê mezinbuna dewletên qebare biçûk û aktören derveyî dewlet hatin destnîşan kirin. Hate gotin ku Li Rojhelata Navîn amanca serekî ya Dewletên Yekbuyî ya Amerîka (DYA) dirustkirina hevsengiyê li beramber Rusya û Çîn  ê, mijûlbuna dewletên zilhêz ya parastina statükoya li Rojhelata Navîn, dirustbuna mimariyek nû li dor xelîç-İsrayilê heye. Hevkariya DYA ligel Îranê, ji derve hêlana Tirkiyê di hevsengiyê da û heta hilbijartininên DYA tên kirin nebuna hêviyek çavrêkiri bo pêşhateyên giring bi nîsbet Kurdistanê hatin xêzkirin.

Di nîqaşên hatin kirî da hat diyarkirin ku Herêma Kurdistana Federe berhemê têkoşan û mafê rewa yê neteweyî ku di bingehê şoreşgêrî ya meşru da xwe parastiye, ji aliyê dî ve di encama hevsengiyên herêmî da derketiye holê. Hate diyarkirin ku amanca serekî ya gelê Kurd di bingehê aştiyê da serxwebûne, ligel İraqê  li kêleka hev jiyane. Amanca referanduma li Kurdistana Federe hatiye kirin dabînkirina aştiyê bû, lê belê rêveberiya Iraqa Federal pena bo şer bir, li beramberê wê Hewlêr bû navenda demokrasiye. Binê wê hat xêzkirin ku kurd hewceyî yekrêzî û hev qebûlkirinê ne, hem di têkiliyên nav kurdan û hem jî diyalog û diplomasiya ligel aktorên herêmî da gehiştine qonaxek baş.

Cext li hinde hate kirin ku meseleya paşeroja Rojhelata Navîn bi tenê bi hevrikiya Ereb-İsrayîl û pirsgirêka Filistînê ve girêdayî nîne, heman wext da  peywendî bi kurdên herçar parçeyan heye, heta Meseleya Kurd bi şiklek adilane neyê çareserkirin li herêmê aştî bi dest nakeve.

Hat diyarkirin ku qeyranên li Rojhelata Navîn bi tenê ji idaredanên siyasî yên dewletên herêmê pêknayên, ligel van aştiya navxweyî, balavbûna civakî, nebûna azadiya tak û civakî, bê karî, zordarî, binpêkirina mafên mirovan, paşvemayîya civakî, tund û tujî lazime bêne dîtin.

Di rûniştina diduyan ya Seqayê Siyasî Yê Piştî Hilbijartinên 31ê Adarê û Bandorên Wê Li Ser Çareseriya Meseleya Kurd Behsê deshilatiya 10 salên ewil yê AKP ê hate kirin ku li ser bingehê çaksazî û çareseriyê bû û hem dengên partiya deshilat hem jî dengên partiya li ser navê kurdan siyaset dikir zêde dibun. Di van 10 salên dawi ku şer û tund û tujî zêde bûyi dengê herdu aliyan jî kêm bûn. Encamên hilbijartinên 25 salên dawî nişan da ku siyaseta reforman bo hemî kesan bi feyde bûye.

Ji encamên hilbijartinên 31ê Adarê hevrikiyek siyasî derket pêş, lê belê ev ne kifşe ka dê ber bi normalbûn, proseyek nû ya çareserîyê ve biçe,  an jî  otoriterîzmê xurt bike.

Dengên kurdan li herêmê û metropolan ji hev cuda dibe, li Kurdistanê û metropolan lêgerînek merkezek nû heye.

Hat diyarkirin, xiraptirîn serdemê 2024ê li paş ma, serbarê hemî zext û tedayan hişmendiya Kurd bilind bûye,  jibo deshilatê qeyrana meşrubûnê despêkiriye, siyaseta tûnd û tujiyê gehiştiye binbestêr.

Runiştina sisêyan da Aqilê Siyasî Yê Kurd, Peydakirina Rêyek Nû da di têkoşana azadiyê da cih û rola rewşenbîran hat munaqeşekirin. Giringiya jiyana rewşenbîrên rasteqîn li ser ax, cih û warên xwe hate diyarkirin, çarenusaziya  têkilî/bihev girêdana hişmendiya neteweyî û xakê  hat gotin, Neteweperweriya Devera Barzan ya bi bingeh ax/niştiman wek minak hat nişandan.Binê gotina ”Heke em Kurdan bê ser bihêlin, emê bikarin kurdan bi rehetî idare bikin” hat xêzkirin.

Paşeroja kurdan li serdemê borî da hatiye raçandin. Pirsgirêka Kurdistanê li serdemê  Cemiyeta Miletan bi dabeşkirina gelê Kurd û Kurdistanê, zeftkirina mafê dewletbunê despêkiriye. Xudanbûnyina dewletê   hat diyarkirin. Di têkoşana jibo ziman ya kurdan da, giringiya bikaranîna zimanê kurdî diyarkirin. Di vê babetê da peyrewkirina tecrubeya Bengal û Plonya destnîşan kirin.

Nirxandinên di vê rûniştinê da hatin kirin nişandan ku di meseleya daxwazên neteweyî da kurd hev ra/hev nêrîn in, tişta ku hewceye di vê babetê da seknek hevpar ya neteweyî pêkbînin. Di çareseriya meseleya Kurd da bandora hêzên navneteweyî li ber çav bête girtin, dawî li şerê çekdarî bînin. Hevgirêdanek xurt di navbeyna têkoşana azadîxwaziya gelê kurd û  demokrasiyê heye, girîngî dana bi xebatên dîplomasiyê, li ber çav girtina taybetmendiyên her çar parçeyên Kurdistanê hewceyî bi mekanizmayek Konferansa Neteweyî heye.

Encamên ji Konferansê derketî

Piştî axaftin û nîqaşên têr û tijî ji konferansê hizr û bîrên cuda lê belê temamkerên hev ev encam jê derketin.

Di serdemek ku rewşa jeopolitik ne zelal da meseleya Kurd û Kurdistan hêj pirsgirêka serekî ya Rojhelata Navîn e. Serbarê zext û êrişên bê navber li ser Herêma Kurdistana Federe Hewlêr modelê pêkvejiyan, demokrasiyê ye.

Herêma Kurdistana Federe berhemê têkoşana meşru û rewa ye, li hember Bexda siyasetek aştiyane dimeşîne, di bingehê wekheviyê da dixwaze ligel İraqê pêkve bijî.

Herêma Kurdistana Federe rû bi rû yê xeteriyên mezin e. Kurd li beramber van metirsiyan bi rêkxistina nav mala xwe, yekrêzî û yek helwestî dişên xwe biparêzin.

Siyaseta Tirkiyê ya haşatî û tundiyê li ber çareseriya meseleya Kurd astengek mezine. Tecrubeyên bi sedan salan nişandide  ku bi vê riyê nagehine encamê. Encamên hilbijartinên 31ê Adarê nimûneya berçave. Di meseleya Kurd da siyaseta şer û pevçûnê mifa nedaye çu kesê, berevajî wê Tirkiye bi ber qeyranên kûr yên pir alî ve biriye.

Tişta hewce dest berdana politikayên inkarê, naskirina hebûna gelê kurd û mafên wi yên neteweyî,  zaminkirina wan di destûrê da ye. Kilîla aştî, aramî, demokrasi û geşedana aborî ev e.

Konferansa me di têkoşana azadiya gelê Kurd da bi dawî kirina şerê çekdarî û rêbazên tund û tujiyê,

Hebûna peywendiyek xurt di navbera têkoşana azadiya gelê kurd û demokrasiyê,

Perwerdeya bi  zimanê Kurdî, fermîbûn û bikaranîna di hemî warên jiyanê da,

Seferberiyek bi şiara “Jibo Kurdî her mal veguhere dibistanekê” tev gerîn,

Jibo ev xalên hevpar hemî aktören siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, dezgehên demokratik û rewşenbîr yek bigirin,

Cext li hinde kiriye jibo hevkarî û politikayên kurdên li her çar parçeyên kurdistanê nêzîk hev bikin, mekanizmayek Konferansa Neteweyî  hewce ye.

Jibo asankirina xebatên çareserî û pêngavên erênî di van waran da li Tirkiyê lazime hemî asteng û qedexeyên li ber hizr û biran bêne rakirin, politikayên ne demokratik û tengavkirin û daxistina partiyên siyasî yên Kurd bi dawî bikin.

Konferansa me jibo çareseriya meseleya kurd ya aştiyane û wekhevi dê li ser xebatên xwe yên weha ku pêşkêşî siyaseta Kurd, rewşenbîr, nivîskar û hemî aliyên peywendîdar bike

berdewam be.

09.06.2024

KOVARA DENG

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik