• » Gündem
  • 33 berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Saîd (Sadiq Şerefkendî) li Berlînê paytexta Elmanyeyê kete ber êrîşa terorîstên ser bi Cumhuriyeta Îslamiya Îranê û ligel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşava Qazî Fetah Abdulî û Humayun Erdelan şehîd bûn.

    Dr. Saîd paş şehadeta hevrêyê dilsoj û dêrînî Şehîd Qasimlo bibû Sekreterê Giştî a HDK-Î û ligel hevalên xwe yên serokatiya HDKÎ û Pêşmergeyên gernas nehiştin alayê Qasimlo û şehîdan û ruhiyeta xebatê bilind ragirtin

    Dr. Saîd jî girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên îranê û di civînekê da, ku bona vê armance hatibû amade kirinê, kete ber êrîşa terorîstê û şehîd bû.

    Dr. Saîdê her usa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û yekek ji dostê dilsojê partiya me bû.

    Em carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve mahkum dikin.

    Em piştrast in û heya îro hatiye selmandin û Şoreşa Jîna jî nişan daye, ku bi şehadeta rêberên Kurd pêşiya xebata azadiya gelê Kurdistan nayê girtin.

    Dr. Saîd û hevalen wî û hemu şehidên Kurdistanê nemir in, ruhên wan şad bin.

    16 Îlon 2025

    PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê


    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik