PEYMANA LOZANÊ; BELGENAMEYA ÎXANETÊ YA Lİ DİJÊ KURDISTANÊ

Ravenda Kurdistanê di 27-28.05.2023an da li bajarê Lozanê Konferansa 100. Salîya Peymana Lozanê li darxist. Ji çar parçeyên Kurdistanê ji 250 kesî zêdetir siyasetmedar, nunerên Partiyên Kurdistanê, akademisyen, rojnamevan û kesayetîyên navdewletî beşdarê konferansê bûn. Ji Bakurê Kurdistanê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel jî beşdarê Konferansê bû. Bozyel di Konferansê da gotara li jêrê pêşkêş kir.


Mêvanên ezîz, beşdarên giranbuha, nûnerên partîyên Kurdsitanê, dostên gelê Kurd yên birumet,

Hûn hemî bixêr hatin, ez we tevan bi rêzdarî slav dikim.

Ji bo lidarxistina vê konferansa watedar ez spasîya Rawenda Kurdistanê dikim û jibo vê karê hêja we birêzan pîroz dikim.

Sedsal berê li vir, Tirkiyê û dewletên İttilafê bi Peymana Lozanê welatê me Kurdistanê perçe û parve kirin. Koletî û bêstatutîyê  li ser me ferz kirin.

Peymana Lozanê ne tenê milettê Kurd ji mafê wî yên neteweyî yê rewa û dewletbûnê bêpar kir. Her wisa li Rojhelata Navîn tovê dijminahî û kînê çand û bû sedemê nearamî, şer û pevçunekê sedsalî.

Bi destura we ez ê di gotara xwe da bi giştî li ser bandora Peymana Lozanê ya li ser Bakurê Kurdistanê hur bibim.  Bi kurtî jî behsa encamên Peymana Lozanê yên jibo miletê Kurd û Tirk li Tirkiyê bikim.

Berîya Peymana Lozanê hinek qonaxên giring

-Di nivê sedsala 19an da Osmanî mîrekîyên Kurdan belav dikin. Kurd  hêza xwe winda dikin û ji taqetê dikevin.

-Di sala 1916anda İngiliz, Fransiz û Rus bi Peymana  Sykes-Picotê axa Osmanîyan, di eslê xwe da Kurdistanê di navbera hev da parve dikin.

-Piştê têkçûyîna Osmanîyan di Şerê Cîhanê a Yekemîn da, di Mutarekeya Mondrosê a 30ê Cotmeha 1918an da, 6 bajarên Kurd (Wan, Bedlis, Diyarbekir, Elezîz, Sêwaz, Erzurum) wek bajarên Ermenîyan tên destnîşan kirin.  Ku ev mijar di Peymana Berlînê a di 1878an da hatibûn rojevê.

Helwesta dewletên zirhêz yên di derbarê Ermanîyan ji roja ewil ve dibe sedemê nerazîbûna Kurdan û wan nêzîgê Tirkan dike.

Konferansa Parîsê

- Di 18ê Çileya Paşîn a 1919an da dewletên serkeftî yên Şerê Yekemîn jibo nîzamekê nû li Konferansa Parîsê da dicivîn. Di Konferansa Parîsê da li ser navê Kurdan Şerif Paşa beşdar dibe, lê tesirekê  xwe çê nabe. Konferans bê Kurdan birêve diçe.

Peymana Sevrê

Di 10ê Tebaxa 1920an da Peymana Sevrê tê imze kirin.

Li gor xalên 62,63, 64ên (beşa 3yemîna) vê peymanê, Bakurê Kurdistanê jibo Ermenîstanê tê hêştin. Di heremekê teng ê Kurdistanê da jibo Kurdan muxtarîyet tê destnîşan kirin. L gor peymanê ger Kurd bixwazin û Cemiyeta Miletan pesend bike, dewletekê serbixwe dikare bê avakirin. Ger Kurdên Mosilê jî bixwazin dikarin beşdarê dewleta Kurd bibin. Lê tu dewletek vê peymanê di  parlamentoya xwe da pesend nake û ew bê xwedî dimîne.

Tiştê balkêş ew e ku Kurd jî ji Peymana Sevrê nerazî ne. Ji ber ku piranîya axa Kurdistanê li ser Ermenistanê ve hatîye hêştin. Daxwaza Kurdan, di bin kontrola Osmaniyan da Kurdistanekê Xweser a hîn firehtier e.

Di rojên pêş da Kemalist her tim bi tirsa Ermenîstanê Kurdan dikişînên ber xwe.  Kazım Karabekir dubare dibeje “dê Kurdistan bibe Ermenistan”.

Peymana Lozanê

Di kîjan şertan da Peymana Lozanê hat imzekirin

Berîya ku Peymana Lozanê encam bide, Fransa bi Tirkiyê ra li hev hatibû û zêdetir bi karên navxweyî ra mijul dibû. Ji Edene û Entebê derketibû. Rojeva Fransîyan herî  zêde Ermenî, Suryanî  û qewmên nemuslim dadigirt. Siyaseta wê dijê Kurdan bû. Nehêştibû nunerên Kurdan beşdarê Konferansa Parisê bibin.

İngilîz ji şer westîyabûn. Ew li du petrola Mosilê bûn. Stratejîya xwe li himber Sovyetê li ser Tirkiyekê bihêz avakiribû.

Tirkiyê bi Sovyetê ra peymanên dostîtîyê imze kiribû. Siyaseta Sovyetê jî wek a İngilizan alîyê dewletekê xurt a Tirkan bû. İtalya ji Tirkîyê vekişîya bû. Yunan li himberê Tirkiyê têkçûbû û ji alikarîya Rojavayayîyan bêpar mabû.

Kurd jî belawela bûn. Rixêstinên Kurdan hatibûn girtin û Kurd bi giştî bêtaqat mabûn.

Bi gotinekê din Tirkiye bi awantaj û bi destekê xurt beşdarê Peymana Lozanê bû.

Li Lozanê du nokte derketên pêş.

Yek jê pênasekirina eqaliyetan, ya diduyan jî pirsa Mosilê bû.

Pênasekirina eqaliyetiyan

Li Lozanê têgeha eqaliyetan li ser bawerîyên dîni/olî hat pênasekirin. Ev bi dilê Tirkiyê bû û her wisa pêşnîyara Lord Qurzonê İngiliz bi xwe bû. Bi vê awayî Tirkiye hat hêsan kirin û pirsa Kurd ji rojevê derket.

Lê di maddeya 39an da hat destnîşan kirin ku her kesê ku li Tirkiyê niştecî ye dikare di jîyana xwe ya bazirganî, civakî û di mehkemeyan da zimanê xwe yê zikmakî bikar bine. Ev xal li Tirkiyê tu car nehat bicîkirin.

Xala diduyan pirsa Mosilê bû.

Mosil

Di niqaşên derbarê Mosilê da İngilizan nasnameya Mosilê ya kurdî derxistin pêş û xwestin ku Mosil di bin kontrola İngilizan da bimîne. Nunerên Tirkan İnonu jî  iddia dikir ku Kurd û Tirkan qedera xwe kirine yek û ew bi xwe nunerê Tirk û Kurdan e. 

Tirkiyê bi şertê ku İngîliz daxwazên Kurdan yên xweserî û serxwebûnê red bikin, amadebû dev ji Mosilê berde û radestê İngilterê bike. Lê ev tişt di Meclisa Tirkîyê ya yekem da nehat pesend kirin. Nunerê Kurd Yusuf Ziya Beg razî nedibû ku axa Kurdistan dabeş bibe û li meclisê li himber vê planê bi tundî derdiket. Jiber vê yekê Meclisa Yekem ji aliyê M. Kemal ve hat fesh kirin û meclîsekê nû hat hilbijartin û di Tebaxa 1923an da Peymana Lozanê pesend kir.

Bi imzekirina Peymana Lozanê perçekirin û parvekirina Kurdistanê ji alîyê nizama dinayayê bi awayekê fermî  hat qebulkirin.

Piştê imzekirna Peymana Lozanê, 29ê Oktobra 1923an da Komara Tirkiyê hat îlan kirin.

Li Dijê Kurd Serdemekê nû

Rayedarên Tirk yên nû, M.Kemal û hevalên wî di navbera 1920 û heta Peymana Lozanê siyasetekê keysperest, pragmatik û demdirêj birêvebirin. Bi Ermeniyan Kurdan ditirsandin û bi argumentên parastina Xelîfetê û biratîya Misilmanîyê Kurdan dikişandin ber xwe. Kemalistan gelek caran hêvîya azadî û muxtarîyetê dan Kurdan û bi vê awayî Kurdan ewiqandin.

Kemalistan vê siyaseta duru û xapînok heta imzekirina Peymana Lozanê, bi gotinekê din heta naskirina dewleta Tirk ji aliyên hêzên navdewletî ve meşandin.

Piştê Peymana Lozanê û avakirina Komara Tirkiyê hemî sozên biratîyê yên jibo Kurdan hatin jibîr kirin. Xalên Peymana Lozanê yên derbarê bikaranîna zimanê Kurdî jî nehatin bicîhkirin. Kemalistan ruyên xwe yên şoven û dagirker derxistin holê.

Ew İnonuyê ku di Lozanê da digot ez nûnerê Kurdan im jî, di sala 1925an dibêje li Tirkiyê tenê mafê Tirkan heye ku mafên neteweyî bixwazin, li Tirkiyê herkes mecbure ku bibe Tirk, wek Tirk bijî û biaxive.

Destura Tirkiyê ya  ku di sala 1924an da çêbû, herkesê ku li Tirkiyê dijîya wek Tirk pênase dikir.

Êdî serdema tekparêzîyê dest pê dikir, li Tirkiyê herkes Tirk bû, tenê zimanê Tirkî hebû. Armanca yekemin pêkanîna miletekê Tirk yê yekpare bû.

Komara Tirkiyê;

İnkar, asimilasyon, koçberkirin, imhakirin, rewşa awarte

Kemalistan piştê ilankirina Komarê dest bi sîyaseta dijî Kurd kirin. Rejima Kemalist Serhildana 1925an a Şeyh Seid jibo vê armancê wek firsendek bikaranî. Bi sedan serokên Kurdan hatin bidar ve kirin.

Bi navê Şark İslahat Planê stratejiyekê demdirêj hat amadekirin. Şark Islahat Planê rehbera siyaseta Komarê ya dijê Kurd bû. Li gor vê planê divê Kurdistan bi destên Waliyên Giştî wek mustemleke/koloni bê îdare kirin.

Li gor Şark Islahat Planîyê;

-Ji bo Kurdistanê rêvebirîyekê taybet ya kolonîyê tê pêkanîn. Erkên Rêvebirîya Teybat bêsînor e.

-Li Kurdistanê Rêvebirîya Eskeri bê navber hikum dike.

-Asimilasyona Kurdan armanca yekemin e.

-Nifusa Kurdan ji Kurdistanê tê koçberkirin.

-Di bajarên Kurdan da bikaranîna zimanê Kurdan qedexe ye.

Li aliyê din rejima Kemalist jibo siyaseta xwe ya Tirkîtîyê ya yepare, bingeha hizrî û ideolojik amade dike. Bi vê armancê Teza Diroka Tirk (Türk Tarih Tezi) û Teoriya Ziman a Rojî (Güneş Dil Teorisi) pêktîne. Li gor vê teoriye, serçavîya hemî şaristanîyan Tirkên Asyaya Navin bûn ku li gor vê Kurd jî bi eslê xwe Tirk bûn. Ya din jî hemî zimanên dinyayê ji zimanê Tirkî derketibûn.

Tirkiye, jibo siyaseta inkarkirin û asîmilasyonê hewcedarî bi rejimekê zordar û rêvebiryekê taybet hebû.

Bi vê armancê di dirêjahîya sedsala bistan da Kurdistan bi rêvebirîyên taybet yên wek Mufetişên Giştî, Îdareyên eskerî û rewşa awarte hat îdare kirin. Her daxwazên Kurdan bi top û xwînê hatin fetisandin. Kurdistan bû qada şer, bi hezaran gund û bajarên Kurdan hatin kavilkirin û bi milyonan Kurd bizorê ji welatê xwe hatin koçber kirin.

Bandora siyaset dijê kurd li ser rewşa Tirkiyê

Siyaseta inkar û asimilasyonê ya dijê Kurd ne tenê êş û xesarên mezin da Kurdan, her wisa pêvajoya demokratikbûna Tirkîyê jî ji vê siyasetê xesar dît. Her cara ku dewleta Tirk li himber Kurdan dest bi şer û qirkirinê kir, tesîra artêşê li ser siyasetê zede bû, pêla şovenizme bilind bû. Ev jî rê neda ku Tirkiye ber bi demokrasiyeke nûdem ve pêş ve biçe. Bi van sedeman artişa Tirk her deh salan da carek kudeta çêkir û dest da ser hikum.

Dewleta Tirk hemî serhildanên Kurdan, jibo perçiqandina muxalefeta navxweyî bikar anî, firsend neda ku tevgerên demokratîk li Tirkiyê xurt bibin û xelkê birêxistin bikin. Ev jî bû sedemê wê yekê ku li Tirkiyê siyaset ber bi otoriterîyê, nijadperestîyê û cemserîyê ve biçe.

Siyaseta dijê Kurd têkçuye, Tirkiye xitimîye

Îro Tirkiye jiber siyseta şer û şiddetê ya dijê Kurd di nav krizekê kur û piralî da ye. Rewşa aborî têkçuye, sistema siyasî xitimiye, nirxên civakî rizîyane, Tirkiye di qada diplomasîyê da di rewşekê aloz da ye.

Li gor lêkolînan, tenê di şerê 40 salên dawî da 4 trilyon dolar ji berika xelkê derketiye. Ev pere ji bo şer, çek û weki din hatiye xerckirin. Ev pere pênç car ji dahatîya milli ya  Tirkiyê ya salane zêdetir e.

İro ji sedî 70ê xelkê Tirk di asta birçîtiyê da dijîn, gel qasê ku pêwîst be ji xizmetên perwerdeyê, tenduristiyê û avadanîyê sudwernagire.

Pergala serokatiyê ku nuha  li Tirkiyê li ser hikume, li dijê têkoşîna azadîya gelê Kurd hatiye avakirin û yek ji sedemê qeyrana heyî ya li Tirkîyê ye.

Her wisa di nav civata Tirk da pêla nîjadperestiyê ji her wextî bilindtir bûye. Li seranserê Tirkiyê cemserî ya komelgehî û dijminahî  gelek kur bûye ku ev jî jibo aştîya civakî tehdidekê mezin peyda dike.

Ev 7-8 salên dawî Tirkiye bi navê têkoşîna dijê PKKê li hundir û derve şerekê bênavber dimeşine. Tirkiye di  van çend salên dawî da li Kuridstana Başur bi sedan baregeh avakiriye û xesarên mezin daye xelkê sivil. Herwisa Tirkiye li Rojavayê Kurdistane heta nuha çar opeasyonên eskeri bi rêvebir û gelek bajarên Kurdan dagir kir. Tirkiye bi bê siyaseta xwe ya emperyal di Rojhelata Navin da aramî û istikrarê tehdit dike.

Divê Mafên Miletê Kurd yên Rewa bên naskirin

Pir eşkere ye ku nesafikirina pirsa Kurd hem li Tirkiyê hem jî li Rojhelata Navîn rewşa siyasî aloztir dike, şer û bêistikrariyê zêde dike. Tecrubeyên sedsalî nişan didin ku heta pirsa Kurd bi awayekê aştiyane û li ser esasê wekhevîyê safî nebe, li herêmê  ne aştî,  ne demokrasi, ne jî xweşguzarî  peyda dibe. Li Tirkiyê û heremê nifteya aştî û aramîyê safi kirina pirsa Kurd e.

Divê ev neheqîya sedsalî a dîrokî ya dijê gelê Kurd bi dawî bê

Mafê miletê Kurd jî heye ku wek her miletekî li ser axa xwe bi awayekî azad û birumet bijî. Ev tişt bi nirxên mirovahîyê yên gerdunî ra jî guncav e û jibo aşitîyekê mayinde jî pêwîst e.

Piyekê Nizama Peymana Lozanê di qonaxa 1991 û 2005an da bi azadbûna Kurdistana Başur şikiya.

Nuha dora sê pîyên din e.

Pitê tecrubeyên sedsalî, neheqî û bêhiquqîyên Peymana Lozanê divê bên sererast kirin.

Jibo vê yekê, erkê ewil dikeve li ser milê miletê Kurd. Azadî nayê bexşkirin, jibo wê têkoşin û ferasetekê netewî û hevdem divê.

Erkê diduyan jî dikeve liser milê dewletên pêwendîdar. Jibo aştî û edeletê divê ew jî liv li xwe xin erkên û berpirsiyarîya xwe yên xwe yên li beramberê mirovahîyê bicîh bînin.

Jibo guhdarîya we spasîya we hemîyan dikim.

27.05.2023

Lozan

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

         (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik