
Bo Bîrûrayê Giştî
Bî
Dest Xistina Azadî Û Demokrasî Bî Xebata Hevbeş ve Pêkan e
Li
Tirkiyê û Kurdistanê pêavajoya hestyar û giring heye û gelê Kurdi di vê
pêvajoyê de rê bi rûyê derfetên dîrokî û metirsiyê ye.
Partiya
Sosyalîst a Kurdistan her tim çext li ser vê yekê kir û dike, ku em tenê bi
xebata hevbeş ve azadî û demokrasîyiyê bi dest dixin.
Di
her derfetek da îşare bi vê rastiyê dikin û dibêjin, bona ku hezên welatparêz
ji vê pêvajoyê heyî îstîfade bikin, divê hêzên xwe bikine yek.
Bi
gor bîr û bawerîya Partîya me hilbijartina 14ê Gulanê di vî warê da derfetek e.
Bona vê yekê Partiya me ligel 8 partî û hêzên sîyasî û Partiya Çep û Kesk,
Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd ava kiriye.
Tifaqa
Azadî û Demokrasî a Kurd di roja 3ê Nîsanê da bi belavkirina deklerasyoneke ve,
daxwaza netewî û demokratîk a serekî yên gelê Kurd bi zelalî pêşkeşê bîrûrayê
giştî kir û bi destxistina daxwazên hanê vîn û îradeya xebata hevbeş nişan
da.
Pêkhatina
Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurd û deklerasyona wê ji aliyê gelê me ve bi germî
hat pêşwazî kirin.
Lê
belê lîsteya berandama Partiya Çep û Kesk, ku di 9ê Nîsanê da hatiye belav
kirinê, di warê nûnertiya hevseng û dadperweriyê da ne maqul e.
Lê
ev yêka hanê çû bandor li ser pabendbûna me bi Deklerasyona Tifaqa Azadî û
Demokrasî a Kurd daneyne.
Derbareyê
pêvajaya tifaqe halwest û boçûna Partîyê me, her tim pabendbûn bi binemayên
netewî û berpirsiyarî bûye û emê li ser halwesta xwe ya hanê pêgîr bin.
PSK
li ser qewlê xwe ye û bona, ku herwekî di deklerasyonê da hatîye gotin,
di proseya hilbijartinê da daxwazên gelê Kurd yên bîngehin pirtir di nava
cîvatê da belav be û were pejîrandinê, piştî hilbijartinê jî desteber kirina
desturî û qanunîya daxwazên hanê pabendê xebata hevbeş be.
11
Nîsan 2023
Desteya
Kargerîya Navendî a
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
(PSK )
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ