PSK; Di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê me ji bo namzetên demokrat ên welatparêz e...

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RA

Di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê me ji bo namzetên demokrat ên welatparêz e...

Meclîsa Partîya Sosyalîst a Kurdistanê roja 17.03.2024ê civîya û qonaxa dawî ya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê nirxand û biryar da ku encamên jêrîn bi raya giştî re parve bike.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê re tenê çend roj man.

Ji dema ku salnama hilbijartinên herêmî hat diyarkirin, me wek PSK ev mijar cidî girt rojeva xwe û çend civîn li dar xist. Ji bo ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li gor hêvîyên gelê me yên azadî û demokrasîyê encamekê bi dest bixin, me gelek hewl da.

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê di Konferansa 3. a PSKê de, ku di16-17ê Kanûna 2023an de li Diyarbekirê hat lidarxistin, rewşa dijwar û zehmet a ku welatê me tê re derbas dibe û êrîş û gefên ku gelê me bi wan re rû bi rû mane  li ber çav girt û destnîşanî bi hevkariyek berfireh a hilbijartinan kir

Meclîsa Partîyê ya PSKê, ku di 7ê Çileya 2024an de li hev civîya, çarçoveya giştî ya ku di Konferansa 3. de hatibû xêzkirin, veguherand şiklekî zelaltir û bikêrtir.

Meclîsa Partîya me hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an ji bo rawestandina êrîşên dijminane yên li dijî hebûna netewa gelê Kurd, nirxên wî yên pîroz û vîna wî ya azadîyê, wek fersendek girîng bi nav kir.

Meclîsa Partîya me destnîşan kir ku heger em di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de hêzên xwe bibin yek, em dikarin xwe bi rêve bibin û bajarên xwe bikin baxçeyên ziman û çanda Kurdî.

Di danezana dawî ya Civîna Meclîsa Partîyê ya 7ê Çileya 2024an de xalên jêrîn hatin destnîşankirin.

Pêwîstîya me bi hevkarîyek hilbijartinê heye ku hemû hêzên me yên netewî yên demokratîk, cihêrengîya me ya etnîkî, olî û çandî û paşxaneya me ya rewşenbîrî bîne cem hev. Hemû aktorên me yên siyasî dikarin ji bo berjewendîyên hevpar ên gelê xwe bên cem hev, taybetîya xwe biparêzin û cudahîyên xwe wek dewlemendîyekê bihesibînin. Hevkarîya hilbijartina berfireh, ne tenê wê bikaribe bajarên xwe bi dest bixin, belkî ji bo gelê me dikare bibe navendek balkêş û çavkanîyek mezin a bawerî û moralê. Hevkarîya hilbijartinan a bi vî rengî dikare di pêşerojê de ji bo tifaqên netewî yên mayînde û stratejîk jî bibe bingehek xurt.

Bê şik emê bi saya hevkarîyek berfireh a hilbijartinê, ku hisret û hêvîya gelê me ye, rêveberîya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin. Hêz û îradeya me heye ku em bajarên xwe yên ku ji alîyê fizîkî, dîrokî û çandî ve hatine hilweşandin, ji nû ve ava bikin. Di destê me de ye ku em hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi şîara “Li bajarên Kurdan tu deng tu partîyên sîstemê re tunene” veguherînin referandûmê. Em dikarin bi encamên hilbijartina 31ê Adarê nîşan bidin ku em dikarin hem bajarên xwe hem jî welatê xwe bi rêve bibin.

Me bal kişand ku hevkarîyek berfireh a hilbijartinê dikare li gor bernameyek ku daxwazên gelê Kurd ên bingehîn, lezgîn, demokratîk ên netewî di nav xwe de dihewîne pêk bê û çarçoveya giştî ya wê li jêr hatiye diyarkirin.

Di asta destûrî de naskirina nasnameya gelê Kurd,

Naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehîyê û di qada giştî de qebûlkirina wî wek zimanê fermî.

Bi hemû dewlemendîya xwe vejîna ziman, çand û dîroka Kurdî,

Aşkerekirina gorên rêberên Kurd ên windakirî,

Vegerandina navên Kurdî yên hemû cîh û warên dîrokî, erdnîgarî, çandî,

Bidawîkirina dosyayên girtina partîyên siyasî yên Kurd û tolhildana ne rewa ya li dijî kadroyên Kurd ên siyasî.

Naskirina mafê gelê Kurd ku di welatê xwe de xwe bi rê ve bibe û hwd.

Me teqezî li ser wê yekê kir ku ev daxwaz û armanc dikarin bibin hevparên hevbeş ên hevkarîya hilbijartinan.

Me diyar kir ku meclîsên bajaran dikarin di bin rêveberiya hêzên neteweya demokratîk a Kurd de bibin meclîsên herêmî. Meclîsên bajarên ku emê bi rêve bibin, dikarin di warê naskirina nasnameya Kurdî, wek zimanê perwerdeyê bikaranîna Kurdî, vegerandina navên Kurdî, di warê ziman, çand û dîroka Kurdî de xebatên bi bandor û bi rêzgirtina bîranînên dîrokî û mezinên Kurd yên çandî û mezinkirina nifşên nû yên saxlem, berpirsiyar û hişyar mîsyonek dîrokî bi cîh bînin. Me ev yek eşkere kir.

Me di daxuyanîya dawî ya Meclîsa Partîyê de jî ev tespît kirin.

Şaredarîyên ku emê bi hev re bi rê ve bibin, wê hewl bidin ku wesayeta hikûmeta navendî ya li ser rêveberîyên herêmî kêm bibe. Ji bo ku walî, qeymeqam û midûrên polîsan bi hilbijartinan bên ser kar wê têkoşînek çalak bê meşandin. Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bi kontrolkirina hemû bajarên xwe em dikarin pergala monîst, yekdest û navendparêz a heyî biguherînin navendek ademî û yekrêzîyê. Bi serketinên mezin ên ku emê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dest bixin, ne tenê bajarên xwe, em dikarin wek defakto welatê xwe jî bi rêve bibin. Encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dibe ku veguhestina nîzama monîst û otorîter, a ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, ber bi federalîzmê ve bibe.

Gelê me yê hêja;

Komisyona Hilbijartinê ya PSKê di çarçoveya ku Meclîsa Partîyê di civîna 7ê Çileya 2024an de amade kiribû, ji bo ku hevkarîyek giştî û Kurdistanî ya hilbijartinê pêk bîne, gelek xebat kir. Komisyona Hilbijartinê ya PSKê bi DEM, DBP, PWK, HAK-PAR, PDK Bakur, KKP, bi hemû partî û partîyên Kurdistanî re, ji bo ku hevkarîya hilbijartinan têra xwe fireh bibe û hêvîyên gelê Kurd bi cîh bîne, civînên piralî li dar xist.

Partîya me li Amedê bi gelek sazî û dezgehên xwedî prestîj giranhêz re hevdîtin pêk anîn û em bawer dikin ku wê bi nêrîn û pêşniyazên xwe piştgirîyê bidin avakirina hevkarîya hilbijartinên Kurdistanê. Me di derbarê xebatên xwe yên hevkarîya hilbijartinê de ew agahdar kirin û anî zimên ku em li hêvîya nêrîn û piştgirîya wan in. Me li ser heman mijarê bi gelek rewşenbîr û kesayetên Kurd re hevdîtin pêk anîn.

Lê tevî hemû hewlên me yên dildar û rasteqîn, hevkarîya hilbijartinan a ku gelê me jê hêvî dikir û dikarîbû pêvajoya xirab a niha berovajî bike pêk nehat, me nikarîbû pêk bînin.

Di çênebûna hevkarîyek berfireh a hilbijartinên 31ê Adarê de nêzîkatî, eznavendî û hizibparêzîya siyasî ya Partiya DEMê rolek sereke lîzt. Têgihiştina siyasî ya ku DEMê temsîl dike, li şûna ku hêvîyên gelê Kurd di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de asas bigire, berjewendîyên xwe yên hizbî wek bingeh da pêş. Li şûna ku bi perspektîfek stratejîk li wan binêre, bi têgihiştinek teng a rojane nêzîkî mijarî bû. Ji hevkarîya hilbijartinê ya bi prensîb, hevgirtî û şefaf dûr ket.

Diyar e ku ev rewş ji bo gelê me ne rewşek dilxwestî ye.

Tevî vê rewşa neyînî jî, ji bo serkeftin û pêşeroja gelê Kurd em îrade û hestên xwe yên xurt diparêzin. Em di wê bawerîyê de ne ku wê pêşeroj rewşa gelê Kurd ber bi azadîyê ve bibe, di vê derbarê de gumanek me ya herî biçûk jî tuneye. Rewşa heyî ne çarenûs e. Zû yan dereng emê vê meyla xerab berevajî bikin û bi hev re siberoja azad û bi rûmet a ku gelê me heq dike ava bikin.

Gelê me yê hêja;

Em wek PSK ji ber astengîyên dewletê yên destûrî û îdarî yên li dijî Kurdan nikarin bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Di van şert û mercan de emê di hilbijartinên 31ê Adarê de biçin ser sindoqan û li gor prensîbên ku me li jor diyar kirine dengê xwe bidin namzetên welatparêz û demokrat ên ku;

Li hember daxwazên netewî û demokratîk ên gelê Kurd hestyar, hişmend û berpirsiyar in,

Ji bo van daxwazan xwedî îradeya têkoşînê ne,

Ji bo çareserîya pirsa Kurd xwedîyê hest û helwestên wekhevî, aştiyane û demokratîk in.

Emê bi dengên xwe piştgirîyê bidin namzetên welatparêz û demokrat, ên ku xwedîyê hişmendîya siyaseta şaredarîyek demokrat, şefaf, zelal û hesabdar in.

Li parêzgehên rojavayê Tirkiyê jî emê dengên xwe bidin kesên ku;

Ji hebûn û mafên bingehîn ên gelê Kurd re rêz digire;

Ji ziman, çand û dîroka Kurdî re hestiyar e;

Emê ji bo namzetên pêşverû, demokrat ên ku piştgirîyê didin çareserîya pirsa Kurd a wekhevîxwaz, aştiyane û demokratîk bi kar bînin.

Tevî hemû neyînî û nakokîyên heyî jî em hêvî dikin ku hilbijartinên 31ê Adarê di rewşek demokratîk, adil û aştiyane de derbas bibin.

Em hêvî dikin ku encamên hilbijartina 31ê Adarê ji bo têkoşîna azadî û demokrasîya gelê me xêrdar be.

19.03.2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

             (PSK)

      Meclîsa Partîyê

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik