
Di çend rojên dawî de di pevçûnên li Lazkiye û herêma peravê ya ku elewî li Sûriyeyê bi giranî lê dijîn de 311 sivîlên elewî jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara miriyan 500an derbas bûye.
Em van hovîtî û qetlîamên li dijê gelê Elewî bi tundî
şermezar dikin û bang li saziyên navneteweyî bi taybetî NY û dewletên têkildar
dikin ku li hember êrîşên li dijî sivîlan tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.
Siyaseta tekparêzî û mezhebî ya ku HTŞ'ê li Şamê birêve dibe,
beşên cuda yên etnîkî û olî yên civakê tune dihesibîne; li himberê Kurd, Durzî
û Elewiyan de di siyaseta înkarê de israr dike. Ev şêwazê rêveberiyê ku dişibe
rejîma berê ya Baasê, li şûna ku pêvajoyek pilural û beşdar bi rê ve bibe,
şêwazê xwe yê rêveberiya cîhadî ya paşverû li ser beşên din ên civakê ferz
dike.
Metirsiya vê zihniyeta ku pêkhateya pirrengî ya civaka
Sûriyê li ber çavan nagire û hurmetê ji cudahiyên etnîkî û olî yên li welêt
nagire, roj bi roj Sûriyê dikişîne nava kaos û şerê navxweyî.
Em bang li civaka navdewletî, parêzvanên aştî û mafên
mirovan û gelê Sûriyê dikin ku di derbarê mirina sivîlan de hestiyar bin.
Divê demildest qetlîama li dijî gelê elewî li Sûriyeyê bê
rawestandin û kesên sûcdar divê li ber saziyên navneteweyî hesabê bidin.
08.03.2025
Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê
(PSK)
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ