PSK; Roja Jinan a Cîhanî 8ê Adarê Pîroz Be

Birayê hêja Kak Beyrem Bozyal (Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK)

Birayê hêja Kak Mesûd Tek (Serokê Partiyê yê berê).

Hevalên hêja endamên kongirê Sêyem û endamên serkirdayetiya nû ya Partiyê.

Silav li we: Bi boneya lidarxistina kongireya Sêyem a Partiya we ya xebatkar û têkoşer (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) em di (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya)’de germtirîn pîrozbahiyan li we dikin û hêviya serkeftinê ji xebata we re dixwazin ji bo bidestxistina mafê gelê kurd yên rewa .

Hevalên hêja: Ne veşartiye ku miletê Kurd û doza wî ya netewî li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşek awarte tirsnak û qûnaxek hestiyar re derbas dibe, lewma ji hemû aliyên tevgera kurdî û kurdistanî tê xwestin ku bi yekrêzî û yek dengî xebatê bikin ji bo bidets xistina mafên xwe yên netewî.

Di vê derbarê de em tekez dikin li ser berdewamî û bi hêzkirina pêywendiyên di navbera herdû partiyên me yên bira de (Partiya Sosyalîsta Kurdistan) û (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya), di xizmeta doza miletê kurd de, û bi destxistina mafê wî yên netewî.

Di dawiyê de careke din em kongireya Sêyem a partiya we pîroz dikin û serkeftinê ji xebata we ya rewa re dixwazin.

31 / 10 / 2022

Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

8ê Adarê ku bûye sembola azadî û wekheviya jinan, ji aliyê hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Kurd ve tê pîrozkirin. Em weke jinên Kurd di vê doza mafdar de li gel xwişkên xwe yên li çar aliyê cîhanê cih digirin. Em ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar dixwazin. Mafê jinan mafên bingehîn ên civakê ne, dayîka mirovahiyê ye!

Roja Cîhanî ya Jinan di tevgera mafên jinan de qonaxeke girîng e. Îro jî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê; wek roja yekitî, hevgirtin û têkoşînê tê pîroz kirin û bê ferq û cudahiya nîjad, çîn û reng hemî jin beşdarîyê dikin. Li hemû cîhanê jin qadan dadigirin; balê dikşînin ser pirsgirêkên jinan, li dijî zîhniyeta serdest a mêran mafên xwe bi dengekî bilind tînin ziman û daxwaza mafên xwe dikin.

Mixabîn, pirsgirêka jinan îro jî bi hemû dijwariya xwe, bi newekhevîya karûbar da, bi kuştinên jinan û bikaranîna bedena jinê weke zimanê îstîsmarê li pêşberî me ye. Sîstem di serî de li ser jinan polîtîkayên xwe yên çewisandinê didomîne.

 Îro jî em jinên kurd; bi xwedîderketina mîrateya jinên Kurd ên leheng ên di dîroka xwe, em ê derkevin qada têkoşînê. Bi munasebeta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê careke din em ê dengê xwe ji bo ragihandina mafên xwe yên neteweyî, çînî û zayendî bilind bikin. Li her qada ku em lê ne; em ê ne tenê şîdeta serdest a mêran ku li ser jinên Kurd tê meşandin, tundiya ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin jî em ê derxin holê.

Em jinên Kurd; em ê ji milîtarîzekirina Kurdistanê, operasyonên leşkerî, buhabûn, bêkarî û her cure polîtîkayên zext û tirsandinê yên ku bi hemû dijwariya xwe li ber me radiwestin re bêjin “êdî bes e”.

Jinên Kurd ne tenê li dijî cudakariya zayendî têdikoşin; her wiha ji bo daxwazên mafdar ên neteweya Kurd têdikoşin û berdêlên giran didin. Soza me ji Leyla Qasım, Jina Amina û bi milyonan jinên Kurd re heye.

Her sazî û partiyeke bê jin bin lawaz in û dê lawaz bimînin. Em jinên Kurd; di partiyên ku em tê de ne û li her qadê em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin. Weke jinên Kurd em ê doza xwe xurt  û geştir bikin.

Bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî îro jî weke duh; Em daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin ku ev daxwaza mafdar a her jineke Kurd e. Em ê li dijî tundî, xizanî, tacîz, destavêtin, desthilatdariya mêr, zilm û zordarîyê bi dengekî bilind têbikoşin. Emê her tim bale bikşînin li ser pirsgirêkên jinan; em ê bi şîara cîhanek wekhev asta têkoşîna jinan bilind bikin.

Bijî têkoşîna rêxistinî ya jinên Kurd.

Bijî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî

08.03.2025

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

         Şaxa Jinan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik