
8ê Aderê Roja Jinan ya Cîhanî Pîroz be…
Îro 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhani ye.
8ê Adarê; li seranserê
dinyayê ji aliyê jinan ve bê cudahiya çîn, nijad û reng wek roja yekitî, piştevanî
û têkoşanê tê pîrozkirin. Jin li qadan; balê dikêşin ser kêşeya jinê, li hember
têgeha serdestiya mêr daxwaza mafên xwe bi dengek bilind dikin.
Me jinên Kurd mîratê
şêrejinên Kurd yên di dîroka xwe da wergirtiye, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan
ya Cîhanî carek dî daxwaza mafên xwe yên neteweyî, çînayetî û regezî dikin. Li
her qada ku em lêbin; li kêleka rubirubûna tund û tûjiya têgeha mêrsalarî tund
û tûjiya bi destê dewletê tê birêvebirin jî em teşîr dikin û emê berdewam
bikin.
Em jinên Kurd; dibêjin êdî bese milîtarize kirina Kurdistanê,
operasyonên leşkeri, bûhabûn, bêkarî û her cureyê politikayên tepeseriyê .
Îro 8ê Adarê em roja jinan
carek dî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin ku mafek rewa yê jina Kurd
e. Zimanê kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê hem jî wek zimanê fermî bê
qebûlkirin. Em pejirandina statuyek netewi bo gelê kurd wek mafek rewa û
gerdunî dibînin.
8ê Adarê roja jinan de; li
hember tund û tujiyê, xizaniyê, destdirêjiyê, deshilata mêr û hemî cure zilm û
zordariyê emê têbikoşin. Bi balkêşana kêşeya jinê, bi şiara cîhanek wekhev emê
têkoşana jinê gûr bikin.
Bi xemek mezin ve em 8 ê
Adarê; ji ber erdheja ku li bajarên kurdan dayî bi dilek kiz û şikestî pêşwazî
dikin. Li dehan bajarên me bi deh hezaran însanên me bûn qurbanî. Erdhej wek
afetek xwezayî, di encama politikayên qirêj yên otoriter û dijayetiya Kurdan
veguherî felaketek mezin. Li herêmên erdhejê serbarê rewşa xirab û mexdûriya
gelê me trajediya bi serê zarok û jinan hatî dilê me dax dike.
Serê gelê me sax be. Jibo pêçana birînan û ji nû
ve avakirina jiyanek bi ewle bi hemî îmkanên xwe emê li nik gelê xwe bin.
Bijî têkoşana bi rêxistinî ya
jina Kurd.
8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî
pîroz be.
08.03.2023
Baskê Jinan yê
Partiya Sosyalista Kurdistanê
(PSK)

Meclîsa Berfireh a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê di 18.05.2025an de civiya û pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û welatê me nirxand. Di civînê de herwisa amadekariyên ji bo 4emîn Kongreya Asayî ya Mezin a PSKê hatin nirxandin û biryar hat dayîn ku encamên jêrîn bi raya giştî re werin ragîhandin.
Zincîra guhartin û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, dibe sedema guhertinên radîkal li welatên herêmê. Di heman dema şikestina pel û baskê Îranê li herêmê û hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê de Tirkiye jî ji pêvajoyeke dijwar re şahidiyê dike.
Trafîka danûstandinan ku bi daxuyaniya Devlet Bahçelî di Cotmeha par de dest pê kir û bi banga Öcalan berdewam kir, bi daxuyaniya PKKê ku kongreya xwe ya 12an de biryara çek danînê û xwe fesih kirinê ragîhand dawî bû.
Bi vî awayî, dawîya şerekî bêwate ku 40 sal in li Kurdistanê dibe sedemên xesarên mezin ên can û mal, bi dawî hat.
Vê biryara PKKê ya danîna çekan argumanên ku dewletê li dijî destkeftiyên Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê bi kar dianî ji holê rabû. Vê rewşê ji bo tekoşînê gelê Kurd, ji bo dest xistina maf û azadîyan derfeteke mezin peyda dike, bi taybetî li Rojava, bêhneke nû wê vebide.
Li hêlekî din rêvebir û desthilatdarên Tirkiyeyê, hewl didin bi bêdengkirina çekan daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiya neteweyî veşêrin. Rayedarên dewletê dixwazin bi wê têgihîştinê bidin zanîn ku pirsgirêka Kurd bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve çareser bûye.
Her weha, hin derdorên ku îdia dikin ku ew nûnertiya Kurdan dikin, roj bi roj asta daxwazên neteweyî dadixin û diyar dikin ku wan dev ji daxwaza statuyê ji bo Kurdan berdaye. Ev rewş di civaka Kurd de dibe sedema bertekekê mafdar û sergêjîyê.
Divê gelê me bi temaşekirina van hemû daxwuyaniyên ne erênî bê hêvî nebe û dev ji têkoşîna azadiya neteweyî bernede.
Pirsgirêka Kurd bi bêdengkirina çekan û bi dawîhatina şer çawan kû çareser nabe, ji ber ku hin kes dibêjin "Em statûyê naxwazin" ji gelê me dev ji daxwaza azadiya neteweyî û statuyê bernade.
Berevajî vê, têkoşîna azadiya gelê Kurd dikeve qonaxek nû. Em di wê baweriyêda ne ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê, dema ji ji bandora havîrdorekî tundûtûjî û pevçûnan bifilite, êdî dê li ser bingehek xurttir, girseyîtir û rewatir ber bi serkeftinê ve biçe.
Niha ku hinceta şer û "terorîzmê" ji holê rabûye, divê dewlet gavên bilez bavêje da ku pirsgirêka Kurd çareser bike.
Pêşî divê destûr bê dayîn ku ew kesên ku çekên xwe danîne vegerin jiyana xwe ya normal û ew kesên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehan dane, werin azadkirin. Şaredarên ku bi hinceta "piştgiriya terorê" ji kar hatine dûrxistin divê vegerin ser erkên xwe û Qanûna Dij-Terorê bi tevahî were betalkirin. Divê hawîrdorek siyasî ya bi temamî demokratîk were afirandin da ku pirsgirêka Kurd bikaribe bi awayekî azad û di hemû aliyên xwe ve were nîqaşkirin.
Herwisa çareseriya meseleya Kurd ne meseleyeke ku tenê ji parlamentoyê re were hiştin. Divê hemû alîyên siyasî, etnîkî û olî yên civaka Kurdî beşdarî pêvajoyeke wisa ya nîqaşê bibin; Divê rêxistinên sivîl, rewşenbîr, zanyar û hunermend bikaribin beşdarê van gengeşîyan bibin.
Di demek kurt de, divê rîya çareserîyê were xweşkirin, di derbarê çareserîya bingeha pirsgirêka Kurd de tavilê tedbîr werin girtin.
Ji bo vê yekê;
Nasîna nasnameya Kurdî,
Nasîna zimanê Kurdî wek zimanê fermî û perwerdeyî, bi zimanê Kurdî were pejrandin.
Divê mafê gelê Kurdan ê xwerêveberiyê di zûtirîn dem de bibe xwedî statuyek yasayî.
Ev şert û mercên giring ji bo çareseriya mesela Kurd, mercên bingehîn in.
Di vî warî de, pir girîng e ku Tirkiye şertên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî, ku îmze kiriye, bicîh bîne.
Partiya me ji roja damezrandina xwe heta îro bal kişandîye ser pêwendiya nêzîk a di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê û vê yekê tekez kiriye.
Di vê çarçoveyê de, pêdivî bi destûreke nûjen, demokratîk û piralî heye ku li gorî pîvanên gerdûnî be, li ser dadwerîya serbixwe û serdestiya hiqûqê be, maf û azadiyên bingehîn biparêze.
Divê destûra nû bi têgihîştineke sîstemekî federal were çêkirin ku rastiya pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ya Tirkiyeyê re lihevhatî be.
Aştî û aramiya herêmê jî, ji alîyê Tirkîyê ve bi qebûlkirina hebûn û mafên neteweyî yên gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê ve girêdayî ye.
Rêzgirtina Tirkiyeyê ji bo destkeftiyên Kurdan li Rojava dê çareseriya pirsgirêka Kurd li welêt hêsantir bike.
Gelê me yê ezîz,
Ezmûna dîrokî nîşanî me dide ku tu maf nayên dayîn û her destkeftiyek têkoşînek mezin dixwaze. Em ê hêzên xwe bikin yek. Em ê ji bo daxwazên xwe yên rewa yên neteweyî, wekî ku me di demên berê de dikir, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşînê li ser bingehek xurttir û rewatir û bi biryarekî mezin bidomînin. Ev mafê me ye ku em jî wek hemû milletan, li welatê xwe bi awayekî azad, bi rûmet û di nav ewleyîyê de bijîn. Em ê tu carî dev ji vê mafê xwe bernedin.
Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a PSKê bibin, ku em ê bi dirûşma "Çareseriya Federal ji bo Pirsgirêka Kurd" li dar bixin. Em hêvî dikin ku Kongreya Asayî ya Mezin a 4emîn a PSK bibe platformek ku hêviya azadiyê, coşa têkoşînê û baweriya serkeftnê xurt bike.
Em dikarin bi hev re serbikevin.
Û em ê serbikevin jî.
20.05.2025
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Meclisa Partîyê
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
Dewleta Îranê a xwînrij roja 15.01.2024an bi muşekan êrişê Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistan kir. Di encama vê êrişa hovane û namerdî da 4 kesên sivîl jîyana xwe winda kirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Kürdistan Sosyalist
Partisi 16-17 Aralık 2023 tarihlerinde Diyarbakır’da 3. Konferansı’nı başarıyla
gerçekleştirmiştir. Avrupa ve Güney
Kürdistan’dan delegelerin hazır bulunduğu yoğun katılımlı PSK 3. Konferansı’nda
Kürdistan ve bölgedeki siyasal gelişmeler değerlendirilmiş, 31 Mart 2024
tarihinde yapılacak yerel seçimlerde izlenmesi gereken politik tutum ele
alınarak aşağıdaki sonuç bildirisinin kamuoyu ile paylaşılması
kararlaştırılmıştır.
Kürdistan meselesi bütün ağırlığı ve yakıcılığı ile Ortadoğu’daki gelişmelerin odağında yer almaya devam etmektedir. Kürt halkının varlığı ve demokratik kazanımlarına karşı sömürgeci devletlerin saldırıları son dönemde giderek artmaktadır. Kürt halkının ulusal demokratik haklarına yönelik söz konusu inkar, asimilasyon ve yok etme politikaları bölgesel düzeyde kaos, istikrarsızlık ve çatışma ortamını daha da derinleştirmektedir.
19 Aralık 2023
Kürdistan Sosyalist Partisi
3. Konferansı
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!